Bersivên gel:
- Şêwazek ya rêveberiyê ye.
- Leşkertiye.
- Desthilatdariye.
- Talankariye.
- Amûrê şere.
- Rêveberiya bi darê zorê ye.
- Ne li gor civakê ye.
- Destwerdana vîna gele.
- Artêşbûne.
- Pêşîlêgirtina gele.
Mîlîtarîzm, hêza xwe dispêre artêş û leşkertiyê. Mîlîtarîzm ku koka xwe ya
peyvê Fransiye û wateya artêşê ye, kar û barê leşkerî-leşkertiyê pênase dike. Mîlîtarîzm
wateya di welatekê de hemû kar û barên rêveberiya walat bi ser beşa leşkerî re
dayîna pêkanîn, destdanîna artêşê ya ser bi rêveberiya civakî ye. Bi wateyek
din, beşê leşkerî di welat de cunta leşkerî dayîna pêkanîn, civak xistina bin
tehekumekî ya leşkerî û bi hemû pirsgirêkên civakê re artêş muxatap bûyîn, şer
û darê zorê derxistina asta herî jore. Îradeya civakê ya hilbijartî tine
hesibandin, bi qanûna zorê daxwazên xwe dana pêkanîn, welat her di rewşa awarte de hêlan, xebatên civakî
û siyasî astengkirin, di her saziyên heyîn de rêveberiya leşkerî bicihkirine. Mîlîtarîzm
şêweyê desthilatdariyê ku bi avabûna artêşan re derketiye holê.
Artêş di pergalên desthilatdar de li ser serê civakê û li hember hêzên
dijber û welatên derdor, hertim weke amûra gefê hatiye bikaranîn û li ser vê
armancê hatiye avakirin. Amûreke şer, dagirkerî, talan, komkujî û desteserkirina
îradeya gele. Dewlet û netewdewletên heyî artêşê weke yekane hêza pîroz di dest
de digrin. Di sedsala 19’an de ku her ku diçû têgeha nîjadperestiyê pêşdiket, bi
vê re girêdayî dibistan ji bo modernkirina çêkera paşverû ya dewletê, avakirin
û belavkirina nîjadperestiyê, dibe navendeke sereke. Bi vî awayî di navbera
nîjadperestî, perwerde û leşkeriya bi zorê de girêdanbûnek xurt hate avakirin.
Di dibistanan de fêrkirina merşên leşkerî, sondxwarin, waneyên amadakariyên ji bo
leşkeriyê, wanayên werzîşê ku fêrbûnên leşkerî têde cih digrin. Ya girîng ji bo
dewletan leşkeriya bi darê zorê bû amûreke destjêneger. Ger em meyzebikin kesek
ji rêzê ji bo îknakirina leşkeriya dem dirêj, hinekî zehmete ji bo vê ya di
dibistanan de zemînê vê hate amadekirin. Welatên weke Elmanya, Îngîltere, Îskoçya,
Fîllandiya, Hollanda, Çîn, Japonya, Avusturalya, Zelandaya Nû û di gelek
welatên din de pergala dibistan pêkanînên Mîlîtarîst tên dîtin. Di sala 1911’an
de li Avusturalya zarokên kur yên 12-13 salî neçarbûn perwerdeya leşkerî
bibînin, li gelek ji van welatan heta sala 2011’an vê rewşê berdewam kiriye. Li
Tirkiyeyê piştî hilweşandina Osmaniyan û derbazî pergala Netewdewletê bûyînê ve
pergala xwe ya perwerdeyê jî heta astekê li gor welatên Ewropayê xwest birêve
bibe. Pêşxistinên kiryarên yek ziman, yek al û yek netew ango nîjadperestî herî
zêde di dibistanan de hate pêşxistin.
Di sedsala 21’an de em mêzedikin li gelek welatan ev şêweyê desthilatdariyê
bûye yê sereke, li Îranê ji “Polîsên Exlaq” bigre heta kesên wergirtina cil û
bergan venêrîn dikin û li ser wê mafê kuştina kesan jêre hatiye dayîn. Li Tirkiyeyê
ji bekçiyek nava kolanê re erka kuştinê hatina zagonî kirin, ji bo endamekî
beşa leşkerî hemû kiryarên dike rewa dîtin û weke erka parastina welat dayîna
nîşandan. Destdirêjî, kuştin, bazirganiya maddeyên hişbir û avakirina çeteyên
paramîlîter jî bûyerên ji rêzê dana nîşandan. Dide diyarkirin ka li vî welatî
çêkera desthilatê çiqasî Milîtarîste. Di asta cîhanî de niha hikumeta AKP-MHP’ê
serê vê pergalê dikşîne, li Tirkiyeyê rojane ji ber pirsgirêkên aborî xwekuştin
çêdibin, penaberiya ber bi Ewropa ve serê xwe girtiye bê hed û hesabe. Her roj
tarîkatek nû, komên paramîlîter yên cuda derdikevin holê. Azadiya fikir peyveke
ne di asta neyî de ye, karanîna wê jî qedexeye. Bi zimanê dayîka xwe axaftin
yan stran gotin sedema destwerdana beşa leşkeriye, ji derveyî rojevên medyayên girêdayî
wan diyar dike nîqaşkirin, rexne li desthilatê kirin sedema êşkence û girtinê
ye. Bi sedan mînakên weke vêna dikare were rêzkirin. Hikumeta ku xwe bi leşkerî
li ser kar digire ango bi zorê bê îradeya gel, ji vê pergalê re tê gotin Mîlîtarîzm.
0 Yorumlar