Endama Koordîsnasyona Meclisa Îştar ya Mexmûrê Ezîme Avyanî û Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî: “Bi têkoşîna gelê Kurd û dostên wê, divê CPT hem bi parêzerên Rêbertî re hevdîtinekê pêkbîni û hem jî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo rewşa Rêbertî goftigoyekê bike û di heman demê de Komîteya Wezîran ya Ewropayê li ser mafê hêviyê ji bo Rêbertî nîqaş bike.”
Xûrbet Tallî
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 44 heyv bûn bi tu awayî hevdîtin pêre nehatibû pêkanîn, herî dawî di 23’ê Mijarê de biraziyê Rêber Apo Omer Ocalan pêre hevdîtin pêkanîbû. Têkildarî vê tecrîdê û encamên ku ji hevdîtinê derketine Endama Koordîsnasyona Meclisa Îştar ya Mexmûrê Ezîme Avyanî û Hevserokê Dîwana Meclîsa Gel a Mexmûrê Elî Bilehî ji Rojnews’ê re axivîn.
‘Bibin xelekek ji agir’
Ezîme Avyanî di axaftinên xwe de diyar kir ku ev 44 mehin Rêbetî di bin tecrîdê de ye û wiha peyîvî: “Ev tecrîd ne tenê li ser Rêbertî ye, li ser tevahî gelê Kurd û gelên bindestin. Ev hevdîtina ku çêbûyî, di encama berxwedan û çalekiyên gelê Kurd yên li her çar aliyê Kurdistanê û Ewropa de çêbû. Eger gelê Kurd destê xwe nedin hevdû, li Rêbertî xwedî dernekevin wê her derî talan û wêran bikin. Ew darên ku beriya sed salan bi dest hatibûn çandin îro ji kokê radikin, dibêjin em çawan van daran ji kokê radikin, emê Kurdan jî wisa ji kokê rakin. Ev çar salin bi Rêbertî re hevdîtin nehatiye pêkanîn, hem li Bakûr û hem jî li Başûrê Kurdistanê çiqas dar ji kokê hatine rakirin. Xwezaya Kurdistanê ji binî radikin. Çima dema hevdîtin bi Rêbertî re dihat kirin yek dar tenê jî li Kurdistanê ne dihat birîn, yê ku darek dibirî jî ceza dida wî kesî, lê niha dewlet bixwe xwezayê qirdike. Eger dengek ji Rêbertî bihatiba bihîstin wê pirsgirêka gelê Kurd û Rojhilata Navîn jî çareser bibûya. Bi xwe jî dizanîn eger dengek ji Rêbertî were bihîstin wê aramî bikeve herderê, ji ber vê ewqas tecrîdê girandikin. Divê em jî li beranberî vê tecrîdê li derdora Rêbertî bibin xelekek ji agir.”
‘Hevdîtina ku hatî kirin ne ji rêzê bû’
Her wiha Elî Bilehî jî têkildarî tecrîda girankirî, hevdîtina Rêbertî ya bi malbatê û encamên ku bi xwe re anî wiha dibêje: “Bê gûman rewşa Rêbetî ya piştî 44 mehan a bi rêya malbatê re ji bo me cihê hêz û kêfxweşiyê bû. Hikûmeta AKP-MHP û giştî sîstema desthilatdar ev 26 salin li Greva Îmralî tecrîdek sîstematîk li ser Rêbertî didin meşandin. Li beranberî wê Rêbertî jî ev 26 salin têkoşînekî bê hempa li Greva Îmralî dide meşandin. Rêbertî hemû plansaziyên dewleta Tirk û hêzên hegomonîk yên ku dixwazin li ser Rêbertî re bidin pêkanîn, vala derxistin û li beranberî wê Rêber Apo bi pergalekî nû xwest di çarçoveya maf û azadiyan de bigire dest. Lê di van 44 mehên dawî ku tu agahî ji Rêbertî nehatiye giritin de, bê gûman hem di nava gelê Kurd de, hem jî di nava Tevgera azadiya Kurd û dosên Rêbertî de gûman dan çêkirin. Ew hevdîtina ku piştî 44 mehan ya bi Rêbetî re hatî kirin jî, ne hema wisa ji rêzê bû. Beriya salekê bi taybet dostên Rêbetî pêngavek berfireh dabûn destpêkirin, gotin êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye, ev li sed welatên cîhanê zêdetir belav bû. Bi têkoşîna gelê Kurd û dostên wê, CPT hem bi parêzerên Rêbertî re hevdîtinekê pêkbîni û hem jî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo rewşa Rêbertî goftigoyekê bike û di heman demê de Komîteya Wezîran ya Ewropayê li ser mafê hêviyê ji bo Rêbertî nîqaş bike.”
‘Pirsgirêk bê Rêbertî çareser nabe’
Elî balkişand li ser çend gotinên Rêbertî yên ku di hevdîtinê de hatibû kirin û wihan pêkde çû: “Pêwîste em van gotinên Rêbetî yên ku ji bo raya giştî hatine parvekirin bingeh bigirin û li gorî ku Rêbertî plansaz dike em bikaribin hîn zêdetir destê Rêbertî xurt bikin. Hevdîtina ku bi Rêbertî re hatî pêkanîn jî aliyê ku me kêfxweş dike, Rêbertî dibêje, tendûristiya min başe ev jî ji bo me hêz û şanaziyeke. Ya din Rêbertî dibêje, ez xwediyê wê hêzê me ku di aliyê teorîk û pratîkê de vê pirsgirêka ku heye çareser bikim. Ev jî tê wê wateyê her çiqas hêzên dagirker, hegomon û hwd ku dixwazin vê pirsgirêkê bê Rêbertî bidin çareserkirin jî, lê bi vê gotina Rêbertî ya herî dawî derketî pêş ku ev pirsgirêk bê Rêbertî çareser nabe. Ji bo em hîn zêdetir bikaribin destê Rêbertî xurt bikin, divê em ji her demê zêdetir li vê ked, têkoşîn û berxwedanê xwedî derbikevin. Li aliyê din dema Rêbertî dibêje, tecrîd hîn berdewame pêwîste em vê gotina Rêbertî baş bihizirin, eger dewleta Tirk dixwaze çareseriyê pêşbixe, şertê destpêkê rakirina tecrîda li ser Rêbertî ye û derftên çareserkirina vê pirsgirêkê ji Rêbertî re dayîna afirandine. Ji bo vê jî heta ku ev tecrîd û êşkenceya sîstematîk li Îmraliyê hebe, bê gûman wê rêyên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd neyên çêkirin.”
0 Yorumlar