Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Şehîd Amara Rûbar û Şehîd Rûken Gabar konê sersaxiye hat vedan.
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo
Şehîd Amara Rûbar û Şehîd Rûken Gabar ên li Cûdî şehîd bûyîn konê sersaxiyê hat
vedan. Konê ku ji bo her dû şehîdan hatibû vedan, ji aliyê sazî û gelê wargehê
ve hatin ziyaretkirin.
Di dema serdanê de di kesayeta herdû şehîdan de ji bo tevahî
şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li
ser navê şêniyên wargehê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Yusif Kara axivî û da
diyarkirin ku hemû şehîdên doza azadiyê canê xwe ji bo gelê xwe, hebûn û nirxê
xwe fedakirî bi bîrtînin.

Yusif Kara di axaftina xwe da zanîn ku ew di pêvajoyek hesas
re derbaz dibin û wiha pêde çû: “Em xwedî dijminekî barbar, faşîst, qirker û
şerekî bê edalet re rû bi rû ne, ji ber wê êş û azarên me pir giranin. Lê em jî
dixwazin welatekê azad bikin, em dixwazin di vê cîhanê de bibin xwedî
statûyekê, her wiha wekî her kesekê, em jî dixwazin li ser axa xwe bi kerameta
xwe jiyan bikin. Em li hember dewletên barbar şerê ji bo azadiya xwe dikin, ji
ber wê jî em bedelên giran didin. Bi dayîna her bedelekê re parçeyek jî canê me
diçe û em êşa wê dikişînin. Lê em şanazin ku xwedî van parkrewananin û li ser
xaka xwe li şeref û kerameta xwe xwedî derdikevin û dibêjin emê di vê
sedsala 21. de bibin xwedî nirx, xwedî statû û hebûn. Em dûbare dibêjin serê
Rêbertiy me saxbe, serê rêhevalên wan, serê malbata hêja û tevahî gelê Kurd yê
welatparêz saxbe.”

Her wiha li ser navê malbatê jî bavê Şehîd Amara Rûbar,
Ehmed Kapar axivî û destpêkê xêrhatina kesên amade kir û got: “Emê heta dawiyê
li pey şehîdên xwe bin, em hemû şirîkê vê xemê û vê têkoşînêne. Ev têkoşîn,
mirin û mayîn ya me hemûyane, emê heta dawiyê li pey şopa wan bin. Di cîhanê de
bi milyonan mirov bê ewlat jiyan dikin, lê kesek bê welat nikare jiyan bike. Ji
derveyî rêya berxwedan û têkoşînê ti rêyek din ji bo me nîne. Heta ku em
negihin serkeftinê, em serokatiya xwe azad nekin, şehîdên xwe şanekin em ji vê
rêyê venagerin.”

Li sernavê malbata şehîd Rûken Gabar, Hamîd Otun axivî û
destpêkê xêrhatina gel kir û got: “Serê Mîmarê azadiyê Serok Apo saxbe, serê
heval û hogirên wê yên ku di çeperan de li ber xwe dide saxbe. Ne şehîda me
tenê ye, ya tevahî gelê Kurd e, şehîd namirn hûn hemû bixêr hatin.”
Piştî axaftinan merasîm bi dirûşên, “Bijî Serok Apo”, “Şehîd
Namirin” bi dawî bû.

0 Yorumlar