Ticker

10/recent/ticker-posts

Xantur Kara: Dijmin pêşengên azadiya jina Kurd dike hedef

Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xantur Kara: “Ger reşkujiya yekem a Parîsê bihata ronî kirin, reşkujiya duwem pêk nedihat. Ne tenê komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan, di dîrokê de gelek komkuji bi serê gelê Kurd hatine, hemû jî weke faîlê wan nediyar hatine diyarkirin. Ango hertim bi hevkariya dewleta Tirk û hêzên navdewletî hatine ser nixumandin.”

Farqîn Kara

Dewleta Tirk a dagirker bi komkujiyên tarî gelek pêşengên Têkoşîna Azadiya civaka Kurd û azadiya jinê hedef girtiye. Di 9’ê Çileya sala 2013’yan de li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ya li nêzîkî Gare du Nord a paytexta Fransa Parîsê 3 jinên şoreşger, ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez (Ronahî) ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin qetilkirin. Di 4’ê Çileya sala 2016’an de heman awayî dewleta Tirk a dagirker li Silopiyayê 3 jinên têkoşer Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar qetilkirin.

Herî dawî dewleta Tirk a dagirker û faşîst bi cara duwemîn li navenda Fransayê Parîsê li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya pêşeng, hunermend û welatparêzan kir hedef û Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer û çalakvanê siyasî Abdurehman Kizil hatin qetilkirin.

Di derbarê komkujiyên ku di şexsê tevahî jinên azadîxwaz de li ser jinên pêşeng ên Kurd hatîn kirin, Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar a Mexmûrê Xantur Kara ji Rojnews’ê re axivî.

‘Faîlê her komkujiyên ku serê gelê Kurd hatîn, diyarin lê tên veşartin’

Xantur Kara di destpêka axaftina xwe de tevahî şehîdên doza azadiya Kurdistanê bi bîranî û wiha axivî: “Dema em li dîrokê dinêrîn, hertim li ser gelê Kurd gelek komkujiyên cuda cuda yên hovane hatine meşandin. Komkujiyên li Geliyê Zîlan, Dêrsim, Agirî, Helebçe, Roboskî, komkujiyên herî dawî li Parîsê ku di nêzîkbûna salvegera yekem a komkujiya Parîsê de pêkhatî û gelek komkujiyên din mirov dikare bi rêzê ve destnîşan bike. Lê heta roja me ya îro jî, bi astek bilind meşandina têkoşîn û berxwedanê me hebûna xwe ya çand, ziman, nasname û neteweyî kariye biparêzin û bidin berdewamkirin. Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, di şexsê pêşengên gelê Kurd de bi van reşkujî û komkujiyan berdewam e. Dijminê me li seranserê Kurdistanê û dervey welat, bi taybet jina Kurd ango pêşengên azadiya jina Kurd dike hedef.”

‘Hem şerê sor hem jî şerê spî didin meşandin’

Xantur Kara di dewama axaftina xwe de da zanîn ku dijmin bi xwe di ferqa hêza jina Kurd de ye û wiha got: “Di asta pêşengtiya jina Kurd û gelê Kurd de erk û berpirsyartiyên ku jina Kurd îro pêktne, dijmin bi xwe di ferqa vê yekê de ye. Ji bo ku nehêle Pergala Xweseriya Neteweya Demokratîk, şênber bibe û jiyanî bibe, çi ji destê wê tê dike. Qirkirinek fîzîkî hem di aliyê kuştin û dagirkirinê de hem jî di aliyê asîmîlasyonê de, şerekê sor û spî li beramberî gel û netewa Kurd didin meşandin ku hîna bi rê û rêbazên cuda berdam dikin. Dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd di aliyê nasname, çand, huner û her aliyê jiyanê de tune bike. Me dît dema li çiyayên Kurdistanê beramberî gerîla bin ket serî li rê û rêbazên hovane yên weke bikaranîna çekên kîmyawî da. Ev yek mînaka herî berbiçave ku dema dewleta Tirk binkeftinê jiyan dike çawa bi awayekî hovane êrişî zarokên Kurd, jina Kurd, xwezaya Kurd û gelê kurd dike.”

‘Dewleta Tirk ji jina rêxistinkirî ditirse’

Her wiha Kara qala giringiya azadîxwaziya jinê kir û wiha pê de çû: “Bê guman hêmanek bingehîn ya Xweseriya Neteweya Demokratîk, azadîxwaziya jinê ye. Em hem ji perspektîf û nirxandinên Rêbertî hem jî ji tevgerên Rêbertî yên li beramberî jinê dizanin, çiqas giringî daye azadiya jinê. Eger em îro wek jinên Kurd azadiya xwe mîsoger nekin, bê guman emê nikarin civakekî azad jî bidin avakirin. Rêbertiya me di demek zû de ketiye ferqa vê yekê û li beramberî vê yekê got sedsala 21. sedsala azadiya jinê ye. Li ser vî bingehî weke jinên Kurd, li seranserê cîhanê di aliyê rêxistinî û civakî de rol û mîsyona xwe ya esas dileyîzin. Ji ber wê yekê dewleta Tirk a faşîst ji jina rêxistinkirî ditirse. Ji ber ku dizane dema jina rêxistinkirî bikare xwe di nava civakê, malê û gel de rêxistin bike, wê ew civak û gel jî bikare xwe rêxistin bike. Ji xwe dema ku civakek bikare li dijî dijmin û êrişên fîzîkî û rewanî yên li ser tên meşandin xwe rêxistin bike, tu hêz nikare wê civakê têk bibe.”

‘Faîlê her komkujiyek serê gelê Kurd hatî, diyarin lê tên veşartin’

Xantur Kara balkişand li ser êrişên li ser pêşengên jin ên Kurd û wiha berdewam kir: “Di demên dawî de bi taybetî êriş di şexsê civakê de li ser pêşengên jin ên Kurd tên kirin. Li Silopiyayê 3 jinên bikarin civakê birêvebibin hatin qetilkirin, li Kobanê 3 jin bi hevre hatin qetilkirin. Heman şêweyî li Parîsê 3 jinên pêşeng hatin qetilkirin. Herî dawî jî heval Evîn li gel hunermend Mîr Perwer û Abdurahman Kizil hatin qetilkirin. Jinên Kurd li seranserê cîhanê yekitiyê belav dike. Beramberî vê, ji bo dijmin nehêle yekitî û hevgirtina gelê Kurd pêkwere, yekane armanc û hedefa wan qirkirina jina Kurd e. Dema ku jinên civakekê azad yan jî kole be, xwezayî ew civak bi xwe jî azad yan jî kole ye. Ne tenê komkujiya 9’ê Çileya 2013’yan, di dîrokê de gelek komkujiyên serê gelê Kurd hatîn, hemû jî weke faîlê wan nediyar hatine diyarkirin. Ango hertim bi hevkariya dewleta Tirk û hêzên navdewletî hatine ser nixumandin, sedema vê ya jî ewe ku dewleta Tirk û hêzên navdewletî hemû bi hev du re hevkarin.”

‘Ger reşkujiya yekem a Parîsê bihata ronî kirin, reşkujiya duwem pêk nedihat’

Xantur Kara her wiha giringî da têkiliya navbera her du qetlîamên li Parîsê hatîn pêkanîn û wiha ragihand: “Reşkujiya ku di 9’ê Çileyê de li beramberî heval Sara û hevalên wê hatîn pêkanîn, li beramberî jina Kurd û gelê Kurd hat pêkanîn û nehat ronî kirin. Di asta navdewletî de piştgiriya sixûran hat kirin û hate veşartin. Ger ew reşkujiya 9’ê Çileyê bihata ronî kirin, wê reşkujiya 23’ê Kanûnê li heman cihî li dijî heval Evîn û hevalên wê pêknehatiba. Ev kîn û hêrsa me ya li dijî dewleta Tirk a faşîst û komkujiyên ku pêktîne, emê vegerînin hêza rêxistinbûyînê. Êdî em berbi kêliyên xwe yên serkeftinê ve diçin ji bo wê divê em li gorî wê li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikevin. Dem dema parastina destkeftiyên ku encama berxwedanî û têkoşîna şehîdan û keda Rêber Apo de hatî bi destxistin e.”

‘Azadiya jinê di yekitiyê de veşartiye’

Xantur Kara di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku divê em demil dest di nava gelê Kurd û asta navneteweyî de yekitiya netewî avabikin û di çarçoveya Şerê Gelê Şoreşgerî de xwe rêxistin bikin û wiha bi dawî kir: “Divê wek jinên Kurd li gel jinên cîhanê li ser pergala Rêber Apo pêşwazî tevahî gelan kirî, yekitiyek xurt avabikin. Enceq bi vê em dikarin azadiya jinê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo mîsoger bikin.”

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar