Ticker

10/recent/ticker-posts

Li Mexmûrê Şehîd Rustem, Çîçek û Elîşêr hatin bibîranîn

Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Mexmûrê Şehîd Rûstem Cûdî, Çîçek Kiçî û Elîşêr Koçgirî bibîranîn. Di bîranînê de soza pêkanîna xeyalên şehîdan hat dayîn.

Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), Şehîd Rûstem Cûdî, Çîçek Kiçî û Elîşêr Koçgirî bibîranîn.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan, bi tevlîbûna gelê wargehê û bi deqeyek rêzgirtin destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sedîq Heştanî axivî û di kesayeta Şehîd Rûstem Cûdî de tevahî cangoriyên Tevgera Azadiyê bibîranî û wiha got: “Em destpêkê tevahî şehîdên Rojavayê Kurdistanê bibîrtînin û bejna xwe li ber keda wan ditewînin. Şehîd wateya jiyana me ye. Ji ber ku em bi saya wan şehîdan hatine vê astê. Gelê wargehê piranî Şehîd Rûstem Cûdî ji nêz ve nas dikin. Wargeha me jî li ser navê Şehîd Rûstem e. Li ser şehîdan axaftin û keda wan anîna li ser ziman pir zehmet e. Em tenê dikarin bi şopandina doza wan û pêkanîna xeyalên wan, xwedî li şehîdan derbikevin.”

Piştî axaftinê, bîranîna Şehîdan bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû. 

Yorum Gönder

0 Yorumlar