b- Neteweya demokratîk ne bi
tenê têgîn e, weke rastî jî berbiçav dibe. PKK’ê di dema qonaxa koma îdeolojîk
de têkoşîna li dijî milliyetgiriya neteweya bindest û serdest meşandî, di çarçoveya
tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî de dîsa li dijî herdu dewletdariyên netewe weke
têkoşîna neteweya demokratîk dewam dike. Dewletên netewe yên serdest bi tenê bi
hêzên zorê yên eşkere yên li ber çavan û hevkarên xwe yên bi peran hewl didin
li ser piyan bimînin, lê tevî milliyetgiriyên li dora wê hemûyan, tevî
destekdarên wê yên hundir û derve hemûyan, tevgera neteweya demokratîk wê dorê
li dewletdariya netewe ya Kurd bigire û wê tecrîd bike. Di Şoreşa Kurdistanê de
cara pêşî ye ku alternatîfa dewleta netewe û alternatîfa neteweya demokratîk
hewl didin bi hev re rol bigirin.
Di Şoreşên
Fransî û Rûs de û di gelek şoreşên din ên modern de ev herdu alternatîf di
zikhev de pêk hatine. Di Şoreşa Kurdistanê de jî ev herdu alternatîf ji hev
cuda dibin, di navbera wan de xeta îdeolojîk, polîtîk û çalakiyê zelal dibe û
ev bûyereke dîrokî ye. Heta niha di tevahiya şoreşên modern de yan bi temamî
serdestiya tebeqeya jor an jî berevajiyê wê serdestiya tebeqeya jêr xwedî hukim
bû. Dema bi hev re bûn yan jî wexta ji hev cihê bûn, sînorên zelal di navbera
xwe de nedidanîn. Têkoşîna yek a din tesfiye bike kiribûn rêbaza sereke ya
têkoşînê. Ji bilî bi hêzkirina modernîteya kapîtalîst, ev rewş bi kêra tiştekî
din nedihat. Hem di navbera herdu çînan de hem jî di navbera herdu neteweyan de
têgihiştineke şaş a têkoşînê hebû. Herçiqasî di tecrûbeya şerê gel ê şoreşgerî
yê Kurdistanê de ev rewşa şîlo ji serî ve bişibe mînakên beriya xwe jî têkoşîna
zêde û dijwar di encamê de cudabûn bi lez û zelal kir. Di vê pêvajoyê de PKK ne
bi tenê ji dewletdariya netewe ya sosyalîzma pêkhatî bihurî, bi awayekî
îdeolojîk ji dewletdariya netewe ya bûrjûwaziyê ya ji nava sosyalîzmê derketî
jî bihurî ango pirsgirêka netewe ji pirsgirêka avakirina dewleta netewe derxist
û li şûna wê modeleke di kategoriya neteweya demokratîk de ava kir ango gel bi
xwe, xwe weke neteweyeke azad û wekhev pêk tîne. Kategoriya neteweya demokratîk
hem ji aliyê çînî ve hem jî ji aliyê çareseriya pirsgirêka neteweyî ve kir
modeleke alternatîf. Neteweya demokratîk kir hêmana herî girîng a modernîteya
demokratîk (Hêmanên din ev in: Îndustriya ekolojîk û ekonomiya kominal a ku
karê li derve dihêle). Ji dewletdariya netewe ya Hegelî ku ji sedûpêncî salî
zêdetir li serê sosyalîzma zanistî bû bela bihurî û li sosyalîzma herî nêzî
zanistê rê vekir. Bi vî awayî di avakirina sosyalîzma felsefî, zanistî, exlaqî
û estetîk de alîkariya herî girîng kir.
c- Tevî vê alîkariya dîrokî ya
di qada teorîk de, di qada pratîkî de, di rewşa berbiçav a rastiya civakî ya
Kurd de pêkhatina neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk bi lez bûn.
Sînorên di navbera Kurdên çar parçeyan de bi pêkhatina neteweya demokratîk
bêkêr bûn. Sînor ji bo dewletên netewe her tiştin, lê ji bo neteweya demokratîk
ketin rewşa ne tiştekî. Neteweya demokratîk di hişê gel de weke şoreşa herî
girîng a bîreweriyê hat hûnandin, xweseriya demokratîk jî weke şoreşa herî
girîng a bi gewdebûnê li her parçeyî hat avakirin. Çerxên mekanîzmayên
qirkirina çandî ya dewletên netewe yên Tirkî, Îran, Iraq û Sûrî bi giranî vala
digerin û her beşê gelê Kurd ê li van parçeyan, bûn parçeyekî avaker û afirîner
ê neteweya demokratîk. Şerê gel ê şoreşgerî ne bi tenê qirkirina çandî ya
hegemonya dused salên dawî ya modernîteya kapîtalîst û komploya dewletdariya
netewe ya ajan derxist holê, jê hat ku weke alternatîf li her parçeyî neteweya
demokratîk di hişê her mirovê Kurd ê durist de û di bedena her civaka Kurd de
pêk bîne û ev serketineke mezin e. Li ser vî bingehî, di serî de gelên cîran
ango gelên Tirk, Ereb û Fars, çandên hindikahiyên din û gelên tesfiye bi serê
wan de hatine (Ermenî, Grek, Suryanî û yên wekî wan) ji bo weke koma neteweyên
demokratîk di nava xwe de bi dostanî piştgiriya hev bikin û bi rola pêşengiyê
ya di avakirina modernîteya demokratîk de rabin û vê serketina dîrokî li nava
herêmê û dinyayê bi pêş bixin, derî bi temamî vekirine.
DAWÎ.
0 Yorumlar