Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya di sala 2014’an de li ser Mexmûr û Şengalê hatî pêkanîn bi daxuyaniyekê hate şermezar kirin.
Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya 10 salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser Mexmûr û Şengalê daxuyaniyek ya çapemeniyê dayîn.
Daxuyanî li saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî Şehîdên Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê Mamosta Hisên Kara axivî.
Mamosta Hisên Kara di destpêka axaftina xwe de hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bibîr anîn û wiha got: “Di êrişê DAIŞ’ê de armanc Kurdistan û dîroka Kurdan bû. Di xeta ku DAIŞ’ê li ser pêkanîn de civak Kurd jiyan dike. 3’yê Tabaxê êrişê Şengalê kirin ji ber ku Şengal dîroka Kurdan û baweriya Kurdan ya resen. Xestin vê dîrok û vê baweriyên tine bikin. Wehşetek wiha di cîhanê de gelek kêm rûdaye. Xayînan bêy ku li pey xwe binêrin gelê Şengalê di nav tepên DAIŞ’ê de hêlan. 20 Hezar pêşmerge bêku goleyek bi teqînin ji Şengalê reviyan. Tecrûbe û rêxistin civak Mexmûrê hem Hewlêrê parast. Mesûd Barzanî bi xwe hat wargehê sipasiya şervanên azadiyê kir. PDK dendarê PKK’ê ye. Lê Malbata Barzanî ti caran xwe ji xiyanêtê rizgar nekirine. Şengalê jî komplo kirin li Mexmûrê jî komplo kirin. Îro jî heman tiştê dikin li cihê vê komkujiyê di fermiyetê de bipejirênin, xweseriya Şengalê bê nas bikin yê saziyên sivîl yên Şengalê mîna PADÊ girtin. Di salvegera komkujiya Şengalê de PADÊ didin girtin ev jî dide diyar kirin ku komplo berdewam xilas ne bûye.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedan Gelê Kurd’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.
0 Yorumlar