Hêzên hegemon
di sala 2021 -2022’an de konsepta şerê tinekirina gelê Kurd dan destpêkirin. Dema
bi vê konseptê nekarîn gelê Kurd tine bikin, gelek îtifaq û birayar hatin
dayîn. Berdevkê van îtifaqan jî dewleta Tirk û Kurdên xayîn PDK bû. Serokatî di
nîva sedsala 20’an de, di pêvajoya ku Kurd ji dika dîrokê hatibû rakirin de bi
peyva ‘Kurdistan bindeste’ dest bi têkoşîna azadiyê kir. Dema temaşekirin dîtin ku li rûxmê dîlgirtina Serokatî jî têkoşîn
têkneçû, dest bi polîtikaya şerê qirêj yên wek xirakirina Şehîdlikan,
texrîbatên xwezayî û pêşxistina fihûş, kîmyayî û îstixbaratî êrişî gelê Kurd û
gerîlayên azadiya Kurdisanê kirin. Lê cardin jî gelê Kurd ji doza xwe gav bi
şûnde ne avêt. Ji ber ku nehîniya li hember desthilatdaran li berxwedide
felsefeya Rêber Apo ya paradîgmaya netewa Demokratîk a ekolojîk û azadîxwaziya Jinê
ye. Rêber Apo xwe di nava mejiyê Kurdan de rêxistin kir. Şervanên Azadiyê jî di
nava vê salê de ji bo pergala Rêber Apo jiyanî bikin li hemû qadan têkoşiyan. Çima
ewqas êrişî jinê dikin? Ji ber ku pergala cîhanê pergalek baviksalarî ye.
Serokatî di destpêka salê 2000’an de got: ‘Sedsala 21’an sedsala azadiya jinê
ye.’ Pêşketina şoreşa Rojavêyê Kurdistanê jî mînaka vê ya berbiçave. Niha bi
îrdeya şoreşa Rojavayê Kurdistanê li Rojhilatê
Kurdistanê di pêşengtiya jinan de şoreşa gel hatiye destpêkirin. Berdevkê
sîstema baviksalarî DAIŞ di pêşengtiya Jina Kurd de têkçû. Piştî şikandina
DAIŞ’ê û şûnde hêzên hegemon li hember Rêbertî û jinên Kurd bi kîn bûn. Ji ber
vê jî rojane jin li Bakur û Başûrê Kurdistanê, li Îran û Rojhilatê Kurdistanê
tên qetilkirin. Armanca van êrişan şikandina îradeya jinên şoreşger e. Jinên ku
li derdora fikrê Rêbertî kom bûyîn, li dijî van êriş û zilamên çort têkoşîn dikin. Jina ku ketiye ferqa hebûna xwe
serî ji zilam re netewandiye. Ev çi bira be, çi zilamê wê be yan jî dewelet be.
Êdî jinek serhildêr di xuliqe. Ev jina serhildêr bingihê şoreş û jiyanek nû ye.
Dengê jinê yê gur û geş dibe mizgîniya azadiya jinê. Di sala 2022’an de ji bo desthilatdariya
zilam ji dest neçe û bikaribe xwe li ser lingan bigire, Serokatî xistin armanca
xwe. Lê ya ku dixwastin, Serokatî ne da dest wan. Bi vê kînê êrişî zindanan
kirin, gelek girtiyên azadiyê di zindanan de qetilkirin. Girtiyan di oxira vîna
xwe de canê xwe dan. Ev helwest, helwestên pîroz yên ku mirov jê re rêz bigre ye.
Dema nekarîn îradeya Serokatî û girtiyên azadiyê tine bikin, vê carê êrişî
çiyayên azad û parêzvanên gelê Kurd kirin. Di 14’ê Nîsanê de dest bi operasyonek
berfireh kirin. Di 8 mehan de ti cûrê kîmyayê neman ku karneanîn. Hemû hêza xwe
da çiyayên azad ji bo ku pêşî li komkujiya Kurdan vekin, lê nekarîn tiştekî
bikin. Hulusî Akar bixwe têkçûna xwe ragihand, ne got em li Zapê şikestin, got:
‘Em paşde dikişin.’ Di pêşengtiya YJA-Star û jinên şoreşger de bi ruhê fedayî
ya xeta Zilan berxwedanek pir bi wate hat pêşxistin. Mînaka vê jî Sara û Rûken
in. Li beramberî Tirkan şer kirin, li hember hişmediya baviksalarî şerkirine. Hêza
gerîlayan bû bingihê şikandina dewleta Tirk, hişmendiya PDK’ê û hemû hêzên NATO
yê. Li Bakurê Kurdistanê jinên pêşeng yên ku li hember desthilatdaran têkoşîn
dikin tên dîlgirtin û qetilkirin. Li Rojihilatê Kurdistanê jin li hemberî
sîstema desthilatdar dest bi têkoşînê kirine. Rûxmê hemû êrişan jî jinê gelek
destkeftiyên mezin bi destxistin. Li Ewropa di pêşengtiya jinên şoreşger de hemû
jinên cîhanê li dora fikrê Rêber Apo hatin gelhev, netewek a jinên demokratîk
hat afirandin. Yek ji wan pêşengan jî Heval Evîn bû. Dijmin xwe li vê neragirt Heval
Evîn kirin hedef. Roja heval Evîn hatî şehîdxistin wê rojê dewleta Tirk ji Zapê
vekişiyan. Ji bo binketina xwe bidin nixumandin ev êriş pêkanîn. Cardin nekarîn
vîna Kurd teslîm bigirên. Kurdan rûpêça dewletên Ewropa yên ku dibêjin em
demokratin daxist û diyar bû ku çawan berjewedniyên xwe diparêzin. Berxwedana gelê
Kurd ya li Ewropayê mizgîniya Kurdê azade. Ev ders derxistina ji dîrokê ye.
Konferansa Lozanê ya ku îsal hatî li darxistin dîrokî û bi nirxe. Li Lozanê
Kurd hatin parçekirin û li wir jî Kurdan xwe kir yek. Gotin sedsala 21’an sedsala
Kurdê azad e ku pêşengtiya wê jina Kurd dike. Nîşana vê jî Rojhilat û Rojavayê
Kurdistanê, Bakûr, Şengal û Mexmûre. Pêşengên van serhildanan jinin. Parastin û
mîsoger kirina azadiyê, li derdora fikrê Rêbertî kombûn û bilind kirina nirxê
şerê gelê şorşgerî ye. Axaftinek Kurdî heye ku dibêje: ‘Çûka ku ji refê xwe qut
bibe, tenê nêçîra teyra ye.’
Zozan Botan

0 Yorumlar