Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê Meclisa Îştar a wargehê ve bi daxuyaniyekê Starta çalakiyên 25’ê Mijdarê hate eşkerekirin.
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê Meclisa Îştar a wargehê ve bi daxuyaniyekê Starta 25’ê Mijdarê hat eşkerekirin. Beriya ku daxuyanî were xwendin di kesayeta şehîdên jin de ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Endama Stêra Zêrîn Viyan Guler ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Em di pêngavek wisa de jiyan dikin ku sîstema desthilatdar ya zilam hemû rêbazên çewisandina civakê li ser jinê pêktîne. Li hemberî vê sîstema çewisîner xweparastin, têkoşîn meşandin erka jinan ya jênevegere. Roja 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li hemberî tundî, qetilkirin, binpêkirina mafên jin û civakê ye. Weke tê zanîn têkoşîna ku em li hemberî pergala desthilatdar ya zilam didin meşandin, bi bîranîna Xwişkên Mîrabell yên di sala 1960’an de li hember dîkdatoriya Komara Domînîkê têkoşîn dayîn meşandin. Ji ber vê helwesta wan ya têkoşîner hatin qetilkirin. Roja 25’ê Mijdarê weke roja navnetewî ya têkoşîna li hebmberî tûndiyê ye.
Em jî weke jinên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê li ser bîrdoziya Rêber Apo ya zadiya jin emê xwe bi rêxistin bikin. Bi zanista Jineolojî Jin Jiyan Azadî emê li hemû qadên jiyanê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin. Li ser vê yekê emê çalakiyên xwe cûr be cûr bidin meşandin.”
Çalakiyên ku bên meşandin:
-15,16 û 17’ê mehê li her çar semtan wê ji aliyê Akademiya Şehîd Jiyan ve li ser girîngî û wateya rojê sermîner were dayîn.
-Wê sînevîzyon were nîşandan.
-Wê 17’ê mehê ji aliyê qada perwerdeyê ve li ser tûndiya jinê fîlm ji bo mamostayên jin were nîşandan.
-24’ê mehê jî wê ji aliyê qada perwerdeyê ve ji bo xwendevanên Navîn û Amadeyî li ser girîngî û wateya rojê semîner were dayîn.
-18’ê mehê jî wê ji aliyê meclîsa jinên ciwan ya Şehîd Axîn ve beşek bê lidarxistin.
-19’ê mehê jî wê bername ji bo Tu were pêkanîn.
-20’ê mehê li ser girîngî û wateya 25’ê Mijdarê wê semîner were dayîn.
Her wiha wê di 20’ê mehê de ji aliyê Wexfa jin û Jineolojiyê ve jî ji bo malbatên dibistanên dayîkê ji bo rakirina hemû cûrên tûndiyê semînerek were dayîn.
-25’ê mehê wê meşekî girseyî were lidarxistin.
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.
0 Yorumlar