Çand, nirxên ku bi destê civakê di herikîna dîrokê de hatiye afirandine. Civakeke bê çand nayê fikirin, civakeke bê çand ti carî nebûye ev li dijî prensîbên avabûna civakê ye û ti nasnameyek ya wê nîne. Tê zanîn ku mirovek bê civak nikare jiyana xwe berdewam bike, yan wê tine bibe yan jî wê bibe mehkûmê hinek din. Ji bo ku ew civak nirxek yê xwe hebe û nirx avabike divê di serî de civakeke xwe bispêre prensîbên xwe yên hebûnê wekî exlaq û xwedî nasname be. Ev dibe çanda wê civakê û ev hewildayîna wê heta roja me ya îro li ser danehevên nifşên piştî xwe berdewam dike heta niha. Bi derketina dewletê re ku xwe dispêre hişmendiya zilamê serdest û zilmkar di serî de çav berdaye nirxên civaka ku di nav de mezinbûyî. Ji ber ku ji bo wê çanda civakê pir girîng nîne ya ji bo wê girîng, wê çawa bikaribe desthilatdarî û zilma xwe mezintir bike. Bê gûman li hemberî êrişên li ser nirxên civakê her tim berxwedaniyek hatiye meşandin. Tê zanîn ku hebûna civakê girêdayî çand û zimanê civakê ye. Rêber Apo derbarê têkoşîna me ya li dijî qirkirina çandî wisa dibêje: ‘‘Divê her malekê bikin dibistanek ya zimanê zikmakî.’’ Di heman demê de Rêber Apo ji bo ku em kurahî û grîngiya çand û nasnameya xwe fêm bikin dibêje: ‘‘Yê ku bi zimanê xwe nikaribe baxive rewşeke bêrûmetî ye.’’
Civak hebûna xwe bi çand û zimanê xwe parastiye û
berdewam kiriye. Ji bo gelekî tiştê herî girîng çand û zimane, ji ber ev
sipartekên ku civak pê dikare bêje ez heme. Em li dîrokê jî mêze bikin hêzên
hegemon ji bo ku desthilatdariya xwe bidomînin û hertim serwer bin, yekem êrişê
nirxên çand û zimanê civakê kiriye. Ji wê jî tê fêm kirin ku civak bi çand û
zimanê xwe hebûna xwe diparêze. Şoreşa ziman di hilala zêrîn de yê ku roja îro
bi Kurdistan tê binavkirin, di pêşengtiya jinê de pêşketiye. Çand û ziman li
derdora jinê avabûye. Amûrên ku jiyan hêsantir dike bi destê jinê hatiye
çêkirin. Civaka xwezayî ya ku di pêşengtiya dayîka xwedawend de avabûyî, roja
îro dihêle ku li beramberî pergala kapîtalîst û hişmendiya desthilatdar em
têbikoşin. Çand wateya cîhana mirove. Çand fikirandine, çand zanist û hunere.
Çand di heman demê de exlaqe, exlaq û çand cuda nikarin werin destgirtin. Exlaq
hafîzeya civakê ye ku jiyan wekhev û azad dike. Hemû berhemên civakê jî
rêvedibe. Serdema neolotîkê di wateya din de serdema çandinî ye. Şoreşa
mirovahiyê ya herî mezine. Ew şoreş bi destê jinê, keda jinê, pêşengtiya wê
çêbû ye hîna jî didome. Di serdema navîn de mirov bi darê zorê dihate
kolekirin. Lê di serdema kapîtalîzmê de dagirkirina hişmendiyê, bi şerê taybet û
psîkolojîk re civakê anîn rewşeke ku ji nasnameya xwe dûrketî û xweziya xwe bi
desthilatdar û zordestan tînin. Pir eşkereye ku dema li hemberî çand û zimanê
civakê êriş pêşket û şûnde bingeha hilweşandina civakê hate avêtin. Di civakê
de bê çandî hate pêşxistin. Hemû berhemên rastiyên civakê hate berovajî kirin.
Roja me ya îro jî tiştê ku tê armanc kirin heman tişte, heta gihaye asta tinekirina
binyata civakê, civakê bê çand û ziman hiştine. Bûyer û qirkirinên ku niha
diqewimin jî çavkaniya xwe ji vê digre. Di serdema kapîtalizmê de nirxên (çand)
ku civak bi destê xwe avakiriye hat dizîn. Civak xist nava jiyaneke ji
rêderketî. Modernîteya kapîtalîst fikirandina mirov pûç kiriye û yên ku nirxên
exlaqî parastin jî xistiye valatiyê. Bi wê sîstemê re mirov hemû tiştên xwe
wenda kiriye. Roja me ya îro ew rastî hîn baştir şênbertir derketiye holê û tê
fêm kirin. Şerê taybet yê ku dewleta Tirk a qirker li ser ciwan û jinên ciwan
dimeşîne vê armanc dike ku ji çand û ziman wê dûr bixe û bi çand û zimanê xwe
yê mêtîngeriyê teslîm bigre. Rewşeke wisa hatiye avakirin yê ku Kurdî daxive
pirsgirêkên wan yên çand jiyankirinê nîne. Berovajî bi wî awayî hîn zêdetir dûr
ketina ji çandê pêş dikeve. Çand û zimanê xwe jiyankirin bi nasname jiyan
kirine. Niha şerê taybet jiyana ciwanên Kurd aniye asta ku tenê xwe rojane
bidin jiyankirine. Pir caran bi zimanê Kurdî tê axaftin lê jiyana ku têde tê
jiyankirin, jiyaneke heta dawî ji hindirê wê hatiye valakirine. Heman demê xwe
nêzî ferdperestiyê kiriye ji civakê êdî qut jiyan dike. Çand û ziman cewherî
dest girtin ji bo ciwanan pir girînge. Divê baş were zanîn ku civakek çiqas
asta wî ya çand dewlemend be ew civak ewqas bihêze. Asta hêza civakê ya ku
diyar dike çand û zimane. Dewleta faşîst qirker li ser gelê Kurd dixwaze hebûna
xwe avabike lê li beramberî wê jî gelê Kurd berxwe dide û her roj navê xwe bi
tekoşîna xwe li ser rûpelên dîrokê dinivîse. Keç û xortên Kurd di Kurdistan û
metropolan de bi çalakiyên xwe bersivên herî mezin dide faşîstan. Bi fikir û
ramanên Rêber Apo ew hafizaya civakê ya ku hatiye parçekirin ji holê rabû. Bi rûhê fedayî yên demê Şehîd Asya Elî
û Şehîd Rojger Hêlînan yên ku agirê xeta fedayîtiyê gur kirin û pêşengî ji
pêvajoya dîrokî re kirin dem dema ji holê rakirina tecrîdê ye. Êdî dema vê
hatiye ciwan û jinên ciwan ên Kurd bi Rêberê xwe re di nava Kurdistanek azad de
jiyan bikin. Dema derbaskirina sînûrên ku bi salane li derdora çand, exlaq, ziman,
nasname û rûmeta me kişandine hatiye.
Siware
Şaho
0 Yorumlar