Ticker

10/recent/ticker-posts

MATERYALÎZM

 


Bersivên Gel:

-Çavkaniya hertiştî heyber.

-Rastiya tiştan e.

-Teoriyekî felsefî ye.

-Her tişt ji heyberê çêdibe.

-Maddeya fîzîkî rastiya yekane an bingehîn e.

-Tiştekî bi dest tê girtin û bi çav tê dîtin e.

-Fikrekî hişk e.

-Bingehê pozîtîvîzmê ye.

-Dijberî Metafîzîkê ye.

Materyalîzîm peyvekî latînye ku  “Materîa” tê wateya madde. Teoriyeke felsefêye ku xwe dispêre Maddeyê ku dibêje di bingehê her tiştî de made heye û hebûna Meta fîzîkî red dike. Di despêkê de weke teoriyek felsefê derdikeve pêş û bi demê re vedigûhere îdeolojiyê. Weke beşekî felsefê di serdema Yunan Antîk de derdikeve pêş û weke serkêşê vê fikrê jî Epîkuros e. Gotina wî ya herî navdar jî; “Dema Ez hebim Mirin nîne, Dema mirin hebe Ez nînim e.” Bi vî awayî binghê felsefeya materyalîzmê datîne. Materyalizm têgeheke felsefê ye ku dibêje çavkaniya hebûna Gerdûnê ji madeyê pêktê ye. hemû heyînên di gerdûnê de di çarçoveya van maddeyane de hatine sazkirin. Ji ber madde heye em dikarîn behsa hebûn û heyînên di gerdûnê heyî bikin.

Materyalîst jî kesên ku vê fikrê ango vê felsefeya hayeberî dipejîrinîn. Materyalîst dibêje ku di bingeha her tiştî de madde heye, ger amdde nebe tiştek nîne, li gor fikra wê ya ku bi çav tê dîtin û bi dest tê girtin dikare bibe hebûn û heyîn. Ji derveyî vêya hebûnên din napejirînin. Rûxmê hemû zindî taybet mirov hebûneke metafîzîke jî ev fikir hebûna rihî û hestî napejirîne. Pêkhateya mirov ya cesteyî bingeh digre û li ser vê fikra xwe bi daneyan di sepîne û tiştek ji derveyî vê fikrê ya bê dane napejirîne weke fikrekî ji rastî dûr û çavkorî dibîne. Ev teoriya felsefik ya meteryalizmê berevajiyê Îdealizmê ye, hemû rastiyên metafizik red dike.

Dema em li zindiyan dinêrin bi pênç pêhesan dikarin pênase bikin. Ev hemû jî dikevin aliyê metafîzîkê, lê fikira madde dibêje hebûn bingehê xwe dispêre maddeyê û vê ya red dike jî di pênasekirin û rastiya zindewerandan kêm dimîne. Dema em van pênç pêhesan ji mirovan bigrin, di dest heyîneke robot zêdetir tiştek din namîne. Mirov dadixîne astekî robotîk de û di heman demê de Gerdûnê jî weke xwedî çerxeke dizivire digre dest.  Em dikarin bêjin vê fikirê bingeha Pozîtîvîzmê jî daye avakirin ku xwe dispêre encamê. Materyalîzim bi taybet hebûna baweriyê na pejirîne. Ruxmê ku bawerî yek ji xala sereke ya mirovane û hatina cem hev ya civaka ne jî, vê ya weke xorafeyekê dibîne û dibêje; Cîhana heyberî  ji vedana di mejiyê mirov de pêktê. Engels  dibêje ku pênaseya her tiştî dikare di çarçoveya zanistî de bê kirin û  Gerdûn di encama ji hev bandorbûna heyberan pêkhatiye. Ango felsefeya materyalîzm dualîteya jiyanê ya madde û ruhî ji hev qût digre dest tenê aliyek yê wê digre dest û ya din de jî red dike. Rûxmê maddeyê fikir û rûxmê bedenê jî ruh nîne di vê fikra xwe de jî paş de namîne. Hebûna hest, fikir, civakbûnê dispêre hebûna maddeyê. Dibêje taybet mirov bêyî hebûna fîzîkî nikare bi awayeke fikirî û derûnî hebe. Meteryalîst didin diyarkirin ku ger aqlê mirov nebe mirov nikare bi fikire û fikrê nû jî derbikeve holê. Ango madde nebe wê hiş jî nebe. Despêkê madde piştre fikire. Nêrandinekî hişk û zuha dane avakirin.

Di encama vê fikira ku hest, ruh û baweriyê ji nedîtî ve tê, zanisteke weke pozîtîvîzmê derkete holê ku mirovahî di encama ceribandinan de bi gelek komkujiyan re derbas kiriye. Hemû berhemê keda mirov jî kiriye maddeyeke kirîn û firotinê. Hest û keda bi pere neke, weke bê qîmet  û bê kêre îfade dike. Mirovên wisa avakirin ku madde kirin heyîna baweriyê. Di roja me ya îro de dema mirov temaşe dike mirov çawe ji zindiyekî ruhwerî vegeriyaye zindiyekî meta ango madde.

Yorum Gönder

0 Yorumlar