Rojnamevanê Herêma Behdînanê Dilgeş Sason anî ziman ku artêşa Tirk li hember gerîla tirsek mezin jiyan dike û got: “Gerîla di mesafeya nefesê de nêzî wan dibin û bi pisporî çalakiyên mezin li dijî dagirkeran lidardixin. Planên qirêj li ser Herêma Bradost hene û yek bi yek eşkere dibin. Wê roja sîxûran jî were, bê hesab namînin!”
Armanc Herekol
Rojnamevanê
Herêma Behdînanê Dilgeş Sason têkildarî rewşa dawî ya şerê li Herêma Parastina
Medyayê ji rojana me re peyivî û destnîşankir ku însiyatîfa şer di destê gerîla
de ye û gerîla her roj bi dehan caran derbeyên giran li dagirkeran dixe.
Artêşa
Tirk tirsek mezin jiyan dike
Sason di
axaftinên xwe de anî ziman ku li ser operasyona dagirkerî ya li ser Zap û
Metînayê re sê sal derbas bûn û wiha got: “Artêşa Tirk di van operasyonan de,
taybet li rojavayê ava Zapê, Girê Amedî û di girê Cûdî de şikestinên mezin
jiyan kirin. Ji ber van şikestinan, artêşa dagirker neçar ma, ji hindek herêman
vekişin. Îsal dîsa xwestin ji wan cihên vekişiyabûn, bi cih bibin. Vê carê jî
rastî berxwedana ji pola ya gerîla hatin û derbeyên giran ji gerîla xwarin. Gerîla
xwe di her hêlê de pêşxist û ji kêmasiyên xwe tecrûbe girt û niha bi pisporî
şer dike. Hêzên dagirker niha li hember gerîla tirsek mezin jiyan dike. Ji ber
ku teknîka herî pêşketî li dijî gerîla bikaranîn û gerîla dibin ewqas teknîk û
teknolojiya pêşketî de jî, bi pisporî her roj li dagirker û teknîka dagirkeran
dide.”
Şer
giran e!
Dilgeş
Sason di nav axaftinên xwe de bal kişand li ser qadên şer û diyar kir ku niha
li her qadê bi dehan balafirên keşfê û yên şer, bê navber difirin û wiha behs
kir: “Dagirkeran li her sed metreyan pergalên kamera bicih kirine. Her roj bi
dehan çalakiyên suîkastî li dijî wan pergalên kamerayê çêdibe û yek bi yek ji
holê tên rakirin. Gerîla ne tenê li dagirkeran dixe, hindek li pergalên
kamerayê dixin, hindek li dagirkeran dixin û hindek jî li helîkopteran dixin.
Timî derbe li helîkopterên dijmin tê xistin. Ji ber vê yekê niha şer di bin
însiyatîfa gerîla de ye û dagirker di nava tirsê de dijîn. Ji ber ku gerîla wek
cinan tevdigere û di ser dagireran de digire. Gerîla bi mesafeya nefesê nêzî
wan dibin. Niha li qada Şehîd Delîl a Zapê, Girê Cûdî, Girê FM û Girê Amediyê
şerek dijwar heye.
Wê
sîxûr bê hesab nemînin!
Rojnamevan
Dilgeş di dirêjiya axaftinên xwe de qala Bakûrê Kurdistanê kir û ev tişt bilêvkirin:
“Êrişên dewleta Tirk li Bakûrê Kurdistanê jî bi dijwarî berdewam in. Ji bo ku
binketina wan xûya neke, li Bakûrê Kurdistanê ji serê salê ve bi sedan
operasyonên mezin li Amed, Dêrsim, Xerzan, Botan, Herekol, Besta, Erzirom, Wan
û Herêma Serhedê dane destpêkirin. Ev operasyon ne ji rêzêne, bi sedan leşker,
helîkopter û balafir tevlîbûne. Raste şahadet çêdibin, lê gerîla heta dawî tola
şehîdan radikin û derbên giran li dijmin dixin. Di destê dijmin de tenê xeta
xiyanetê maye. Li Başûr bi PDK’ê pêktîne, li Bakûr jî bi cerdevan û sîxûran
pêktîne. Hêzên gerîla bang li wan sîxûran kiriye da ku dest ji vê xiyanetê
berdin. Wê gerîla hesab bipirse. Gerîla dizane kî çi dike, hemû navnîşan û
belgeyên wan sîxûran li gel gerîla hene. Em jî li vir bang dikin, divê gelê
Kurd li dijî van sîxûran bertekên xwe nîşan bidin. Dibe ku dem bibûre, lê
gerîla wê di demê wê de hesabê pêwîst bistîne.”
Planên
qirêj ên li ser Herêma Bradost!
Herî dawî
Rojnamevanê Herêma Behdînanê Dilgeş Sason behsa rolê PDK’ê ya li gel dagirkeran
kir û li ser herêma Bradostê jî ev agahî bi me re parvekirin: “Rêyên ku niha PDK
ji wan dagirkeran re çêdike, di nav bajêran de jî rêyên wisa nînin. PDK aboriya
gelê Başûr ji bo dewleta Tirk pêşkêş dike. Li aliyê Bradostê heta niha jî rewş
aloze. PDK dixwaze xwe li wê herêmê bi cih bikin û di demê pêş de operasyonan
bînin li ser Qendîl û Xinêre. Armancek mezin a PDK-MÎT’ê ji vê plana Bradostê
ewe ku PKK û Iraqê bînin li hember hev. PDK-MÎT xwest ku ji wê aloziyê sûd
werbigirin. Ev plan ji aliyê Tevgera Azadiyê ve hat eşkerekirin.”

0 Yorumlar