Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Nagîhan Akarsel hat bîranîn

 Li Wargeha Penaberan ya Mexmûrê nivîskar, akademîsyen û rojnamevana Kurd Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hatibû şehîdxistin, bi merasîmekî girseyî hat bîranîn.

Salek bi ser qetilkirina Nagîhan Akarsel re derbaz bû, lê hîn jî kujerê wê nehatiye darezandin. Bi vê boneyê li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) nivîskar, akademîsyen û rojnamevana Kurd Nagîhan Akarsel ku di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmaniyê hatibû şehîdxistin, di salvegera şehadetê de bi merasîmekî girseyî hat bîranîn.

Merasîma bîranînê bi kombûna xelkê wargehê ya li Saziya Malbatên Şehîdan di kesayeta Şehîd Nagîhan Akarsel de ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtinê hat destpê kirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Hevseroka Meclîsa Gel a wargehê Fîlîz Bûdak axivî.

Fîlîz Bûdak di destpêka axaftinên xwe de şehîd Nagihan Akarsel û hemû şehîdên şoreşa azadiya Kurdistanê bibîr anî û wiha got: “Rêber Apo alternatîfa vê pergalê bi pergala paradîkmaya civaka demokratîk, ekolojî û azadîxwaziya jinê destpê kir. Di guhertina paradîgmayê de piştî ku Rêbertî salên destpêkê bi Kurdistana serbixwe destpê kir, ji tecrûbeyên şerên cîhanê, şerên ku hatine jiyankirin dersên ku derxist gehişt wê qenaetê ku di vê derê de xalekî kêm dimîne heye. Eger tu dixwazî şerê netewî bidî meşandin pêwîste hemû ferdên wê netewê, wê civakê daxilî wî şerî bikî. Ev zarok, ciwan, jin yan zilam be pêwîste tû bikî şerê tûpyekûn yê wê civakê. Di vê civakê de qismê wê yê herî mezin jin bidî kêlekê, tû nikarî wê şoreşê weke şoreşa wijdanî, exlaqî û civakî bidî pênasekirin. Ji ber ku hemû şoreşên ku li ser vî bingehî hatine pêkanîn ku qaşo li ser netewî em îro halê ku jin têdene dibînin. Li bazaran mijarên bazarê ne, kolekirinê ne, firotinê ne, nehesibandinê ne û destdirêjiyê ne. Ji bo ev di nava şoreşa ku em dixwazin pêktînin de ev tişt neyê dûbarekirin û jiyankirin, Rêber Apo got destpêkê têkoşîna rizgariya jin bi wê re welat û netew. Dema jin rizgar bibe, ji ber ku yê zarok mezin dike, yê ku mal avadike û yêkû feraset dide avakirin jin e, ji ber wê dê azadiya jinê azadiya civakê û azadiya netewê jî bi xwe re bîne.

Li ser vî bingehî jinên ku di nava vê tevgerê de cih girtîn, jinên ku bi fikira Rêber Apo xwe gurç û pêçkirîn li beranberî pergalekî pênc hezar salî ya zilamê desthilatdar têkoşînekî bê hempa didin meşandin. Her ku ev têkoşîn pêş dikeve qetilkirininên li ser jinan jî li cîhanê û Kurdistanê pêşketin, her ku ev têkoşîn pêşket dijiminahiya wan ya li beranberî Rêbertî pêşket. Ji bo jin bikaribe hîn baştir rastiya xwe bizanibe û lêkolîn bike zanista Jineolojî ya ku di 2008’an de Rêber Apo di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê de dabû diyarkirin kir ku hîn zêdetir jin bikaribe rastiya xwe bibîne û lêkolîn bike. Di belavkirina zanista Jineolojî de kedek mezin ya heval Nagihan hebû. Beriya ku heval Nagihan dest bi xebatên Jineolojî bike, jin lêkolîn dikir. Dema karê çapemeniyê dikir bi temamî dildarê heqîqeta jinê ya li ser rûyê erdê bû. Piştî avabûna jineolojî jî wekî kedkarekî heqîqetê li ser şopoa heqîqetê li Rojavayê Kurdistanê, li Başûr, li Rojhilat û Mexmûrê dest bi lêkolîna xebatên jinê kir. Dîrokekî ku vedigot, dîroka heqîqeta jinê bû ji ber wê bû di demekî nêz de heval Nagihan bû hedefa dijmin. Ji be ku heval Nagihan şoreşgerekî fikrî yê ku bi pergala Rêber Apo ya bi Netewa Demokratîk xwe gurç û pêç kirî û li beranberî sîstema pergala kapîtal ji bo hilweşandina wê û direwên wê yên hezar salî îfşakirinê xebat dida meşandin. Em dûbare di kesayeta heval Nagihan de hemû şehîdên şoreşê bi bîrtînin.”

Piştî axaftinê, sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna Şehîd Nagihan Akarsel hatibû amadekirin hat nîşandan.

Merasîma bîranînê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar