Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Şehîd Jiyan, Avesta, Diyar û Siyabend hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Şehîd Jiyan (Zeynep Erdem) Avesta Harûn Firat, Diyar Şerewî û Siyabend Zap yên ku di dîrokên cûda de gihiştibûn şahadetê hatin bi bîranîn.


Li Wargeha  Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê Şehîd Jiyan (Zeynep Erdem) ya ku di 13 Îlona 1995’an de li Etrûş ji aliye çekdar PDK hati bû şehîdxistin û Şehîd Avesta Harûn Firat (Filîz Şaybak), Diyar Şerewî (Hesen Budak) û Siyabend Zap (Remezan Akar) ku di 2014’an de di şerê li dijî DAIŞ’ê de li deşta Mexmûrê gihiştibûn şehadetê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi amade bûna gel û çalakvan nobetê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Azadiyê destpêkir. Piştî rêzgirtinê Endama Rêvberiya Akademiya Şehîd Jiyan, Bêrîvan Îşlek axivî.

Bêrivan Îşlek di destpeka axaftina xwe de balkişand li ser girîngî û wateya şehîdan ya ji bo gelê Kurd yê azadîxwaz û wiha got: “Em şehîdan li gel xwe didin jiyankirin. Şehîd Jiyan bi xeta û hêza pêşkêşî me kir, hêla ku em di jiyan xwe ya penaberiyê de sazûmaniyek bingehî avabikin. Em ji wargeha Etrûş heta niha li ser sazûmaniya ku şehîd Jiyan pêşkêşî me kiriye dimeşin. Şehîd Jiyan di nava wargeha Etrûş de gel li derdora xwe kom dikir û hêz dida gelê wargehê. Di heman demê de yekemîn perwerde kirin jinan ya di jiyana penabertiyên de hevala Jiyan da destpêkirin. Kar û keda hevala Jiyan di ber gelê Kurd de kiriyê karek pîroze û wê ti carî neyê jibîrkirin.

Her wiha di êrişên DAIŞ’ê ya li ser wargehê de jî heman hişmendiya salên 1995’an ya ku dixwestin wargehê vala kirin dan meşandin. Di şerê li dijî DAIŞ’ê de jî Şehîd Diyar, Şehîd Siyabend û Şehîd Avesta wek pêşengên vî gelî şer kirin û gihiştin asta şahadetê. Em wek gelê wargehê li hemberî van şehîdan soza xwe ya berxwedanê nû dikin û dibêjin emê hetim şopdarê rêya şehîd û şervanên xwe bin.”

Her wiha piştî axaftina Bêrîvan Îşlek mafê axaftinê hat dayîna gelê wargehê ku di wê pêvajoyên de li kêleka Şehîd Jiyan, têkoşîn li hemberî çekdarên PDK’ê didan meşandin. Piştre li ser jiyan û têkoşîna şehîd Jiyan sînevîzyonek hat nîşandan.

Merasîma bîranînê bi bilind kirina dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar