Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Şehîd Rojhat û Şehîd Erdal hatin bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Rojhat Zîlan û Şehîd Erdal Şahîn ku di 1’ê Cotmehê de li Enqereyê çalakiyek fedayî kiribûn, bi merasîmek girseyî hat bîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Şehîd Rojhat Zîlan û Şehîd Erdal Şahîn ku di 1’ê Cotmehê de li Enqereyê çalakiyek fedayî kiribûn, bi merasîmek girseyî hat bîranîn. Merasîma bîranînê bi kombûna gel ya li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî merasîmê li ser navê xelkê wargehê Hevşaredarê wargehê Bedran Pîran axivî.

Bedran Pîran di destpêka axaftinên xwe de, di kesayeta Şehîd Rojhat Zîlan û Şehîd Erdal Şahîd de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Şehîd Rojhat û Şehîd Erdal, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî, ji bo ew êşkenceya ku li Îmraliyê bê şikandin û ji bo gelê Kurd hemû di Kurdistanek azad de jiyan bikin canê xwe feda kirin. Em di kesayeta her dû hevalan de hemû şehîdên doza azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li beranberî wan di tewînin. Em ji Wargeha Mexmûrê, Tabûra Nemiran, gerîlayên ku îro di çeperan de li beranberî hemû êriş, kîmayabaran û çekên qedexekirî li ber xwe didin hemûyan silav dikin. Çalakiya heval Rojhat û heval Erdal bû bersiv ji bo dewleta Tirk a faşîst û bi giştî gelên cîhanê yên ku îro zilmê dike, yên ku îro li beranberî vê zilmê bêdeng dibin bû bersivek herî tûnd. Em dûbare dibêjin serê Rêber Apo, rêhevalên wan yên ku di kuçe û çeperan de li ber xwe didin her wiha serê gelê Kurd yê welatparêz saxbe.”

Ji bo bîranîna Şehîd Rojhat Zîlan û Şehîd Erdal Şahîn wê li Saziya Malbatên Şehîdan ji demjimêr 14 heta 17’an konê sersaxiyê were danîn û serdanên sersaxiyê were qebûlkirin.

Merasîm bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ , ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar