Ticker

10/recent/ticker-posts

Ciwanên Mexmûrê bi meşekî meşaleyî Newroz pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûr bi boneya Cejna Newrozê bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) meşekî meşaleyî hate li darxistin û hate gotin ku wê Newroza 2023’yan bikin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Kurdistanê.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Cejna Newrozê, bi pêşengtiya Yekîtiya Xwendevanên Azad (YXA) meşekî meşaleyî hate li darxistin. Xwendevanên wargehê li ber dibistanên xwe kombûn û agir bi meşaleyên xwe xistin û ji dû aliyan ve berê xwe dan Çiyayê Qereçox. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Newroz li Rêber pîroz be’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Piştî ku meş gihişt serê gir daxuyaniyek ji aliyê ciwanê bi navê Delîl Kaya ve hate xwendin.

Daxuyanî wihaye:

“Destpêkê em Cejna Newrozê li Rêber Apo, li gerîlayên serê çiyan berxwe didin û li gelê çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pîrozdikin. Her wiha di kesayeta şehîdên Newrozê yên weke Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Sema Yuce, Bêrîvan û Rehşanan de hemû şehîdên têkoşînê bi rêzdarî bibîrtînin. Bê guman xeta berxwedanê ya Mazlum, Kemal û Zekiyeyan bû ku ev meş ronî kir, em van hevalên ku wate dane Newrozê bi minetdarî bibîrtînin. Di dîroka gelê Kurd de Newroz her tim bûye nîşaneya berxwedan û yekîtiyê li hember zilmê. Kurd îro pêkhateyek wisaye ku dixwazin berxwedanê berdewam bikin û yekîtiya xwişk û biratiya gelan, bi rêya demokrasiyê pêkbînin.

Gelên cûda bi hatina biharê weke cejnan pîroz dikin, lê Newroz ji bo Kurdan wateyek din heye. Newroz ji bo Kurdan ew roja ku gelê Kurd bi pêşengiya Kawayê Hesinkar agirê serhildanê li dijî şahê Aşûriyan Dehaq pêxistî û bi serkeftinê tacîdar kiriye. Lê di roja me ya îro de neviyên Dehaqê zilimkar AKP-MHP bi heman sîstemê zordariyê li ser ciwanên gelê Kurd pêktînin. Çawa rêheval Mazlum û hevalên wî serî li himberî zilmê netewand û bi ruhê xwe yê berxwdaniyê agirê bedena xwe xistî Cejna Newrozê pîroz kir, wê ti carî agirê Kawayê Hesenkar ne vemire û wê bi ruhê berxwedanê dawî li dagirkeriyan bînin.

Wê ev Newroz bibe Newroza yekîtiya netewa gelê Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Gelê Kurd bi felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin dike û li dora paradîgmaya azadiyê dimeşe. Rêber Apo bi vê paradîgmaya xwe xeta jiyana azad afirand. Em carek din dibêjin eger jiyan hebe, wê li dora vê çarçoveya vê paradîgmayê be. Emê bi felsefeya Rêber Apo jiyana azad û wekhev bi afirînin. Li ser vê bingehê Newroza 2023’yan bikin azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Kurdistanê.”

Piştî daxuyaniyê li ber stranên gelêrî govend hat gerandin û dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Newroz li Rêber pîroz be’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar