Ticker

10/recent/ticker-posts

Nîhîlîzm Çiye?

 


Bersivên Gel:

-Bê bawerbûn e.

-Înkarkirin e.

-Ji rastiya dûrketin.

-Dawiyek bi derewan.

-Reşbînî

-Bê bawerî

-Xwe înkar kirin.

-Ji rastiya dûrketin.

-Dawiyek bi derewan.

-Reşbînî.

-Ji rastiya xwe dûrketin.

-Tinekirine.

-Rastiya heyî nedîtin.

-fetisandina fikir.

-Ferz kirina înkarê.

Nîhîlîzm bawerî yan jî felsefeyek ya ku hemû nirx bê bingeh nayê zanîn û nayê ragihandin digire dest. Pir caran bi reşbîniya radîkal û gûmanbariya radîkal a ku hebûna her tiştî şermezar dike dinirxîne. Nîhîlîstek rast bi ti tiştî bawer nake, dilsoziya wî/ê tineye û ji bilî xwesteka tinekirinê ti armancek wî/ê tine ye. Hindik fîlozof îdîa dikin ku nîhîlîst in, bi gelemperî hemû exlaq, ol û baweriyên ser bi xwezayê red dikin û dibêjin, her tişt bê wate ye. Di heman demê de bingehê nîhîlîzm bi Friedrich Nietzsche yê ku di dîroka mirovahiyê de krîza herî mezin encam daye destpê dike.

Peyva "nîhîlîzm" ji peyva latînî nîhîl ku tê wateya tine yan jî nîne bingehê xwe digire. Ew di lêkera îngilîzî "annihilate" de tê dîtin ku tê wateya bi tevahî hilweşandinê. Di destpêka sedsala 19’emîn de hatiye bi karanîn. Her çiqas di nava xwe de dabeşî çend beşan bûyîbe jî parastina felsefeya her tiştî ji nirxan bê par di parêze. Ji kesên ku parastina vê felsefeyê dikin re jî Nîhîlîst tên gotin. Kesên Nîhîlîst heyîna xûdê, îradeya azad ya mirova û derfetên zanistê red dike. Ji bo vê yekê jî li hemberî kesên dîndar xwedî helwestek tûndin. Têgihên Nîhîlîzm wek tinekirin yan jî tine dîtin ya ku em niha qala wê dikin di sedsal 19’emîn de di nava ciwan û entelektûelên Rusya de derketiye pêş. Bi demê re ev felsefe di nava gel de mezin bû û xwe gihand qismek mezin ya Rusya yê. Ev felsefe di nava jiyanê de hertiştî red dike û heyîna tiştan na pejirîne. Zanista civakî û sîstema felsefeyên klasîk hemûyan red dike û bi helwestekî madî li hemberî sazûmaniya civakê serî radike û civakê radestî Nîhîlîzmê dike. Bi heman şêwazî li hemberî dewlet, ol û malbatê radiweste û heyîna wan na pejîrîne. Dibe ku dema em ji derve temaşe dikin em bibêjin xwe dispêre zanistê, lê di rastiyê de dibêje hêza zanistê ya derbazkirina pirsgirêkê civakê nîne. Nîhîlîzm di heman demê de wek Metafîzîk hêza exlaqî tine dibîne, nirx û sazûmaniyên heyî red dike.

Li Rûsyayê, Nîhîlîzm bi tevgereke şoreşgerî ya bi rêxistinkirî (1860-1917) ku desthilatdariya dewlet, dêr û malbatê red kir, hate nasîn. Ger em bi şêwazek din Nîhîlîzmê bigrin dest ku di hemû felsefeyên bingehîn de gûman dide çêkirin. Em dikarin bibêjin têgiha epîstemolojîk ya ku gûmanên radîkal, zanist û heqîqetê red dike têkiliya wê bi nîhîlîzmê re heye. Nîhîlîzm di polîtîka û etîk de bi şêwazên cûda derdikev pêşiya me. Nîhîlîzm hestê her tiştî bê wate, vala, tine û şêwazê nade jiyanê digire dest. Gelek kes û fîlozofên mîna Friedrich Nietzsche, Ludwig Andreas Feuerbach, Henry Thomas Buckle, Max Stirner, Albert Camus, Arthur Schopenhauer, Jean-Paul Sartre û Herbert Spencer parastine vê felsefê dikin û xwe wek Nîhîlîst didin naskirin.

Nîhîlîzmê bi atmosfera xwezaya wêranker, hêrs û tirseke mezin di nav civakê de da afirand. Balkêş e ku Nietzsche, yê ku gûmanbarek radîkale li ser ziman, zanîn û rastiya xwendinê lêkolîn kiriye, gelek mijarên postmodernîzmê, pêşbînî kir. Ji ber vê yekê hêjayî gotinê ye ku Nietzsche bawer dikir ku em ê di dawiyê de li ser Nîshîlîzmê bifikirin. Ger em ji pêvajoya hilweşandina hemû ravekirinên gerdûnê xilas bibin, wê demê emê bikaribin rêya rast ji bo mirovahiyê bibînin. Di sedsala 20’emîn de Nîhîlîzm bi rexnegirî bi hunermend, fîlozof, têkçûna epîstemolojîk, hilweşandina nirx û bê armanciya kozmik a fikirî re mijûl bûye. Wekî ku Nietzsche pêşbînî kiribû, bandora Nîhîlîzmê ya li ser çand û nirxên sedsala 20’an kûr bû.

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar