Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi biryardariyek xurt di roja xwe ya 364’an de berdewam dike.
Çalakiya nobetê ji aliyê koma 71’an ango Komîteya Tenduristî ya Mexmûrê ve hate dewirgirtin.
Dewrgirtin li Komîteya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir.
Piştî wê li ser navê koma 70’an Mamoste Mistefa Nerexî axivî û di serî de bi boneya girîngiya roja 14’ê Tîrmehê, tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bibîr anî û got: “Îro roja berxwedanê ye. Em tevahî şehîdên 14’ê Tîrmehê bibîr tînin. Em tevahî berxwedan û têkoşînên tên kirin li mîmarê azadiyê Rêber Apo pîroz dikin. Divê em her roj asta têkoşîna tê dayîn bilindtir bikin. Îro di bin parastina xiyanetkaran de Kurdistan tê dagirkirin. Zevî û rezên me tên talankirin û welatiyên me tên qetilkirin. PDK û taybet jî mala Barzanî, wê dagirkeriyê rewa dibînin û hevkariyê dikin. Em vê hevkarî û dagirkeriyê rureş û şermezar dikin.”

Mamosta Mistefa Nerexî herî dawî diyar kir ku ewê xwedî li Rêber Apo derbikevin, ji ber ku Rêber Apo wan anîne vê astê û wiha pê de çû: “Em bang li tevahî gelê Kurd dikin, xwedî li Rêber Apo derbikevin. Wê serkeftin bibe ya me û em serkefitnê ji koma nû re dixwazin.”
Çalakiya nobetê bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ dewrî koma 71’an a Komîteya Tenduristiyê hat kirin.

0 Yorumlar