Ticker

10/recent/ticker-posts

Xelkê Wargeha Mexmûrê çûn sersaxiya qûrbaniyên Hemdaniyê

Şandeyek ji xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) çûn sersaxiya qûrbaniyên şewata Hemdaniyê. Di sersaxiyê de peyama sexsaxiyê ji bo civaka Xiristiyanên Iraq û tevahî cîhanê dan.

Di şeva 26’ê Îlonê de li bajarokê Hemdaniye ya ser bi parêzgeha Musilê, di salonekî dawetê de şewat derket. Di encama şewatê de zêdetirî 113 kesan jiyana xwe ji dest dan û 82 kes jî birîndar bûn. Kesên jiyana xwe ji dest dayîn ji baweriya Xiristiyan bûn.

Ji bo sersaxiyê şandeyek ji xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî çûn sersaxiya qûrbaniyên şewatê. Serlêdan li Kilîseya Behna Sara ya qezaya Hemdaniyê ya ser bi Musilê pêk hat.

Di sersaxiyê de peyama sexsaxiyê ji bo civaka xiristiyanên Iraq û tevahî cîhanê dan.


Yorum Gönder

0 Yorumlar