15’ê Tebaxê rastî rêya ku mirov ber bi heqîqetê ve dibe ye. Ji ber wê serwextbûna li rastiyê girîng û bi wate dibe.
Mirovek
ango civakek heta ku li rastiya xwe serwext nebe, nikare li gorî heqîqeta xwe
jî bijî. Mirov û civakên ku li gorî heqîqeta xwe nejîn, ew mirov û civakên ku wateya hebûna xwe ji
dest dane û bi vê re wateya jiyînê wenda kirine. Civak û mirovên ketibin rewşek
wisa ku êdî tu hêzê di xwe de nebîne ku pêşeroja xwe ava bikin wê nekarin
heyîna xwe jî bidin berdewam kirin.
Em civaka Kurd
tu zext û zordarî nemaye ku li ser nehatî kirine. Ji ber nasnameya me ya
Kurdbûnê, hebûna me nehatiye pejirandin. Her tim hatine qirkirin û komkujî li
ser hatiye kirin. Ji ber zimanê me Kurdî bû, em wek mirovên hov hatin dîtin. Em
neçarî zimanê biyanî kirin. Di nav van zext û zoriyan de me zimanê xwe jibîr
kir. Ji ber çanda Kurdî, Kurd hertim paşketî hatin dîtin. Ji ber wê hertim xwe
şibande her kesî û ji xwe re xerîb man. Ji ber dewlemendiya welatê xwe em
hertim bi êrîşan re rû bi rû man. Me li deriyê her kesî da ku em ji bo xwe warekî
yê jiyanê peyda bikîn. Lê em neketin ferqa jiyana li ser cihûwar û axê xwe, çiqas
xweştir ji ya ber deriyê xelkê; ma jiyana ne li ser warê me be dikare bi rûmet û ya
mirov be.
Hîn em
dikarin vê rastiya ku me wek qedera xwe dibînin, berdewam bikin. Lê bi kurtî ji
rewşa heyî diyar dibe tu tiştekî nemaye ku me wek civaka kurd winda nekiriye.
Tam di rewşekî ewqas xirab de ku hêviyê jî ji xwe bawer nekiribû carekî din li
vî welatî zindî bibe; li ser heman axê û li heman welatê ku heqîqet hatibû
berovajî kirin. Rêber Apo wek rojê hiltê, heqîqeta Kurd û Kurdistanê ronî dike,
tenê bi vê re jî sînordar nema bû ronahiyek ji bo mirovahiya bindest.
Bi ked û
têkoşînek mezin ku hîn me ne kariye xwe bigihîne wê rastiyê li hemberî hemû
curê êrişan li ber xwe dide. Eger em vê rastiyê hîn şênber bi nav bikin, bi pêngava
ku di pêşengtiya Şehîd Egîd (Mahsûm Korkmaz) de ku 15’ê Tebaxa 1984’an li Eruhê
di guleya destpêkê ya li hemberî dijmin avêtin de mirov dikare bibîne. Ev
pêngav dibe îfadeya şerê rizgariya netewî.
Pêngava 15’ê
Tebaxê îfadeya ji nû ve jiyîn ango vejina Kurdane. Ji wê rojê heta niha şerê
hebûn û jiyanek bi rûmet tê kirin. Bi hezaran jin û xortên ciwan yên ku rastiya
vê pêngavê dîtin xwe dan ber barê dewamkirina vê têkoşînê. Îro li ser vê mîraseyê
li Zap, Avaşîn û Metîna Egîdên demê bi îradeya pola, bê dudilî li hember hêza NATO’yê
şerê parastina rûmetê dikin. Divê oxirê de bi cesareteke mezin bi ser dijminê
hov ve diçe ku tu pîvanê exlaqî li gel nîne, destanên qehremaniyê bi berxwedana
xwe dinivîsînin.
Çawa
hevalê Egîd rawestgeha dîroka Kurd guherand, îro jî Egîdên demê soza serkeftina
rawestgiha vê dîrokê dane. Bi fedekarî û fedayîtiya xwe dîroka gelê Kurd bi
tîpên zêrîn dineqişînin. Ya ku îro wekî jinên ciwan û ciwanên Kurd bi taybet
yên wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji me tê xwestin rastiya
jiyana Egîdan famkirin, li ser şopa wan û nirxên wan bi xwîna xwe avakirine xwedî
derketine. Berovajî wê dîrok ji me hesabê vê yekê bixwaze. Ji ber wê divê em
wekî ciwan ji Kurdbûna xwe hez bikin û li ser vê esasê xwe birêxistin
bikin.
Baran
Mawa
0 Yorumlar