Kevana Zêrîn an jî Sêkuçikiya Zêrîn laboratuwara mirovahiyê ye. Em çiqas bi dewlemendiya dîroka xwe, xwe qure bikin, dîsa jî hindik e! Keştiya Alalû, vê carê xwe li ser Şikeftên Hesûnê datîne. Di vê xeleka derketina rêwîtiya dîrokê de, hûn xwînerên ezîz, herî kêm hûn ê derkevin rêwîtiya 14 hezar sal beriya niha. Hûn ê li pêşiyên xwe yên di şarge û şikeftan de dijîn, biqesidin. Kerem bikin, deriyê şikeftan li ser piştê ji we re vekirî ye. Heta meriv dikare bibêje, derî li ber tune ye. Loma jî kerem bikin, şerm nekin; xwe venegrin; mal, mala we ye!
Xwînerên
ezîz, ev şikeftên Hesûnê, dikare jê re were gotin ku paytexta benîademiyan a
yekemîn e. Ev paytexta benîademîyan a yekem, niha ji sêsed malan ango ji sêsed
şikeftan pêk tê. Di wexta xwe de, li tu dereke din a dinyayê, bajarekî ew çend
qerebalix tune bû. Benîademî ji vî bajarê super mezin li hev kom bûn û nola
şilê ya mêşa hingiv li hev zêde bûn û çûn ji xwe re li deverên nêzîk, li devê
çeman, gund ava kirin.
Bê guman
destpêkê, ev şikeftên hanê, ev ne çend xweş bûn. Di nav demajoya dem û dewranên
dirêj de, gihaştine vê pêvajoya xwe ya niha. Wisa tê fêmkirin, ewil çend heb
şikeftên xwezayî hebûne. Pêşiyên me, ewil ew şikeftên xwezayî ji xwe re wekî
mesken bijartine. Pêde pêde ji xwe re wan şikeftên xwezayî kolandine û jûr ji
xwe re bi ser ve zêde kirine.
Gava mirov
li şikeftên Hesûnê dinêre, ji bo bicihbûnê gelek guncaw bûye. Lewra pişta wan
li hêla bakur e. Bi gelemperî, berê wan li hêla başûr e. Ev yek dihêle hindirê
şikeftan pitir ji germahiya rojê sûdê werbigirin. Her wiha li jêra şikeftan,
deşta Farqînê li ber wan raxistiye. Ev jî tê wateya zêde zêde nêçîr û
nêçîrandinê.
Cotkarî,
sewalvanî û bajarvanî
Pispor dibêjin, jiyana li van şikeftan, pêvajoyek berî jiyana niştecihbûna
avakirina gundan, dermalekirina (kedîkirin) ajalan, cotkarî û çandiniya dexil
bûye. Dîsa tê gotin ku ewil benîademiyan genim, ceh, nîsk û nokên bejî
berhevkirine. Yên ji ber xwarina wan a rojane mane, stoq kirine. Bala xwe danê,
zivistanan ew genim û ceh, xerab nebûne. Ev yek di jiyana mirovahiyê de
nûvedana herî girîng bûye.
Gava
benîademî wan genim, ceh, nîsk û nokên bejî berhev dikin, simil û şolikên wan
jê diquraftin, ka û kelemên ji ber mayî jî davêjin ber devê şikeftên xwe. Rojek
ji rojên xwedê, geşedanek xwezayî diqewime. Hingê, nexasim jî zivistanan ajalên
henûn ên wekî mih, bizin, çêlek û beraz tên wan ka û kelemên li ser sergo
dixwin. Bi vî awayî, ew ajal bere bere fêrî mirovan jî dibe. Oxxxx! Çiqas
tiştekî xweş! Lewra nêçîra wan êdî bi xweber tê li ber lingên wan. Nola negotî,
koro ji xwedê xwest çavek, xwedê da cotek çav!
Bi
kifşkirina genim ê bejî û kedîbûna ajalên nêçîrê re, mirovahî ji serdemeke
dijwar derbasî serdemeke zêrîn a bi xêr û ber dibin. Di vê hêlê de, du tiştên
din jî diqewimin. Benîademî, aqilê xwe dixebitînin, êdî rojek tê, ew bi xwe
zikê axa bi goşt diqelêşin û tovên dexlên xwe di axa cotkirî de diçînin. Hingê
ew erda bi milyonan sal beyar mayî û têr bi vîtamîn, xêr û bera xwe di ser
benîademiyan de dirijîne. Libek tov hêşîn tê, simil û şolik lêdikeve. Yek dibe
pêncî. Li gor wê yekê, ka û kelem jî zêde dibe. Ev jî tê wateya zêde kedîkirina
ajalan. Zêde ajal-kedîkirin jî tê wateya qatix, hirî, post û goşt.
Pêvajoya
sêyemîn jî ew bû ku bi çandina ceh, genim, nîsk û nokan re pêdiviyek li ber
çandiniyê natoriyê bikin derdikeve holê. Ji bo dexlên xwe ji ajalên çolê bi
parêzin, ewil holikên sûkî ji xwe re çêkirine û heta dexilhilanînê, di wan
holikan de, nobedarî kirine. Her çûye, holikên xwe qewîtir kirine. Bi vî awayî,
rojekê ew wan holikên xwe qewîtir dikin û bi temamî ji şarge û şikeftan
derdikevin, li wan avahiyên xwe yên nû bi cih dibin
Pêşketina
ziman
Di jiyana mirovahiyê de, bi pêşketina van hersê tiştên jiyanî û herî girîng,
wekî cotkarî, sewalvanî û bajarvaniyê re, rewşa xweşguzariyê bilind dibe. Êdî
benîademî birçî namînin, vîtamîna xwe bi dilê xwe distînin û şîr dikeve pêsîrên
jinên bi dergûş, wan pêsîrên bi xêr û ber.
Her ku zarok bi çilekî, pêsîrên dayîkên xwe, wan ên ji şîrê zerpitî dimêjin, kefa
şîrê sipî yê dayîkê li ser lêvên wan dikeve. Serê pêsîrên dayîkan, nola kaniyên
biharê der dibin. Dayîk, guhê xwe didin ser mijandina zarokên xwe. Dengê ji
mijandina zarok dihat, dengê miçemiça mijandina şîrê ji pêsîra dê bû. Mêtina wî
şîrê dê, bû JIN, bû JIYÎN, bû JIYAN û dawerivî kûrahiya reh û rincên zarok.
Navê xwe yê din yê MIJANDIN’ê, MÊTIN bû. Ew MÊTIN jî bû MÊ, bû MAK, bû MADIR.
Ango MÊTIN, bû “mother” a îngilîziya niha. Bi vî awayî temenê benîademiyan
dirêj bû, hiş û aqilê wan dewlemend bû û peyv li peyvê zêde kir. Ji yek peyvê,
hezaran peyv zêde bûn. Genim bû NAN, bû DAN, bû DANE, bû DIRAN…
Ka bû KELEM, bû QELEM…Tîr bû DAR, bû BER, bû PERR, bû PIRR…
Bi vî
awayî ziman bi pêş ket û binyata zimanê hind-ewropî hat danîn. Gelek etîmolog
hemfikir in ku zimanê destpêkê yê malbata hind-ewropa, ji hêla wî gelê ku cara
ewil genim dît, paşê ew genim çand, paşê cara ewil ajal kedî û dermale kir û
piştre jî bajarê ewil ava kir, ew kîjan gel be, aha koka zimanê malbata
hind-ewropî, zimanê wî gelî ye.
Çend
bajarên dîrokî
Qotê Berçem, li jêra Erxeniya navçeya Amedê ye. Ev ajarê dîrokî yê dêwasa, 8
hezar û 200 sal B.Z hatiye avakirin.
Girê Çemka
(Boncuklutepe) li ber navçeya Kerboranê ya bi ser Mêrdînê ve ye. Ev niştecih û
perestgeha dîrokî, 9 hezar û 500 sal B.Z hatiye avakirin.
Girê
Miraza, Qerehanyepe, Newala Çolê û Xirbetilsuxan, herî kêm 9 hezar û 500 sal
B.Z hatine avakirin.
Çemê
Xalan, li ber çemê Sasonê ye. Niha di bin bendava Ilisuyê de maye. Ev bajar jî
9 hezar û 700 sal B.Z hatiye avakirin.
Heskîf,
şopên mirovahiyê yên B.Z 10 hezar sal berê lê hatine dîtin.
Girê
Kortik, 14 km dikeve başûrê rojavayê Batmanê. Ev bajar jî B.Z 10 hezar û 500 sal
berê hatiye avakirin.
Her wiha
bi dehan tumulus û cihên dîrokî, di bin ava bendava Ataturk, Keban, Qereqeya û
herî dawî jî bendava Ilisûyê de fetisandin.
De vêca
şopên li şikeftên Hesûnê hatine dîtin, yên B.Z 11-12 hezar sal berê ne.
Xwînerên ezîz. De vêca hesab li ba we ye!
Egîd
Yazar
0 Yorumlar