Ticker

10/recent/ticker-posts

PAKREWANÊN ROJÊ: CELAL ÇELÊ


Welatê agir û rojê di gelek serdemên dîrokê de bûye hedefa êrişên çandî û fîzîkî. Li Kurdistanê ji bilî berxwedan û têkoşîna azadiyê ti rê û rêbazên jiyanê nebû. Li beranberê polîtikayên qirkirinê û hemû cure kiryarên bişeftinên van êrişên ne merdane, ciwanên gelê Kurd li çiyayên azad destanên lehengiyê bi tipên zêrîn dinvîsandin. Belê destanên lehengên ku bê tirs ber bi azadiyê ve di meşiyan, dîroka azadiyê zindî dikirin. Li vê erdnîgariya ku efsane lê diqewimiya, digihijtin wateya heqîqetê. Yek ji van lehengan jî ku gihiştibû weteya heqîqetê Celal Çelê bû ku li ser rêya heqîqetê bû çirûsk û hêviya vejîn û azadiyek nû. Abdulganî Ayar ango Celal Çelê di sala 1979 de di nav xaka bi bereket û xwedî berhemên mezin yên mirovahiyê de li gundê Bilad a ser bi Çelê çavên xwe li cîhanê vedike. Rêheval Celal li ser rêgezên welatparêziyê û bi girêdaniya çanda têkoşînkirinê tê mezinkirin. Di temenê xwe yê biçûk de tevgera azadiya Kurdistanê nasdike. Dibistanê heta sereteyê pênç dixwîne û di dibistanê de bi fîkirê xwe yê jîr her tim pileya yekem bidestdixe û di her dersekî xwe de bi zîrekbûna xwe ve dibe mînakek li ser zimanê mamosteyên xwe. Heval Celal di temenê xwe yê biçûk de bavê xwe winda dike û li gel mamê xwe mezin dibe. Rêheval Celal bi taybetmendiyên xwe yê dilnizm, rêzdar û fedekar di hêla her ferdek yê gund û malbatê de tê heskirin. Bi rûkenî û henekên xwe ve dilê her dayîkekê şad dike. Rêheval Celal ti carê neheqiyê ne li beranberî xwe, ne jî li beranberî ti kesî qebûl nedikir. Li beranberê neheqiyên ku dihat kirin, her tim di nava têkoşînekê de bû. Belê temenê wî biçûk bû lê xwedî bîr û baweriyak bê hempa bû. Li ser vê bîr û baweriya xwe, tevî temenê xwe yê biçûk jî biryar dide ku tevlî nava refên gerîla bibe. Rêheval Celal di sala 1992 de di temenê xwe yê sêzde salî de bi dilek mezin dikeve ser rêya heqîqetê. Ew bibû gerîlayek biçûk li ser şopên rojê, bi gavên mezin ber bi hedef û armanca xwe rêwîtiyê dikir. Rêyek dûr û dirêj li pêşya wî bû. Li çiyayên azad de her kêliya xwe bi çanda şoreşgerî di hûnand. Di demek kin de xwe di bîrdoziya Rêbertî de kûr dike û meşa xwe ya gerîlatî di çarçoveya paradîgmaya Rêbertî de û li ser xeta şehîdan digijîne lutkeya herî jor. Heval Celal meşa xwe ya azadiyê li gelek qadan domand û her qada ku diçe dibe xwedî meşeke rast û kûr. Bê dûdilî bi cesaretek mezin di çeperên pêş de cih digire û darbeyên her mezin li dijminê mirovahiyê dixe. Rêheval Celal bi sekna xwe ya berxwedanê, bi xwebawerî, wêrek û bi rûhê xwe yê têkoşînê yê mezin pêşengiya xeta Apoyî dike û dibe evînek di nav dilê her hevalekî xwe yê dozê de. Di jiyana xwe ya şoreşgerî de erka ku dikete ser milê wî, heta horgulî yê herî biçûk çi divê bê kirin hesab dikir û li gorî wê tevdigeriya û di temenê xwe yê ciwantiyê de erka fermandariya taburê hêldide ser milê xwe. Rêheval Celal evîndarê welat û doza xwe bû. Di her lutkeyên çiyayên azad ên welatê xwe de tola hezar salan ji dijminê xwînxwar radikir û dibû hêviyên dayêkên dil bi êş. Rêheval Celal heta kiliya jiyana xwe ya dawiyê li ser şopa heqîqetê meşiya û di sala 2009’an de li Şirnak Besta di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de tevlî kerwanên nemiran dibe.

Belê Rêheval Celal evîna xwe ya ji bo axa welatê xwe heta kilêya jiyana xwe ya dawiyê, di bedana xwe de dihewand û heqîqetê zindî dihêla. Vê heqîqetê xiste malê gelê Kurd ku bi hezaran ewladê vî welatî li ser vê heqîqetê meşiyan û heta roja îro jî dimeşin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar