Ticker

10/recent/ticker-posts

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi biryardariyek xurt didome

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 67’emîn di roja 342 de bi biryardariyek xurt didome.


Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, 342 roj li pey xwe hişt û ji aliyê koma 67’an ve hat dewrgirtin.

Dewrgirtinê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê koma 66’an Sebri Tunç axivî.

Sebrî Tunç di destpêka axaftina xwe de balkişand ser sîstema qirker ya dewleta Tirk ya dagirker ku îro li ser gelê Kurd û Rêber Apo dide meşandin û wiha got: “Dewleta Tirk ya dagirker li hemberî Rêber Apo yê ku heta niha ziyan negihandiye mêrûyekê jî tecrîda girankirî dide meşandin. Di kesyateya Rêber Apo de li ser tevahî gelê Kurd dide meşandin. Pêwîste gelê me giştî li hemberî vê nemerdiyê û faşîzmê rabe ser xwe. Em ti caran ti hêviyan ji dijminê xwe nakirin emê bi têkoşîna PKK têkoşîna xwe bigihînin serkeftinê. Serok Apo giştî jiyana xwe daye jiyanek demokratîk û azadixwaziyê. Em gelê Kurd deyndarê Rêber Apo ne. Em bang li gelê Tirk û gelê Kurd dikin ku li hemberî vê faşîzmê bibin yek û vê sîstemê bi rûxînin.”

Merasîma dewrgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Gelê Kurd’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar