Ticker

10/recent/ticker-posts

ŞEWITANDINA ÇAVKANIYÊN ABORÎ

 


Ev demek dirêje ku li Başûrê Kurdistanê çavkaniyên aborî li pêy hev tên şewitandin û diyare wê ev heta demek din jî bidomin. Yanî heta ku malbata Barzanî tişta dixwaze bidestnexe ne pêkane ku dawî li wan bûyeran bê. Ji ber ev şewat hema piştî biryarên ku Dadgeha Federal a Iraqê têkildarî Başûrê Kurdistanê wergirtî û şûnde destpêkirin. Ev biryarên ku hatine wergirtin jî rasterast PDK’ê yanî Malbata Barzanî eleqedar dike.  Ji ber ku yek ji wan biryaran ewe ku êdî pereyên ji neft, derî, baregeh û çavkaniyên cûr be cûr ên Başûrê Kurdistanê tên, wê rasterast bikevin qaseya dewleta Iraqê. Dîsa bi wê re betal kirina kotaya hilbijartinan heye. Li gorî wê kotaya ku tê behs kirin, bêyî ku PDK ketiba hilbijartinan otomatîkî 11 kûrsî qezenç dikir. Biryarek din a ku ji PDK’ê re herî girîng jî ew bû ku wê ji îro û şûnde hilbijartinên Başûrê Kurdistanê ji aliyê Komîsyona Iraqê ve bên şopandin. Û helbet hîna çend biryarên din hene. Lê ev her sê biryar jî biserê xwe desthilatdariya PDK’ê ango ya Malbata Barzanî dihejînin. Ji ber wê jî di esilê xwe de PDK bi navê din Malbata Barzanî bi wan bûyeran ve dixwaze peyamek wiha bide hundir. Ji hundir re bêje ku ji ber di rewşa heyî de hikûmetek fermî tineye, valatî heye. Hinek derdor jî dixwazin ji vê valatiyê sûd werbigirin; aramî û îstîkrara welat xirabikin. Eger hûn dixwazin aramî û îstîkrar çêbibe, divê hûn carek din min wek îradeya xwe hilbijêrin. Ji ber wê jî hema piştî bûyerên şewatê dan diyar kirin ku wê bikevin hilbijartinan.

Belkî ev ji hinekan re wek îdîayekê bê. Lê dema ku mirov li karakterê desthilatdaran mêze dike, herî zêde jî ev aliyê wan xwe dide der. Yanî ev tenê ji bo Malbata Barzanî derbasdar nîn e, hemû desthilatdar welê ne. Mesela binêrin dema ku AKP di 7’ê Hezîrana 2015’an de winda kir; li ser gelê me û hêzên azadîxwaz, demokrasîxwaz komkujiyên wekî Pirsûs û Garê (Enqere) pêkanî û ji Kurd û gelên li Tirkiyeyê re got ku eger hûn carek din min neynin li ser desthilatdariyê, wê rewşa we ji vêya xirabtir be. Lewra Erdogan wê demê mîtîng mîtîng digeriya û digot ‘bidin 400 wekîlan, bila ev kar’ biqede. Dîsa serokwezîrê wê demê Ehmed Dawitoglu, gelê me bi “Torosên Spî” ve ditirsand. Digot ‘eger hûn dengê xwe nedin me, wê carek din “Torosên spî” bikevin’ dewrê. Ji ber wê jî tişta ku me têkildarî malbata barzanî anîn ziman ne îdîa ne. Rastiya wan dide der. Eger welê neba divê heta niha bersûcek hatiba girtin. Lê dest ji girtina bersûcekê berdin hewl didin vêya bixînin stûyê çend kesên bêguneh û wan bûyeran di hilbijartinan de bikar bînin.

Ez carek din dixwazim bînim ziman ku ev bûyerên şewatê ne tesadufî ne. Yanî ji ber xwe çênabin. Dibe ku Malbata Barzanî rasterast ne di nav de be, lê dide kirin. Eger welê neba wê bersûcek hatiba girtin. Lê derketina van bûyeran bi kehrebê ve girêdide. Yanî bi vî awayî saziya kehrebê tewanbar dike. Ji ber vê jî berpirsê saziya kehrebê derket pêşberî rayagiştî û got ‘ti eleqaya wan bi wan bûyerên şewatê ve’ nîn e. Jixwe bi wan bûyerên şewatê ve gelê me mexdûr û neçarî pariyek nan tê kirin. Lê ev bûyerên wiha bi serê xwe sûcên mezin in. Rasterast aramî û îstîkrara Başûrê Kurdistanê dixîne xeteriyê. Di esilê xwe de tişta ku Ewlehiya Netewî dixîne xeteriyê ev cûre bûyer in. Lê PDK, Malbata Barzanî vêya nabînin. Birastî naxwazin bibînin. Ji ber wê jî dema ku nexwazin bibînin; xizmeta ku hinek din ji bo tevahî welat dikin, xeter tê dîtin. Mînak rojnamevantiya Silêman Ehmed xeter tê dîtin. Dibêjin ku Silêman Ehmed “Ewlehiya Netewî” xistiye xeteriyê. Ez ji we xwîneran dipirsim; kîjan xeter e? Xizmeta ku Ehmed ji bo tevahî welat kirî xetere yan ev cûre bûyer xeter in? Kîjan Ewlehiya Netewî dixîne xeteriyê?     

MÎLÎTAN CÛDÎ

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar