Çalakiiya nobetê ya ku li dijî tecrîda li ser Rêber Ocalan li Mexmûrê hatibû destpêkirin, nêzî saleke dewam dike. Hevberdevkê Komîteya Çalakiyan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê Bapîr Gundikremo di derbarê çalakiyê de got: “Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê salekî li pey xwe dihêle û emê di sala nû de hîn zêdetir li dijî tecrîdê têbikoşin. Wê hêza gel ya yekpare, tecrîdê bişkîne.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 25 salin li girtîgeha Îmraliyê tê girtin. Ji 25’ê Adara sala 2021’an ango 40 heyvin ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên ‘dîsîplînê’ an tên astengkirin an jî bê bersiv tên hiştin. Li dijî vê tecrîda ku li Îmralî tê meşandin li seranserî Kurdistan û derveyî Kurdistanê bi sedan çalakî hatin lidarxistin û gelek çalakî jî ev bi salane berdewam dikin.
Yek ji wan çalakiyên demdirêj jî, çakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 20’ê Tîrmeha 2023’an de hatiye destpêkirine. Çalakiya Mexmûrê berbi salekî ve diçe û têkildarî vê yekê Hevberdevkê Komîteya Çalakiyan a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Bapîr Gundikremo ji ajansa me re axivî.
‘Em dikarin tecrîdê bişkînin’
Bapîr di destpêka axaftinên xwe de bal kişand li ser tecrîdê û diyar kir ku ev zêdeyî sê salanin agahî ji Rêber Apo nayê sitandin û tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo heye û got: “Ji roja ku agahî ji Rêber Apo nayê standin û heta roja me ya îro, li Kuridistan, Ewropa û hemû deverên cîhanê çalakiyên şermezarkirina tecrîdê hene. Gelek çalakiyên cûr be cûr hatine li dar xistin û xwedîderketinek mezin ji bo Rêber Apo derketiye pêş. Li tevahî cîhanê fikrên Rêber Apo belav bûye û Rêber Apo niha Rêberek gerdûnî ye. Ev fikir bû hêz û li dijî tecrîda heyî bû kîn û nefretek mezin. Lê mixabin çalakiyên heyî têra şikandina tecrîda li ser Rêber Apo nekir. Çalakiyên heyî pîrozin, lê belê têrê nake. Tecrîd û êşkenceya li ser Rêber Apo gelek mezine û divê em rastiya tecrîda li ser Rêber Apo fam bikin û bikevin ferqa wê konsepta qirêj. Encex em wek gel bikarin tecrîda heyî bişkînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin.”

‘Çalakiya me cihê perwerdeyê ye’
Bapîr Gundikremo di nava axaftinên xwe de qala çalakiya li Mexmûrê kir û wiha pêde çû: “Wek Mexmûr em jî li dijî vê tecrîd û êşkenceya giran ya li ser Rêber Apo, derketin. Di 20’ê Tîrmeha sala 2023’an de me çalakiyek ya nobetê da destpêkirin û heta niha jî berdewame. Em dikevin sala nû ya çalakiya xwe. Di nava salekî de me gelek li ber xwe da û me xwest ku em tecrîdê bidin şikandin. Em wek gelê Mexmûrê rexnedayîna vê yekî didin ku me nekarî em Rêber Apo bi fîzîkî azad bikin. Çalakiya me her 5 rojan carekî tê gûhertin û komên nû tevlî çalakiyê dibin. Di nava salekî de gelê Mexmûrê hema bêje hemû kes çend caran serhev tevlî çalakiyê bûn û bertekên xwe yên li dijî tecrîdê dan nîşandan. Me bi semîner, sînevîzyon, daxuyanî, nirxandin û rêbazên cûr be cûr, balkişand li ser rastiya tecrîda heyî û me bi vê çalakiyê perwerde dît.”
‘Hêza yekpare wê tecrîdê bişkîne’
Herî dawî Bapîr Gundikremo ev peyam da: “Di roja me ya îro de êriş û zextên dewletê zêde bûne û her ku diçe jî dagirkerî û tecrîd bi hev re mezin dibe. Divê em xwe li gor wê amade bikin û li dijî her cûre êrişan rêxistin bikin. Emê di salvegera çalakiya xwe de bernameyekî amade bikin. Emê çalakiya xwe bidin berdewamkirin û emê di sala nû de dewlemendtir bikin. Em carek din silavên gelê Mexmûrê ji girtiyên siyasî, dayîkên niha di nobetê de ne û ji tevahî çalakvanan re dişînin. Wê hêza me ya yekpare, tecdîra ser Rêber Apo bişkîne. Bang li tevahî gelê azadîxwaz dikim, li dijî tecrîdê rabin ser xwe û têbikoşin. Tenê Rêber Apo dikare van şer û aloziyan xilas bike.”

0 Yorumlar