Cemîl Horo di hunera xwe de gelek stiranên netewî dibêje û li ser gelek serok û serkirdeyên Şoreşa Kurdistanê stiranên netewî û şoreşgerî distirê, beşdarî gelek festîval û şahiyên Newrozê dibe.
Di
dîroka dengbêjiya Kurd de gelek dengbêjên qedirşinas derketine holê, ked û
xebatên pîroz dane. Dengbêj Cemîl Horo jî yek ji wan dengbêjan e ku li gorî hin
çavkaniyên cuda di 10’ê Adara 1934’an de li gundê Serîncekê yê navçeya Bilbilê
ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê hatiye dinyayê. Cemîl Hora ji biçûkaniya xwe ve
stiran û kilaman dibêje û dibe yek ji dengbêj û hunermendê navdar ê Rojava û
çar parçeyên Kurdistanê.
Wekî
her hunermend û dengbêjê Kurdistanê Cemîl Horo jî bi huner û dengbêjiya xwe
nikare debara xwe bike û hin kar û xebatên din jî dike. Tê gotin ku dikaneke wî
ya xeratiyê hebû û li taxa Şêx Meqsûd a Helebê bi navê Qehweya Cemîl Horo ji
xwe re qehwexaneyekê vedike û di roja me ya îro de jî ew qehwe li Şêx Meqsûd
navdar e.
Cemîl
Horo jî wekî her welatparêzekî Kurd xwedî nêrîn û armanceke siyasî ye. Li
aliyekê xebatên xwe yên hunerî dike, li aliyê din jî yek ji endamê Partiya
Demokrata Kurdistanê ya Sûriyeyê ye ku xebatên siyasî dimeşîne. Ji ber vê yekê
gelek caran rastî girtin û lêdanê tê. Li gorî daneyan di sala 1958’an de, 80’ê
rojan tê girtin.
Her
wiha ji ber astengiyan Cemîl Horo neçar dibe ku demekê were li Tirkiyeyê
bijî. Piştre jî berê xwe dide bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê li wê derê
bi cih dibe. Di sala 1970’yî de careke din vedigere Rojavayê Kurdistanê, kar û
xebata xwe ya hunerî didomîne.
Hunermend
Cemîl Horo di sala 1965’an de yekem kasêta xwe tomar dike. Li gel Mihemed Arifê
Cizîrî, Seîd Yûsif û gelek hunermendên Kurd stranan dibêje. Hin stiranên
dengbêj yên navdar ev in; Lo bavo, Memê Alan, Bejna Rindê, Ehmed Axa, Li min li
min û hwd.
Cemîl
Horo di hunera xwe de gelek stiranên netewî dibêje û li ser gelek serok û
serkirdeyên Şoreşa Kurdistanê stiranên netewî û şoreşgerî distirê, beşdarî
gelek festîval û şahiyên Newrozê dibe.
Cemîl
Horo di 19’ê Îlona 1989’an de koça xwe ya dawî dike û di 20’ê Îlonê de jî li
Goristana Henan a Efrînê li cem nemir Nûrî Dêrsimî tê definkirin.
.jpeg)
0 Yorumlar