Me sala
2022’an li pişt xwe hişt. Bê guman di sala 2022’an de gelek bûyer û pêşketin
hene ku mirov bi nirxîne. Di cîhanê de di gelek milan de wek aborî, çand, siyaset,
şer, tenduristî, ekolojî, jin, ciwan û bi giştî di civakê de gelek geşedan
çêbûn.
Di aliye
pergala modernîteya kapîtalîst de, ya ku ne hatiye guhertin, berdewamiya
qeyranên wê ne. Ji kîjan alî ve bê temaşekirin encam û ruxêneriya ku di civakê de
çêkiriye tê dîtin. Di pêvajoyeke ku civakê di got êdî me xwe ji nexweşiya
corona ya ku modernîteya kapîtalîst pêşxist rizgar kir, şerê Rusya û Ukranaya
destpê kir. Hê di aliye derûnî û maddî de civaka cîhanê birînê xwe derman nekirin, şerê ku destpê kir, carek din barek
giran danî ser pişta civakê.
Di
şerê Rusya û Ukranya yê de dubare derket
holê ku yê di şer de her winda dike civake. Ji ber ev şer ne şerê civakêye, şerê
hêzên desthilatdar û dewlet- netewe ye. Ew ji bo ku hegemonya xwe berfireh bikin tenê civakan dixin qurban.
Her kes di
zane şerê ku destpêkirî di encama rageşiya NATO ku pêşengtiya wê dewletên yekbûyî
yên Emerîka (DYA) û Rusya dike de
pêkhat. Wek dewlet Ukranya jî xistin nav vê lîstikê û Ukranya wek qada
xwe lihev rageşiyê bi kar anîn. Bê guman ev şer wê hê gelek encaman bi xwere
bîne, lê ji niha ve bi milyonan Ukranî neçar man ji welatê xwe derbikevin û
berê xwe bidin penaberiyê. Erê va me di vê sedsalê de penaberên “çav şîn û pêst
spî” jî dîtin.
Dîsan di
sala 2022’an de me nakokiyên DYA û Çîn ê, bi vê ve grêdayî nakokiyên Çîn û
Taywan ê jî dît. Ew jî nakokî û pevçûnên bidest xistina hegemonya ya cîhanêye. Pêwîst nîne em pir dûr
û kûr biçin.
Piştî şerê
sar, cara yekemîn gelê cîhanê xwe ewqasî nezî şerekî cîhanê yê ku çekê Nûkleer
bên bikaranîn dît. Tenê di vî alî de bê temaşekirin wê bê dîtîn ku pergala
modernîteya kapîtalîst ji tirs û xofê tiştek nade civakê. Kêmek be jî hêvî têde
nîne. Di sala 2022’an de tirsa şerê hegemonya, pirsgirêka birçîbûn, xizanî,
penabertî, nexweşî, desthilatdarî, têkçûna avhewayê, qetilqirina jinê, bê
îradekirina ciwanan û ji destdayîna hêviyê jiyanê li ser civaka cîhanê hat
sepandin.
Di aliyê
din de tekoşîna hêzên modernîteya demokratîk li hember pergala modernîteya
kapîtalîst mohra xwe li sala 2022’an da.
Yê ku
pêşengtiya vê dike Rêber Apo ye. Her çiqas dema behsa şerê cîhanê tê kirin
yekser şerê hêzên hegmon bên bîra cîvakê jî, lê ya rast şer di navbera çeteyên
modernîteya kapîtalîst û hêzên modernîteya demokratik de ye. Ev carnan wek şerê
germ tê kirin lê di bingehê wê de têkoşîna îdeolojîk ya li hember hişmendiya modernîteya
kapîtalîst heye. Rêber Apo di Îmraliyê de pêşengtiya şerê îdeolojîk yê li
hember modernîteya kapîtalîst dike. Her çiqas tecrîd û êşkence li îmraliyê
berdewam be jî, Rêber Apo bi sekna xwe û bi pêşxistina paradigmaya civaka azad
û demokratîk, hemû hêzên azadîxwaz û demokrasîxwaz li derdora xwe kom dike û
dike eniya herî pêş ya şer. Ji ber vê yekê jî hem dewleta faşîst û qirker û hem
jî hêzên hegemonîk di nav hevkariyekê de li Îmraliyê tecrîd û êşkenceye kûr
dikin.
Hêzên
azadîxwaz û demokrasiyê bi vê rastiyê ve girêdayî li derdora Rêber Apo kom
dibin û têkoşîna şikandina tecrîd û êşkenceya li Îmraliyê didin. Di heman demê
de têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê dayîn.
Sala 2022’an
divê mijarê de şahîdiya gelek çalakî û helwestên kesayetên demokrat, rewşembîr
û hûnermendan kir. Her çiqas tecrîd di sala 2022’an de bi şêwazek herî giran
hat meşandin jî lê şikandina tecrîdê û azadiya fîzîka ya Rêber Apo xistina
navenda hemû çalakiyan xeta rast a çalakiyan nîşan dida. Bê guman dibe ku di
sala 2022’an tecrîd nehatibe şikandin, lê di dawiya salê de ya ku tê dîtîn,
hêzên ku tecrîd û êşkenceyê di meşînin lawaz dibin, yên ku daxwaza azadiya
fîzîka ya Rêber Apo dikin bêhtir bi hêzbûne û xwedî hêvîne. Di vê mijarê de bê
guman di sala 2023’an de şikandina tecrîdê û bi destxistina azadiya fîzîkî ya
Rêber Apo wê bibe hilweşandin û têkçûna pergala desthilatdar û dewlet- netewe.
Sala 2022’an
şahîdiya berxwedaniya dîrokî ya gerîlayê modernîteya demokratîk kir. Pîştî şerê
Rusya û Ukranya destpêkir, Tirkiyê ev yek wek firsetek nirxand hema bi yek carê
êrişî Zap, Avaşîn û Metîna kir. Wisa hesab dikir ku wê di demek kurt de herêmê
bidestbixe û piştre jî êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Lê belê hesabê wan
li hev nehat. Gerîlayê modernîteya demokratîk di tevahiya sala 2022’an de
berxwedaniyek wiha nîşan da ku tenê gelê Kurdistan, hemû gelê azadîxwaz bandor
kir. Ji tevahî gelê bindestre hêviyê serkeftinê da avakirin. Bi gîştî di 8
heyvan de ruxmê rejîma faşîst û qirker hemû çekên kîmyawî, taktîk nûkleer û termobarîk
bikar anîn jî, nekarî gerîla bi bin bixe. Berovajî yê ku cenazeyên xwe
şewitandin, li pişt xwe hiştin û kuştiyê xwe ji raya giştî veşartin, arteşa
dagirker ya Tirkiyê bû. Gerîlayên Kurdistanê bi tarz û taktîkên nû, hêza xwe ya
îdeolojîk û leşkerî nîşanî hemû cîhanê dan.
Bê guman
berxwedaniya ku gerîlayên Kurdistanê nîşanda bandora xwe li ser civaka Kurdistanê
ya berxwedêr kir. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat gelê Kurd û dostê
wan hem ji bo silavkirina berxwedana gerîla û hem jî li hember bi karanîna çekên
qedexekirî li kolanan di nav çalakiyan de bûn.
Berxwedaniya
gerîlayê modernîteya demokratîk, tenê encamên leşkerî bi xwe re ne anîn. Di heman
demê de encamên sîyasî, civakî, aborî û çandî jî bi xwe re anîn. Dijminê dagirker
ku qirkirina civaka Kurd ji xwe re xistiye armanca sereke, bi êrişa li ser Herêmên
Parastina Medya hemwext li çar aliyê Kurdistanê û derveyî welat êriş bir ser
welatparêz û qada sîyasî ya gelê Kurd. Dijmin di xwest vîna gelê Kurd bişkêne.
Bi vê armancê li çar aliyê Kurdistanê û derveyî welat erişên bi armanca
qetilkirin, girtin û tirsandinê pêk anîn. Lê belê ji ber gerîla xeta berxwedanê
bilind kir, gel her tim li ser piya ma û qet gav paşde ne avêt.
Dijmin bi êrişên
ku li ser Kurdistanê kirîn xwest di aliyê aborî de civaka Kurdistanê talan bike
û muhtacê xwe bike. Lê di dawiya salê de, dijminê ku di vê armanca xwe de bi ser ne ket, di aliyê aboriyê de ket nava qeyrana aboriyê.
Bi vê jî sînordar nema xwe muhtacê kesên berê jêre digot; “kujer”kir. Ji bo ku di
aliyê aborî de xwe ji têkçûnê rizgar bike, tifa xwe carek din alîst. Çûyîna şefê
faşîst Erdogan ji bo Erebîstana Siudî ev yek vekirî nîşanî her kesê da.
Dîsan çawa
di sala 2008’an de di êrişa Zapê de arteşa dagirker bi binket û ev yek bû
mijara stran û destanan, niha berxwedana ku li Zap, Avaşîn û Metînayê hatî
kirin jî dehan stran, destan û romanan re dibe mijarek sereke. Jiyana her
gerîlayekî ku di tûnelên şer de şer kirî, li hember her cûre çekên qedexekîrî
li berxwe da û teslîmîyet qebûl nekir, ji ciwanên demê re dibe nîşaneya
serkeftinê. Her ciwanekî Kurd û her cîwanekî şoreşger ji xwe re pîvan û xeta
gerîlatiya serdemê ya modernîteya demokratîk esas bigre.
Berxwedaniya
gerîla tenê hesabên rejîma faşîst û qirker a AKP-MHP’ê li herêmên parastina
medya vala dernexist. Di heman demê de plana dagirkeriya Tirkiyê ya dagirkirina
Şengal, Bakur û rojhilatê Sûriyê jî vala derxist. Her çiqas dijmin di vê
armanca xwe de hêjî bi israre, lê berxwedaniya ku gerîla nîşan da bê guman wê
bandora xwe li ser tarz û taktîkên hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Gelê
herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê di êrişên dawiyê de ku çêbûn de bûne xwedî
sekneke bi rûmet û bê navber li berxwedaniya gerîla xwedî derketin.
Hikûmeta Iraqê
ya bi pêşengtiya Kazimî ku hatibû avakirin, raste rast bi Tirkiyê re di nav
hevkariyan de bû û bi vê armancê jî peymana “Hewlêr” bi piştgiriya Tirkiyê, DYA
û UN bi PDK’ê re îmza kiribû xwest di sala 2022’an de bi cih bîne. Bi vê
armancê jî gelek caran êrişî hezên şengal û gelê şengalê kirin. Xwestin carek
din Şengalê teslîmî celedê Êzidiyan PDK’ê bikin. Li hember vê gelê Êzidî rûxmê
bedelên granbûha jî dest ji axa xwe bernedan û teslîmî van hêzên êrişkar nebûn.
Niha ya ku li holê maye, ne ew hikûmeta Kazîmî ku cîbicîkirêna van planan bû,
berxwedaniya gelê şengalê ye.
Berxwedaniya
gerîla rastiya hevkariya PDK û malbata Barzanî bi Tirkiyê re ji herdemê zêdetir
vê demê derxist holê. Di demeke ku gerîlayên Kurdistanê li hember arteşa
dagirker a Tirkiyê li ber xwe dida, PDK’ê derdora gerîla dorpêç dikir û rê ji
dagirkeran re vedikir. Di demeke ku dijmin li hemberî gerîla çekên kîmyawî bi
kar danî, PDK’ê maskeyên xwe parastina li hember çekên kîmyawî ku ji bo gerîla
diçûn desteser dikir. Gerîlayên ku wek takviye diçûn herêmên Zapê dixistin
keminê û qetil dikirin. Bi giştî tişta artêşa dagirker û qirker ya Tirkiyê ne
dikarî bike, PDK hewl dida bike. Ji ber vê yekê jî PDK di nav raya giştî a Kurd
û ya cîhanê de wek hevkarê rejîma AKP-MHP a qirker û dagirker hat dîtin û tehşîr
bû. Wiha jî ket dîrokê. Neha bi qasî Erdogan, Barzanî jî ji hilweşandina rejîma
AKP-MHP’ê di tirse. Ji ber ku bi vê rejîme xwe li ser lingan digre.
Bê guman
qadeke din jî ku dijmin êriş dibir ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî bû. Dijmin bi
balafirên şer û balafirên bê mirov gelek caran êrişî wargehê kir. Di encama van
êrişan de şahadet jî çêbûn. Dijmin di xwest bi van êrişan gel bi tirsine û
wargehê belav bike. Gelê wargehê ku ji destpêka penabertiya xwe ve rû bi rûyê
êrişan bûye û bedelên giran dane, li hember van êrişan jî bû xwedî helwestek
pîroz û li hemberî her êrişê bi sekna xwe ya bi şehîdan re xwesteka dijmin di
qirka wan de hişt.
Di sala
2022’an de her çiqas li hember jinê êrişên pir alî pêk hatin jî, yên ku li
hemberî van êrişan di astek bilind de liberxwedan di pêşengtiya jinên Kurd de
jinên cîhanê bûn. Hem pergala kevneperest wek Îran û Efganîstanê dor li jinê
girtin û xwestin wê bi fetisînin û hem jî pergala modernîteya kapîtalîst û
dewlet- netewe bi rê û rêbazên modernîst
xwestin jinê di nav xeyalê azadiya sexte de bi fetisînin. Jina ku di pêşengtiya
ilmê jinê ya ku Rêber Apo pêşxistî de li her qada jiyanê û şer de bi nasnameya
xwe li hember her cûre hişmendiya zilam ya desthilatdar liberxweda.
Di qadên şer de li hember dagirkeriya rejîma faşîst a Tirk gerîlayên
YJA-STAR’ê mohra xwe li berxwedanê dan. Dîsan hem 8’ê Adarê û hem jî 25’ê Mijdarê
jinan di asta cîhanê de bi pîrozbahî û protestoyan asta xwe ya rêxistinbûyînê nîşan
da.
Ya herî
grîng jî li Rojhilatê Kurdîstanê û Îranê li hember qetilkirina jina Kurd Jîna
Emînî serhildana jinên Kurd, Fars, Beluc, Ereb û Azerî bû. Bê guman ev
serhildan di pêşengtiya jinên Kurd de pêkhat. Druşmeya JIN JIYAN AZADÎ bû nasnameya serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê
destpêkirine. Van serhildanan 3’ê heyv li pişt xwe hişt û hêjî paşde gav ne
avêtin e.
Tekoşîna
jinan ku di sala 2022’an de hat dayîn, mîzgîniya ku wê sala 2023’an bibe sala destkeftiyên mezin ên jinan. Di heman demê de
mîzgîniya ku wê sedsala 21’an bibe sala jinan.
Di sala
2022’an de gelê Kurd bi sedan leheng û pêşengên xwe şehîd dan. Xeleka vê ya
herî dawî di encama komkujiya Parîsê ya dûyemîn de Rêheval Evîn Goyî bû, ku bi welatparêzên bi navê Abdullah Kizil û
Mîr Perwer re şehîd ket. Bê guman her
şahadetek ji bo gelê Kurd bahayek pir mezine. Bedelên herî granbûha ne. Dîsan
bi sedan Kurd hatin girtin, ji warên wan hatin qutkirin û gelek nirxên maddî jî
dan. Lê di dawiya salê de di pêşengtiya gelê Kurd de yê ku hêviyên xwe winda
nekirîn, yên ku baweriya wan bi serkeftinê heye, yên ku bi kelecan li benda
pêşerojêne gelên azadîxwaz û demokratin.
Yên
ku bawerî, îrade û heviyê her zîndî di
hêle, berxwedana Rêber Apo, Şehîdên şoreşê, PKK û têkoşîna di pêşengtiya jinên Kurde.
Yên li ber
rizîbûn, hilweşandin û tirsa binketinê ketiye dilê wan, pergal û hişmendiya
modernîteya kapîtalîst û dijminê ku kurdistan dagir kirî ye.
0 Yorumlar