Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya li Mexmûrê 482 roj li pey xwe hişt

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 482’an û bi koma 95’an de bi biryardariyek xûrt berdewam dike.

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku ji 20’ê Tîrmeha 2023’a ve ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêber Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, bi koma 95’an û di roja 482’an de bi biryardariyek xurt didome.

Merasîma dewirgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan bi beşdariya gel û çalakvanan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 94’an Nazdar Sîdar axivî û destpêkê tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar kir û wiha got: “Ev 26 salin bênavber tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin. Di van salên dawî de jî, di bin navê ‘cezayê disiplînê’ de tecrîda heyî hîn zêdetir hatiye girankirin. Gelê Kurd û dostên Kurdan ji bo Rêber Apo li ser linganin. Em jî wek xwendevanên Mexmûrê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe di çalakiyan de ne. Bi Rêber Apo re hevdîtin hate kirin û Rêberê me got ‘tecrîd berdewame.’ Lewra divê em hîn zêdetir têbikoşin. Heta ku em Rêberê xwe bi fîzîkî azad nekin, em dest ji çalakiyan bernadin.”

Piştî daxuyaniyê çalakî dewrî koma 95’an hate kirin û dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin berzkirin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar