Rojekê paşa û wezîrê xwe dikevin nava gel û digerin, bê ka rewş çiye û çi heye? Dema ku li kuçe û kolanan digerin rastî pirûdekî tên. (Kesên kûpên ji heriyê çêdikin) Rewşa pirûd gelekî bala paşa û wezîr dikişîne. Paşa û wezîr demek dirêj dirawestin li hostkariya pirûd temaş dikin, ji temaşekirina pirûd têr nabin. Lewara pirûd hem kilaman dibêje hem jî kûpan çêdike. Yanî pirûd bi eşq û evîn ji kezepê karê xwe dike. Destavêtina heriya sor, şikil û şemaldayîna wê hem xweşik bû hem jî zû çêdikir. Ne gengaz bû ku kesek din mîna wî van kûpan wiha bi ciwanî çêbike. Ne tenê xweşik her wiha di demek kin de di qeland û li kêleka hev rêz dikir. Paşa di dilê xwe de dibêje, ‘Ger di cîhanê de pêşbaziyek ya çêkirina kûpan hatiban lidarxistin, wê ev hosta zûra gişan bibirana.
Paşa ji
wezîrê xwe re dibêje: ‘Ev çi ecêba reş û girane wezîr? Ev mirov çiqas jêhatî
ye! Ev çi miroveke ku wisa bi eşq û evîneke ewqas ciwan dixebite? Tû nabînî
kilaman jî çawan ji dil dibêje û kûpan jî bi dil û can çêdike. Ne tenê bi dil û
can çêdike, mêrik di haman demê de pir zû û xweşik jî çêdike.’
Wezîr
dibêje: ‘Paşa xweş be, hûn rast dibêjin. Ez ji bûm heskiriyê karê wî.’ Paşa vê
carê ji wezîr xwe dipirse, dibêje: ‘Wezîr ez vê carê pirsek ji te bikim, gelo
sedema vê coş û serfiraziya vî mêrikî çiye?’ Wezîr kêliyekî di rawiste û demekê
difikire, pişt re jî bi awayekî ji xwe bawer paşa di bersivîne û dibêje: ‘Paşayê
xweş be, bi dîtina min sedema coş, geş û serfiraziya vî mirovî ji ber jina wî
ye. Bawer dikim ku jina wî jinek pir başe, bi evîn, girêdan, zanabûna xwe hêz û
qewetê dide wî. Ji ber wê ye ku ev mirov wisa serfiraze û serkeftiye.’
Paşa
dibêje: ‘Ez bawer nakim ku jinek ewqas hêz û qewetê bide mêrekî, lê ezê çend
rojan destûrê bidim te ku tû vê gotin û ramana xwe ji min re îspat bikî.’
Çawa wezîr
û paşa tên qesrê, sibetirê wezîr di bin fermana paşa de radibe bang dike jinekî
fêlbaz, zana, pîrebok û cezû. Wezîr ji wê jinê dixwaz dike ku di navbera pirûd û
jina wî de fesadiyê bike. Ew jin di demek kin de xwe digihîne jina pirûd. Piştî
hinek germahî û galgalan bi fêlbaziya xwe ji jina pirûd re dibêje: ‘Jina
xweşik, lawê paşa tu ji dûr ve dîtî û aşiqê te bûye. Ji bo te çi hewce be dê bi
dil û can pêkbîne û dewam dike; keçika min, ger tiştek wisa pêk bê jiyana te dê
ji serî heta binî bê guherandin.’ Bi vî awayî jina dekbaz dikeva nava mejinyê hevjîna
pirûd û hêdî hêdî dilê wê dizivirîne. Xem û xeyalên hevjîna pirûd tên guherandin.
Fikira bûyîna bûka paşa, îmkan û derfetên qesrê serê wê gêj dike. Piştî ku hevjîna
pirûd ji jinika fêlbaz bawer dike, niyetê xwe xirab dike. Li hemberî hevjînê
xwe hal û ehwlê xwe diguherîne. Êdî zêde guh nade hevjînê xwe û rûyê xwe tirş
dike. Di wê navberê de demê ku mêrik tê malê û dixwaze ji bo nimêjê destmêj
bigire, ji hevjîna xwe re dibêje: ‘Ka ji min re wê kûpê min ya destnimêjê bîne
ezê destnimêj bigirim. Hevjîna wî bi pitepit diçe kûpê destnimêjê tîne. Ji
aliyekî ve ji hevjînê xwe re bi dengekî nizim gotinên nebaş dike. Dema ku kûp
tîne gel mêrik, di avêje gel mêrik nikare xwe bigihîne kûp, kûp dikeve erdê û
parç parçe dibe. Mêrik hema wisa matmayî dibe. Pişt re jî hêsir ji çavên wî tên
û ji bo kûpê xwe yê destnimêjê rûdine û digirî. Hevjîna wî guh nade giriyê
hevjînê xwe, hema gerdana xwe badide û diçe derve. Lê mêrik êdî baş dizane ku
jina wî hatiye guhertin û niyeta jina wê jî nebaşe. Mêrik roja din diçe ser
karê xwe. Dest bi çêkirina kûpên xwe dike. Lê vê carê serê wî gelek tevlîhev
bû. Destê wî di nava heriya kûpan de mejiyê wî li cihên din digere. Wezîr tim
li pey pirûde. Wê rojê û çênd rojên din pirûd dişopîne. Dibîne ku her roja
pirûd ji rojek din xerabtir dibe. Piştî ku rewşa wî ya xirab û xeter dibîne êdî
bawer dike rewşa wî girêdayî ya tevgera jina wî ye.
Bang dike
paşa ku biçin careke din li rewşa pirûd binêrin ka çawa ye. Piştî nîvro paşa û
wezîr di ber dikana pirûd re derbas dibe. Dema çavên paşa li pirûd dikeve,
matmayî dimîne. Lewara vê carê tiştekî balkêş û beravajiya berê dibîne. Mêrik
kûpan çêdike lê ne wek berê kilaman dibêje ne jî wisa xweşik derdixe. Gelek
dişkên û xira dibe. Dema paşa rewşa xirab ya mêrik dibîne, dizivire ser wezîrê
xwe û jê re dibêje: ‘Wezîr bi rastî ji te ew xist vî halê xirab?’
Wezîr
dibêje: ‘Paşayê xweş be, ne min anî vî halî hevjîna wî, ew anî vî halî. Mane
min berê jî got ev mêrik hêza xwe ji hevjîna xwe digire.’ Gunihê paşa bi hosta
tê. Hinek bi hêrs ji wezîr re dibêje: ‘Wezîr te çi aniye serî vê rezîlê
belangaz ji te tika dikim. Cardin rewşa vî hostayî mîna ya berê lêbike wî û
hevjîna wê li hev bîne. Ez dixwazim cardin ev mirov bi çoş û eşq bixebite.
Cardin wezîr diçe gel jina dekbaz ku biçe gel hevjîna pirûd rewşê bervajî bike.
Jina
dekbaz ji hevjîna pirûd re dibêje: ‘Keça min li min bibore ew jina ku lawê paş
aşiqê wê bûye ne tu bûyî.’ Jina Pirûd aqilê wê cardin ji nû ve hat serê wê. Wek
ku ji nûve ji xwenekê giran şiyar bibe, hêdî hêdî bi ser xwe de hat. Dihizire
ku têkiliya wê û kurê paşa ne mimkune. Gelek poşman dibe. Hevjînê wê tê mal
dikeve oda xwe cardin li ser parçeyên kûpê destnimêja xwe digire. Hevjîna wî deriyê
odê vedike û hevjînê xwe wisa dibîne gelek ecêb û matmayîn dimîne difikire û
dibêje ‘Xêre gelo? Çima hevjînê min yê ku her roj bi sedan kûpan çêdike, wisa
bi ser vî kûpî şikestî de digirî? Tiştek ji vê rewşê fêm nake. Xwe di avêj dest
û lingê hevjînê xwe, lêborîna xwe jê dixwaze. Poşmaniya xwe tîne ziman. gelek
li ber dilê wî dide. Bi demjimêran li ber digere û di dawiyê de mêrik qanih
dike. Piştî demekê hevjîna wî mereqa xwe
ya giriyê li ser kûpê şikandî jî dike. ‘Ez tiştekê zehf mereq dikim. Loma jî
dixwazim ji te bipirsim. Ez dizanim ku tû zor hostayî. Pirûdekî pir pêkhatî, li
vî welatî kesek di ser de re tine ye. Lê ji bo wî kûpê te yê destnimêjê tû
gelek li ber xwe ketî, gelek xemgîn bûyî, giriyayî. Tû dikarî rojê sed kûpên wisa
çêbikî, lê hema te bi tenê wî kûpî girtiye, sedem wê çiye?
Hevjînê wî
xweziyek dikişîne û bi dengek nizim bersiva hevjîna xwe dide. ‘Ez hînê wê bibûm
ew taybet bû. Min eyarê ava wê, destikê wê û hertişêt wê dizanî. Eger min kûpek
din çêbikira jî wê wek wî kûpê ku bi salane hînê wê bibûm ne dibû. Mîna te eger
min jinek din banîba heta ez hînê xûy û xûsûsyetên wê bibûma dê gelek dem
biçûban. Ez ji bo wê xemgîn bûm. Min ji xwe re digot ez nikarim carek din kûpek
din wisa çêbikim.
0 Yorumlar