Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Mexmûrê: Gelê Rojavayê Kurdistanê ne bi tenê ye

Xelkê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê bitundî şermezar kir.

Xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrişên dewleta Tirk ya dagirker yên li ser Rojavayê Kurdistanê bi tûndî şermezar kir. Bi kombûna xelkê wargehê re, li pêşiya avahiya Saziya Malbatên Şehîdan daxuyaniyek hat dayîn. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Hisên Kara ve hat dayîn.

 

Hisên Kara di destpêka axaftinên xwe de êrişa dewleta Tirk ya faşîst ya li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kir û wiha axivî; “Em di qonaxên pir girîng re derbaz dibin. Hûn dizanin tecrîdek giran li ser Rêbertiya me heye. Di kesayeta Rêbertiya me de êrişên gelek giran li ser welatê me, xaka me û civaka me heye. Rojên pêşiya me salvegera komployê ye. Hêzên hegemon, emperyalîst û dagirker li ser gelê Kurd û Kurdistanê planên pir qirêj girtine. Xwestin Kurdan bi komkujiyan re derbaz bikin û tune bikin, ji bo vê yekê gotin emê destpêkê Rêbertiya wan bê bandor bikin, bi wê ve girêdayî emê Tevgera Azadiyê tasfiye bikin û emê gelê Kurd bi komkujiyan re derbaz bikin. Planên wan ev bûn. Lê Rêber Apo bi berxwedana xwe ya dîrokî, bi keda xwe nehişt bigihijin hedef û armancên xwe. Em dizanîn ku komplo bi tecrîda girankirî berdewame. Li ser şervanên azadiyê her roj kîmyabaranê dibarîne. Bi hezaran Kurd di girtîgehan de ne, siyasetmedarên wan hemû dîl girtîne. Dixwazin kopyaya Srîlankayê pêkbînin, dixwazin civaka Kurd tune bikin.”

Di dewamê de Kara balkêşand ser êrişên îro yên dewleta Tirk yên li ser Rojavayê Kurdistanê û wiha dewam kir; “Îro bi taybet li Rojavayê Kurdistanê êrişên ne merdane û tirsonek pêktînin. Wezîrê wan yê şer daxuyanî dan, hem li Rojava û li tevahî Kurdan gef xwar. Piştî daxuyaniya Hakan Fîdan êrişî sazî û dezgehên binesaziya civaka Rojava kirin. Ji Dêrik bigire heta Kobanê, Çilaxa, Girkê Lekê, Amûdê, Til Temir, Efrîn, Tirbespiyê, Qamişlo û hemû herêmên Rojava dayîne ber xwe. Gelê me yê Rojava bizanin ku yek ji sedemên van êrişan têkçûna dewleta Tirk ya li Zapê ye. Bi vê boneyê em hemû şehîdên Rojava yên ku di van êrişan de û yên beriya wê hemûyan bibîr tînin, ji birîndaran re şîfaya lezgîn û ji malbatên şehîdan re jî sersaxiyê dixwazin.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya nobetê koma 16’emîn dewir girt. Dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ,’Şehîd Namirin’ , ‘Bimire Xiyanet’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar