Ticker

10/recent/ticker-posts

NÇHM’ê civîna xwe ya salane li dar xist

Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) bi diruşmeya ‘Emê bi ruhê têkoşîna Rêber Apo, têkoşîna azadiyê bilind bikin û çanda Netewa Demoratîk mîsoger bikin’ civîna xwe ya salane li dar xist û civîn diyarî Rêber Apo hate kirin.



Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) bi diruşmeya ‘Emê bi ruhê têkoşîna Rêber Apo, têkoşîna azadiyê bilind bikin û çanda Netewa Demoratîk mîsoger bikin’ civîna xwe ya salane li dar xist.

Civîn li Navenda Çand û Huner a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi amadebûna endamên Çand û Hunerê û mêvanên ku ji komîteyên wargehê beşdar bibûn, bi deqeyek rêzgirtin destpêkir.

Piştî rêzgirtinê li ser wate û girîngiya civînê Hevberdevka Navenda Çand û Huner a wargehê Helena Babat axivî û got: “Di pêvajoyek wiha de civînek wisa li dar xistin, ji bo me cihê kêfxweşiyê ye û em serbilindin. Em xêrhatina we tevan dikin. Em vê civînê diyarî Rêber Apo dikin.”

Piştî wê perspektîfên Rêber Apo yên di derbarê çand û hunerê de hatin xwendin û di pey wê de raporên kar û xebatên Navenda Çand û Huner a Mexmûrê hatin xwendin.

Civîn bi nirxandina tecrîda li ser Rêber Apo û nirxandina kar û xebatên çand û hunerê berdewam kir.

Herî dawî jî plan û projeyên ji bo Navenda Çand û Hunerê hatin nîqaşkirin û bi pêşniyar û biryaran civîna salane ya Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) bi dawî bû.


Yorum Gönder

0 Yorumlar