Rêbertî dibêje: “Mirov di cewherê xwe de parçeya herî pêşkeftî ya xwezayê ye” çawa ku zindewar ji nava avê derketin bi vê re pir curetiya zindeyan li ser rûyê cîhana me pêşkeft ku yek cureyan cinsê mirove. Li ser rûyê cîhanê pir curên zindiyan hene ku dewlemendiyên herî xweşikin mirov jê îlham bigirin, mereq li hember çêbibe, lêkolîn û lêgerînan pêşbixînin û bibin parçeya herî pêşkeftî ya vê xwezayê. Mereqa mirov ya herî mezin xweza ye û xuluqkariya herî pêşkeftî ya mirovan jî ji çavdêrîkirina xweza û teqlîtkirina wê çêbûye. Di heman demê de hemû xuluqkariyên di roja me ya îro de teknîk û teknolojî çêdibin, girêdanek xwe ya xurt bi çavdêrîkirina xwezayê re heye. Ger wek zindiyekî ku di cewherî xwe de parçeyekî vê xwezayê ne, di sedsala 21’an de ku mirov gihaye asta herî pêşkeftî, çima vê parçeya xwe talan û qirdikin? Wê demê cewhera me xirabûye yan ev cewher hatiye valakirin. Gelo em çawan dikarin vê heqîqetê hayilbidin û bi çi awayî û çawa emê li xwe û xwezaya xwe vegerin? Gelo ev gengaze yan na?
Valakirina cewherê mirov ne bê sedem û armance.
Bi pêşkeftina hişmendiya zilam bi taybet bi kolekirina jinê re hêdî hêdî cewhera
mirovahiyê hatiye valakirin. Ji ber ku têkiliyekî xurt a jin bi xwezayê re heye
ji ber wê, xwezayê weke zarokek ya xwe lêdinêr û dibîne. Mejiyê hestiyarî yê ku
li gel jinê heyî, bi jiyanê ve girêdayî ye nequte, xwedî qabîlyetek xuluqkare,
ne talanker û texribatkare. Em vê rastiya jinê di çaxa neolotîk de baştir
dibînin. Di çaxa neolotîk de olê jinê xwezaye; av, ax, dar, tav, heyv, çiya, çûke
û hwd ye ku ev jî rastiya cewherê jinê derdixe holê û têkiliyek jin ya bi
xwezayê şênber dike. Pîroz ditîn, jêre îbadekirin û şûkûr kirin û qedir dayîne.
Ti hebûnekî ji derveyî xwe ne dîtiye, di nava ahengiya jiyanê de bi hev re
jiyankirin bingeh girtiye. Ya din jî mehane xwîn dîtina jinê herikîna jiyanê û
berdewamiya jiyanê tê dîtin. Di heman
demê de weke cinsekê, biyolojiya wê çavkaniya jiyanê tê destgirtin. Her çiqasî
ji aliyê hişmendiya zilam ve weke cinsekî ku di aliyê biyolojîk de lewaz hatibe
dîtin jî, lê rastiya êşa welidandinê nayê hesapkirin.
Pirsgirêkên civakî û jiyanî yên ku em îro jiyan
dikin, bingehê xwe ji kolekirina jinê digire. Ji çaxa ku jin hatî kolekirin û
pêde, xweza jî hate kolekirin û talakirin. Bi taybet jî di sedsala em têde
jiyan dikin talankirina xwezayê gihiştiye asta herî jor. Hişmendiya zilamê
serdest bi kolekirina jinê û talankirina xwezayê, desthilatdariya xwe didomîne.
Dû heyînên jiyanê domdar dike û hebûnê di afirine, anîne astekî ku di nava
qirêja desthiladariya zilam de qêrîn û hewar dike. Ji aliyê gelek kes û
zanyaran ve ev hewara hawirdorê hatiye dîtin û xwedî derketin lê çêbûye. Van
zanyaran ji bo xwedî derketina li xwezayê zanistekî bi navê ekolojî avakirin û
têkoşînek li hemberî hegemonên ku ji bo desthilatiya xwe domdardikin mafê xwe
dibînin ku xwezayê qirêj û talandikin, derketiye. Ekolojî zanista xwezayê û
hevaltiya bi xwezayê re ye. Ji ber ku di roja me ya îro de em hevaltî bi
xweazayê re nekin û neparêzin, emê nekaribin hebûna xwe bidomînin. Xweza dikare
bêyî heyîna mirov hebûna xwe bide berdewmakirin, lê em nikarin bê xweza jiyan
bikin. Tinebûna xwezayê tê wateya tinebûna cinsê mirov û hemû zindewaran.
Ekolojî her çiqasî weke zanistekê bê destgirtin jî, di heman demê de xalên
esasî yan paradîgmaya civaka exlaqî û polîtîk ya tevgerên civakî ye.
Di roja me ya îro de bi vê zanistê şiyarbûn
şoreşek mezine. Pirsgirêkên heyî yên civakan ji ber koka xwe ji kolekirina jin
û talankirina xwezayê tê, encex bi xurtkirina têkoşîna ekolojî û têgihiştina
jineolojiyê dikare pirsgirêkên heyî yên civakê bên çareserkirin. Jineolojî
zanista hebûn û xwebûnê ye, dikare bibe çavkaniya çareserkirina pirsgirêkên
jin, civak û xwezayê û bi vê re jiyanekî azad û demokrat bide avakirin. Gotinên Rêbertî yên îlham didin girêdayî
parastina xwezayê wiha ye. “Di navbera mirov û xwezayê de eşqek tê jiyankirin.
Xweza meraqa xwe ya mezin û xuliqkariya xwe bi mirovan îspat dike. Mirov jî
vegera xwezayê (vegera dayîkê – bi gotina Sumeriyan; Amargî) weke azadî dibîne
û bi vî awayî dikeve ferqa xwe. Ev eşqeke mezine, kî vêna xirab bike – em bi
zimanê olî bêjin – guneha herî mezine. Ji ber ku ev watedayîna herî pîroze.”
0 Yorumlar