Li ser asîmanê wargeha penaberan ya Mexmûrê di rojên dawî de liv û tevgerek zêde ya balafirên keşfê heye, di van kêliyan de jî balafira keşfê digere.
Gorî agahiyên ji nûçegihanê me hatine standin, îşev tevgerek zêde ya balafirên keşfê li ser wargeha penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) heye. Gorî agahiyan di van kêliyan de jî balafira keşfê bê navber digere.
Nayê zanîn balafir ya dewleta Tirk a dagirker e, yan jî ya welatek din e.
Hêjayî gotinê ye piştî serdana Wezîrê Parastinê yê Iraqê ya ji bo Tirkiyeyê tevgera balafirên keşfê li ser wargeha penaberan a Mexmûrê zêde bû.
Di 29’ê Tebaxa 2022’yan de balafirek bê mirov a bi çek ya dawleta Tirk a dagirker li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) malek bombebaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Ebûzêt Abdullah Dêrhînî yê bavê 6 zarokan şehîd bû.
0 Yorumlar