Bersivên Gel:
-Zordestî ye.
-Ez ezîtî ye.
-Berjewendîpereste.
-Talankeriye.
-Hovîtî ye.
-Dagirkerî ye.
-Pêkanîna bi darê zorê ye.
-Binpêkirina mafane.
-Hebûna xwe li ser pişta hinekî din domandine.
-Sîstema desthilatdarî ye.
-Xwe li ser her tiştî û her kesê re dîtine.
Dewlet wek peyv, ji zimanê Akadiyan
derbasî Erebî bûye û di Akadî de wek kok ji peyva “dala, dalû” tê û tê wateya
zivirandin û vegerandin e. Di Erebî de jî ji koka “dewl” hatiye û tê wateya
dewr, bext, dewlemendî û desthilatdarî. Lê bi giştî dewlet peyvekî Aramî ye û
bingeha xwe ji Sumeran digire. Îro di hemû zimanan de wek desthilatdarî an jî
sazîbûna serweriyê tê pênasekirin. Mixabin pênaseyên heyî nahêlin ku civak
dewletê rast fêm bike. Jixwe dema mirov dîroka dewletê bikole tiştê derdikeve
holê, li dij civakê di bin navê “ji bo civakê” sazîbûnekê desthilatdariyê ye.
Pênasekirina dewletê wek têgehên din ne
hêsanin. Lewra em bi rastiyekê rûpoşî ve rû bi rû ne. Û pêve girêdayî çêbûnekê
pir alî li hemberî me ye. Mirov milekî wî digire dest, milê din kêm dimîne. Ji
ber vê pêwîste mirov xwebirêxistinkirina dewletê binêre û hewl bide wisa pênase
bike.
Dewlet di dîroka mirovahiyê de ne xwedî
dîrokekî dirêje. Lewma mirov heyînekî civakî ye û civakîbûn jî xwe digihîne
sedhezaharan salan. Mirov bi rêya civakîbûyînê meşa xwe ya lêgerîna jiyana
komûnal domandiye û li her derê cihanê belav kiriye. Ji bo ku mirov di xwezayê
de li ser piyan bimîne pêwîstî bi cîvakîbûyînê dîtiye. Lewma mirov bi
hişmendiya ezezîtî nikare jiyana xwe bidomîne. Xwezaya mirovan dihêle ku mirov
civakî be û wek civak jî komûnal be. Dîroka mirovahî ya sedî nod û heşt bi vî
avayî hatiye jiyankirin û hîn jî mirovahî bi civakîbûnê re li ser piyane.
Bê gûman dîrok wisa xwerû nîne. Civak her
çendî komûnal jiyan kiribe jî, ji ber rastiya serdem û zêdebûna hêjmara
mirovahiyê gelek pirsgirêk û zahmetî jî dîtiye. Di serdemên ku civak komûnal
jiyankiriye de jiyan ji aliyê jinê ve hatiye birêxistinkirin û birêvebirin.
Xwezaya jinê nahêle ku hişmendiyên der exlaqî û çandî bên jiyankirin. Mixabin,
zilam beriya vê şeş hezar salan hedî hedî xwestiye xwe li dijî jin û jiyanê
birêxistin bike. Zilam ji pirsgirêk û zehmetiyên ku civak jiyan dike sûd
wergirtiye û bi berovajîkirina rastiyên jiyanê re xwe li ser civakê serwer
kiriye. Di encamê de wek dewlet xwe gihandiyê sazîbûnekê. Di sazîbûna zilam de
xisletên zilam ên ku li xwe ferzkiriye (xwedayetî, eskertî û olî) rolekê girîng
lîstiye.
Dewlet bi derketina xwe re çînayetiyek kûr
avakiriye. Di serdema ku jin bûye jiyan de, her kes wekî hev bû û çînayetî tinebû.
Ji ber vê dewlet tê wateya çînayetiyê. Dewlet hebûna xwe li ser hişmendiya çînayetî
avakiriye. Yanî pêwîste terzê fikirinê û yê jiyanê wek xulam-xwedî û evd-xwedê
be. Di bingehê çînayetî de jî zayendperestiya zilam heye. Zilam bi xistina jinê
re ev yek pêk aniye.
Ji ber ku beriya dewletê di jiyanê de
terzê fikirînê komûnal bû, mirov dikare dewlet wek kombûna hemû ezezîtiyan
pênase bike. Ezezîtî bingeha hemû hişmendiyên dercivakiye. Ji malbatperestî
bigirin, qebîleperestî û heta nîjatperestî hemû cudaparezî bingeha xwe ji ezezîtiyê
digirin. Dîsa ji zilamperestiyê bigirin, zayendperestiya civakî yê ku civak ji
xwe tê dûrxistin jî ji ezezîtiyê derketiye. Baweriyên ku berê dest nedidan ku
cudaperestiyek wek evd û xwedê, zindî û mirî hebe, di serdema dewletê de hatine
çewisandin û ezezîtî xwe wek ol birêxistinkiriye. Olên ku ji aliyê zilam ve
hatiye pêşxistin hiştiye ku xweza wek mirî bê dîtin û civak wek evd bê
tepisandin. Ji ber vê mirov dikare dewlet wek sazîbûna olperestiyê pênase bike.
Her wekî din amûr û zanîna jinê ji bo civakê hatiye bikaranîn, lê bi serdestiya
zilam re ev yek jî ji bo pêkanîna desthilatdariyê hatiye bikaranîn û zanîst bi
vê hincetê hatiye pêşxistin. Ji ber vê dewlet di heman demê de tê wateya
sazîbûna zanistperestiyê.
Wek encam Rêbertî di derbarê dewletê de
dibêjê; “dewlet tenê wek amûrekê zorê dîtin çawa cihê xwe negire, ew wek otoriyekê
pîroz mevhûmkirin jî xizmeta veşartina tiştên çêdibin dike. Dewlet otorîteyekê
bi sazîbûnê re domdarî qezenc dike ye. Û di dîrokê de amûra herî xeter jî be,
hîn jî taybetmendiya xwe ya fêmbûnê diparêze.”
0 Yorumlar