Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakvanên Mexmûrê jî piştgirî dan pêngava TCM’ê ya nivîsandina nameyan

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 28’ê Tebaxa îsal de pêngavek ya nivîsandina nameyan ji bo Rêber Apo bi awayê belavkirina belavokan ji aliyê Tevgera Ciwanan ve hatibû destpêkirin. Li ser vê çalakvanên çalakiya Nobetê ya Mexmûrê jî bi nivîsandina nameyan piştgirî dan pêngavê.

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) di 28’ê Tebaxê de pêngavek ya nivîsandina nameyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Ciwanan ve hatibû destpêkirin.

Çalakvanên çalakiya Nobetê ya Mexmûrê jî bi nivîsandina nameyan piştgirî dan pêngavê. Nameyên ku hatibûn nivîsandin duh bi şev bi kombûna çalakvanan ya li Saziya Malbatên Şehîdan, hatin komkirin. Beriya ku name werin komkirin di kesayeta Şehîd Nagihan, Rojhat û Erdal de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê çalakvana nobetê Teybet Kapar li ser navê koma 15’emîn a çalakiyê axivî.

Teybet Kapar di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta Şehîd Nagihan Akarsel de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wih got: “Wek tê zanîn di bin pêşengiya Tevgera Ciwanan de pêngavek ya nivîsandina nameyan ji bo Rêber Apo hatibû destpê kirin, em jî wek koma 15’emîn çalakiyê piştgiriya xwe pêşkêş dikin. Em weke koma 15’emîn tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin. Ev çalakî çi bi îmzeyan be, çi bi nameyan be û çi cûrê çalakiyan be emê berdewam bikin, heta ku em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin. Dijmin dixwaze bi girtina Rêber Apo gel û Rêbetî, gerîla û Rêbertî ji hev qût bike, lê ewê nikaribin bigihijin vê daxwaza xwe ji ber ku Rêbertiya me di dilê me de jiyan dike. Em wek gelê wargehê, dayîk û bavên şehîd û şervanan, weke gelê welatparêz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe her cûre çalakiyan pêkbînin. Em bang li tevahî gelê Kurd yê welatparêz û xwedî wijdan dikin ku bêjin êdî bese, em destê xwe bidin hev Serokatiya xwe ji bin vê êşkenceyê derbixin, gerîlayên xwe ji bin vê kîmyabaranê de derbixin.”

Her wiha çalakvanê bi navê Kamûran Mijînî jî di derbarê çalakiyê de diyar kir ku heta şikandina tecrîdê wê çalakiya wan bidome û wiha peyîvî: “Armanca çalakiya me ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ye, heta ku em Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad nekin emê her cûre çalakiyan pêkbînin. Ji ber ku Rêbertî ji bo me her tişte, eger Rêbertî nebe em jî nînin. Ji ber wê heta ku Serokatiya me azad nebe, azadiya me jî nîne. Ji bo azadiya Rêbertiya me çi pêwîst bike em amadene pêkbînin. Banga min ji bo hemû Kurdên li her aliyên cîhanê ewe ku hemû rabin ser lingan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tevlî çalakiyan bibin.”

Piştî axaftinê nameyên hatîn nivîsandin hatin komkirin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ hatin berzkirin

Yorum Gönder

0 Yorumlar