Mamostayên Wargeha Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) diyar kirin ku destpêkirina her salekî nû ya dibistanê wekî destpêkirina jiyanekî nû tê destgirtin û gotin ku êrişên li ser wargeha Mexmûrê astengiyên heyî zêdetir dike.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) di 25’ê Îlonê de bi vebûna 5 dibistanên dayîkê û 7 dibistanên Seretayî, Navîn û Amadeyî, her wiha bi amadebûna hezaran xwendekar û mamostayan perwerdeya sala nû ya 2022-2023’yan destpê kir. Li wargeha Mexmûrê nêzî 3 hezar xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin. Ji ber ku ji 17’ê Tîrmeha 2019’an ve PDK’ê ambargo xistiye li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), PDK êdî rê neda welatiyên wargehê derbasî herêmên di bin kontrola xwe de bibin û xwendevanên Wargega Mexmûrê jî nikarîn zanîngehan bixwînin.
Endama Rêveberiya Dibistana Navîn a Şehîd Jiyan, Mamoste Eyşê Şen û Mamostayê Dibistana Seretayî ya Şehîd Mihemed Kurd, Cemîl Kara têkildarî rewşa dibistanên wargehê û vebûna sala nû ya xwendina îsal ji ajansa me re axivîn.
‘Êrişên ku li ser wargehê astengiyên heyî mezintir dike’
Mamoste Eyşê Şen diyar kir ku êrişên dewleta Tirk û rêgiriya PDK’ê astengiyên heyî zêdetir dike û got: “Tevî ku ev bi salane ambargoyek ji aliyê PDK’ê ve li ser wargehê heye, bi wê ve girêdayî êrişên dewleta Tirk yên li ser wargehê ku bê navber didome bandorek nerênî li ser xwendevanan jî dike. Her wiha dibe sedem ku em nikaribin pêdiviyên ji bo dibistan û xwendevanan pêwîst pêşwazî bikin.”
‘Perwerde bi qasî nan û avê ji bo civakan pêwîste’
Şen axaftinên xwe wiha domand: “Perwerde weke lingekî sereke yê civakan tê destgirtin, ji ber wê jî her ferdek yê civakê neçare ku di perwerdeyekê re derbaz bibe. Mirov dikare bêje ku perwerde jî bi qasî nan û av ji bo kes û civakan pêwîste. Ji bo wê eger em weke wargeh jî bigrin dest, em jî vê weke mafê xwe dibînin ku çiqas em girîngî didin perwerdê. Perwerdeya ku em bi salane bi zimanê dayîkê didin, ev jî bi saya Rêbertî û qehremanên ku canê xwe fedayî gelê Kurd û welatê xwe kirine. Bi felsefe û îdeolojiya Rêbertî me kariye heta roja îro jî vê perwerdeyê bi awayek serkeftî bidin domadin. Helbet kêmanî û pirsgirêk hene, ne pirsgirêkên wisanin ku nayên çareserkirin yan jî nayên derbazkirinin. Hemû astengî û cûrên êrişan yên li ser wargehê tên meşandin, bi xwe re pirsgirêkan jî tîne. Em jî weke qada perwerdê ku di wargehê de cih digrin berpirsyartiya me jî ya xwedîderketina hem li qada perwerdê û hem jî li wargehê heye. Kêmaniyên ku di nava qada perwerdê de tên jiyankirin, ji kel û pelan bigre heta mifredat, pirtûk û her tiştî heye. Mînaka herî ber biçav ji nebûna derfetan, dibistanên me li ber hilweşînêne, em nikarin dibistanekê çêbikin. Me nû îsal derfet dît ku em dibistanek ji bo amadeyî çêbikin. Ev ji bo dibistanên me yên din jî pêwîstiyeke, ji ber ku di her dibistanekê de hêjmarekî zêde ya xwendevanên me hene. Mixabin derfetên ku di destê me de ewqas nînin ku em di vî alî de ji bo hemû dibistanên xwe bibin bersiv, lê tenê me karî em dibistanan boyax bikin. Me li jor jî dabû diyarkirin ku êrişên heyî bandorek çawa dide avakirin. Ji bo ku em bikaribin derûniya zarokan biparêzin, me wêneyên ku bala zarokan bikişîne li ser dîwarên dibistanan xêzkirine.”
Eyşê Şen herî dawî ev tişt got: “Eger heta roja îro perwerdeya me berdewame, em dikarin bêjin ev bi saya Rêber Apo û hevalên ku di çeperan de li ber xwe didin û şehîd dikevin e. Emê hewil bidin di sala nû ya perwerdê de hemû xebatên ku hatîn meşandin bi awayek serkeftî bi encam bikin.”
‘Gelê wargehê jî bi vebûna dibistanan re zindî bû’
Her wiha Mamsota Cemîl Kara jî têkildarî rewşa perweredê ya sala nû wiha peyîvî: “Beriya ku dibistan were destpêkirin me komxebatek lidarxistibû, ev komxebat li ser rêbaz û sîstema perwerdê her wiha li ser kêmanî û pirsgirêkên ku di sala derbazbûyî de derketibûn hatin axaftin û li ser hatin sekinandin. Di nîqaşên ku me di wê komxebatê de kirîn, me dît ku di perwerdeya me de zuhabûnek heye. Ji bo em bikaribin perwerdeya xwe dewlemendtir bikin, em bikaribin kêmaniyên di perwerdê heyî çine, zelal bikin û perwerdeya 2022-2023’yê bi serkeftî derbaz bikin. Ji ber şert û mercên ku em têdene her wiha ji ber nebûna derfetan em ji gelek pirsgirêkan re li gorî tê xwestin nabin bersiv. Ev jî bandorek nerênî li ser xwendevanan çêdike.”
Cemîl Kara wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Wek her sal çawan me bi coş û kelecanekê dest bi perwerdeya xwe dikir, îsal jî bi heman kelecanê me dest bi perwerdeya xwe kir. Ev kelecan herî zêde di nava xwendevanên seretayî de dihat dîtin, ev bi xwe jî rengeke cuda da wargehê. Mirov dikare bêje gelê wargehê jî bi vebûna dibistanan re zindî bû. Di sîstema me ya perwerdê de zêde guhertinek çênebûye, tenê me di nava dersan de dersa Erebî ser zêdekiriye ew jî ji refa çar ya seretayî heta amadeyî didome.”
0 Yorumlar