Çalakvanên çalakiya Mexmûrê: “Çalakiyên ji bo Rêbertî li seranserî cîhanê tên meşandin ne li gorî tê xwestin bibandorin, pêwîste çalakiyên mezintir û bi bandortir werin pêşxistin. Divê her kes di aliyê xwe de dest bi çalakiyan bike, êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
Xurbet Xallî
Çalakvanên
çalakiya nobetê ya Wargeha Mexmûrê têkildarî rewşa çalkiya xwe û tecrîda li ser
Rêber Apo tê meşandin ji rojnameya me re axivîn û banga li her kesê kir ku ji
bo belavkirina fikirên Rêbertî di nava hewildanan de bin.
‘Şerê derûnî ye’
Sozdar
Kara di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku tecrîdek giran ya derûnî û fîzîkî
li ser Rêber Apo tê meşandin û wiha got: “Ji bo em vê tecrîda li ser Rêbertiya
xwe bi gelên cîhanê bidin hesandin û fîzîkî azadiya Rêber Apo mîsoger bikin, me
ev çalakî daye destpê kirin. Ji ber ku Rêbertiya me bi fikir û dîtinên xwe di
cîhanê de bûye modelek ya azadiyê. Dijmin dizanin Rêbertî xeta sor ya gelê Kurde,
ji bo gelê Kurd bi çewisînin vê tecrîdê li ser Rêbertî giran dikin. Dewleta
Tirk ji bê çaretiya li hemberî şerê gerîlayan tecrîdê giran dike. Piranî şerê
niha li hemberî gelê Kurd tê meşandin, şerê derûnî û şerê taybet. Qeyûmên li
ser şarderiyên gelê Kurd jî parçeyek ji vî şerê derûniye.”
‘Wek
mîmarekê pênase dikin’
Sozdar
Kara di dawiya axaftinên xwe de bilêv kiri ku çavkaniya civakê îrdeya xurte,
dema civakê îradeyek xurt hebe ti dijimin nekarin wê civakê bi çewisîne û wiha
dawî li axaftinên xwe anî: “Gelê Kurd jî yek ji wan gelane ku bi îradeya xwe ya
xurt di cîhanê de hatiye naskirin. Tirsa dijmin jî ji îradeya gelê Kurde, îrada
gelê Kurd jî Rêber Apo ye ku îro herî zêde ew tê armanc kirin. Ji ber ku Rêber
Apo ne tenê ji bo civaka Kurd, ji bo giştî civakên azadîxwaz têdikoşe. Niha li
gelek welatan li ser fikrên Rêber Apo wane dibînin û ji bo xwe wek mîmarekê
pênase dikin. Çalakiyên ji bo Rêbertî li seranserî cîhanê tên meşandin ne li
gorî tê xwestin bibandorin, pêwîste çalakiyên mezintir û bi bandortir werin
pêşxistin. Ji ber ku di roja me ya îro de herî zêde torên medyayên dijîtal bi
bandorin, divê em çalakiyên xwe bi şêwazekê li ser torên medyayên dijîtal bidin
meşandin ku giştî cîhanê ji rewaşa Rêbertî hayedar bin. Divê her kes di aliyê
xwe de dest bi çalakiyan bike êdî dem dema azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
‘Divê em dil û mejiyê xwe bikin yek’
Ebdurahman
Mihemed jî di derbarê tecrîdê de axivî û anî ziman ku çiqas dem derbaz dibe,
rewşa Rêbertî jî ewqas xetertir dibe û wiha peyîvî: “Niha dijmin di kesayeta
Serokatî de gelê Kurd xistiye tecrîdê. Rêbertî her tişt di parêzname, pirtûk û
perwerdeyan de ji gel re daye diyarkirin, li vêderê ya ku kêm mayî di aliyê
pratîkirina gel de ye. Îro em dibêjin emê Rêbertî bi fîzîkî azad bikin, lê di
aliyê pêkanînê de em pir lewaz dimînin. Ji bo em bikaribin pratîka vê rast
pêkbînin, divê em dil û mejiyê xwe bikin yek. Mînak; di dewletan de jî her
çiqas rêveber hebin jî lê dîsan jî yê ku guherîn û vegûherînê pêktînin civake.”
‘Yek
ji lingên bingehîn hêza civakê ye’
Ebdurehman
Mihemed di dawiya axaftinên xwe de ev tişt gotin: “Eger mirov di aliyê rast de
lê temaşe bike CPT saziyekî demokrate, lê em dibînin tenê li ser kaxezê ye. Ev
26 salin Rêber Apo di zindana Îmraliyê de ye û zêdeyî sê salin bi ti awayî
agahî jê nayê girtin, li rûxmê vê jî xwe li ser lingan digire. Ji ber ku
dewleta Tirk dizanin eger Rêber Apo danûstandinê bi gelê Kurd re bike wê
rêbazên nûjentir bide avakirin, ji ber wê her ku diçe tecrîdê girantir dike. Yek
ji lingên bingehîn hêza civakê ye, eger ev hêz rêxistinkirî be dikare bi awayê
herî baş li gel hêza xwe ya leşkerî cih bigire û têkoşîna heyî bigihîne
serkeftinê. Banga min ji bo gelê Kurd û gelên din yên ku ji bo azadiya fîzîkî
ya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne, divê çalkiyên heyî bes nebînin, ji bo wê
jî divê em hertim di nava lêgerîn û nûjiyekî de bin ku em bikaribin fîkirê
Rêbetî hîn zêdetir di nava cîhanê de bidin belavkirin.”
0 Yorumlar