Ticker

10/recent/ticker-posts

Jiyana Herî Birûmet, Jiyana Bi Şehîdan Re Jiyankirine

 


Fikra lêgerîna heqêqetê, her tim ji bo avakirinê ye. Rêber Apo bi lêgerîna xwe ya dîrokî, heqîqetekê derdixe holê. Îro ev heqîqet wek biriqandinek dîrokî tê jiyankirin. Îro gêrîla bi ruhê fedayî li hemberî teknîka dijmin şer dike. Bi ruhê Apoyî li hemberî dijmin sekinî û tirsek mezin di dilê dijmin de avakiriye. Ev meş meşa azadiyê ye. Ev meş ber bi Kurdistanê ve dimeşe. Gelê Kurd û mîlîtanên Rêber Apo sond xwarin ku tolê rakin. Ji bo vê têkoşînê rast danîn holê, ji bo wan rojan yan jiyanek azad yan jî azadiyek bi heqîqetê re dagirtiye emê esas bigirin. Xwe gihandina vê heqîqetê ti car bê derfet nîne. Lê tenê mirov dikare vê rastiyê di dil de bixwe re bijî.  Li ser vî esasî bi sedan şehîdên me berê xwe dan ber bi lêgerîna heqîqetê. Ji bo rizgariya gelê xwe ketin di nava pêvajoya têkoşînek destanî de. Tevahî şehîdên me her tim nirxên me yên bingehin ên pêvajoyekî didin qezenckirine. Rastiya şahadetê ji bo gelê Kurd wateyek cûda ye. Şehîd dibin çavkaniya hêz û nirxên me yên bingehin ên têkoşînê dikin heyîn û didin berdewamkirin. Ji ber yên ku partiya me li ser lingan dihêle û nirxên partiyê didin afirandin jî şehîdên me bixwe ne. Ew pîvanên bilind ên qet têknaçin ku nirxên partiyê dayîne afirandin. Ji ber van sedema fêmkirina şehîdan, di pîvanên wan de partîbûyîn û têkoşîn kirin, dibe zagon û diyalektîka bingeha têkoşîna me ya azadiyê. Rêhevaltî, nirxê şênberbûyîna heqîqetê bixwe ye. Tekîliyên rêhevaltiyê, cewherê têkiliyên civakî nîşan didin û em dikarin heqîqeta PKK’ê bi awayê herî baş ji şehîdan fêr bibin. Em dikarin rastiya Rêbertiyê bi awayê herî baş ji şehîdan fêr bibin. Ji ber van sedeman ji bo tevgera me û gelê me şehîdbûn tê çî wateyê fêmkirin pir girînge. Di PKK’ê de fêmkirina şehîdbûnê, dibe serkeftin û ewlehiya jiyana azad. Şehîdên me heqîqeta jiyana azadin û jiyana rêhevaltiyê, jiyana şehîdane. Wekê rêhevalên şehîdan pêwîste em rêka wan bişopînin. Ev pîvan tên pejirandin, ji derveyî van qet ti tiştekî din nayên pejirandin. Mirov vê seknê û vê xetê bi awayekê pir vekirî di kesayeta hemû şehîdan de dibîne. Di pêvajoyeke ku em weke gel û tevger têkoşîna herî bê eman a serdem û şerê dîrokî didin û di vê têkoşîna dîrokî de bûne pêşengên me, Şehîd Vejîn, Şehîd Sara û Şehîd Bîşeng em di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî, bi hesret û bi minet bi bîrtînin. Em hevrêyên xwe bi hezkirin û rêzdarî bi bîrtînin û diyar dikin ku emê bi hişmendiya berpirsyariya mezin a li hemberî artêşa şehîdan ya ku ji hezaran zêdetire, pêvajoyê birêve bibin. Şehîd hesreta me ya azadiyê mezin dikin, hêza têkbirina dijmin û mizgîniya serkeftinê dide me. Li hemberî rastiya bi hezaran şehîdan ku bedela gihandina têkoşîna me ya îro ye, em soza xwe ya yekitî li ser xeta Rêbertiyê me têbikoşin û dijîn dûbare dikin. Şehîd rast fêmkirin û hîskirin di vê xetê de girînge. Wek gel rastiya şehîd fêmkirin û jiyana rast jiyankirin esase. Bi vê re girêdayî jî ciwan stûna bingehin ya civakê ne û bêyî wan ne gengaze şoreşên civakî pêk bên. Em nikarin ciwan û rola wan ya pêşengtiyê ji civakê qut bigirin dest. Pêwîstiya ciwan û jinên ciwan bi pêşengiyek xurt heye. Ji bo pêşengiyek xurt derkeve holê jî divê rastiya civakê û şehîdan baş were zanîn û li ser xeta rastiya şehîdan têkoşîn bê kirin. Ruhê ciwantiyê fedayîtiye. Ji bo welat û axa xwe ji dagîrkeriya dijmin paqij bikin, xeta fedayîbûnê didin ber xwe. Li gorî gelên din herî zêde civaka Kurd cewherê xwe yê civakbûnê parastiye, yên ku herî zêde vê xetê diparêzin û pêşengtiya vê dikin jî jin û ciwanin. Di xwezaye ciwanan de çalakbûn, wêrektî, fedakartî, fedayîbûn û li hemberî gelê xwe bi berpirsyartî tevgerandin heye.  Li ser vî esasî pêwîste ciwan têkoşîna xwe ji her demî xurtir bikin. Bi hêviya ku em rojek herî nêz de di mekanên azad de bi hîskirina şehîdan bikarin bi Rêbertiya me re werin gel hev, wî hembêz bikin û em ji dil û can guhdar bikin.

Mawa Baran

 

 

 

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar