Şaredariya Mexmûrê di bin germahiya zêde, şert û mercên teng de jî xizmeta gelê xwe dikin û çend daxwazên wan ji gelê wargehê hene: “Gelê me di hêla paqijiya dora mal û kolanan, ava zêde tê berdana ser cadeyan û di nava rojê de vekirina ampûlan de, bi me re bibin alîkar emê kêfxweş bibin.”
Armanc Herekol
Şaredariya
Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di bin pileyên germahiya zêde,
şert, merc û derfetên kêm de jî xizmetgûzariyê ji gelê wargehê re dikin.
Yek ji
Encûmenê Şaredariya Wargehê Sebrî Mijînî têkildarî xebatên şaredariyê û
zehmetiyên ku jiyan dikin ji rojnama me re axivî û bang li gelê wargehê kir da
ku di hêla elektirîk, av û paqijiyê de bi wan re bibin alîkar.
AV
HEYE, LÊ BIPARÊZIN!
Sebrî di
destpêka axaftinên xwe de têkildarî ava ku tê wargehê wiha peyîvî: “Şaredarî di
wargehê de xebatekî sereke û bingehîn dike. Ji bo civakekî xizmet û pêwîstiyên
sereke av, paqijî û elektirîke. Çend xetên me yên avê hene. Hindek xetên avê ji
derveyî wargehê tên û çend xetên din jî me bi xwe di nava wargehê de vekirine. Avek
zêde tê wargehê û her sê rojan carekî em avê ji gel re berdidin. Di vê hêlê de
pirsgirêkên avê dernakevin. Niha em hewil didin ku xetek din jî ya avê bînin. Çend
malên me hene ku li jorî depoya avêne û em ji depoyê yekser avê didin wan. Ji
bo wan emê depoyek mezin ya avê bînin. Di wargehê de av zêde tê berdana ser
cadeyan. Dema ku karê we ji avê xilas bû, vanaya avê bigirin. Cadeyên wargehê
ji ber ava zêde ya tê berdana ser, xirab dibin. Em hêvî dikin ku gelê me
vaneyan danin ser xetên avê û ava heyî biparêzin. Xetên ku bi dizîkî hatine
kişandin jî hene, hindek malan heta 4 xetên avê kêşane. Divê ev yek neyê kirin
û parastina avê hebe.”
‘EM
DIKARIN BI HEV RE WARGEHÊ PAQIJ BIGIRIN’
Sebrî Mijînî
di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand li ser paqijiya wargehê û da zanîn
ku tîmên paqijiyê yên şaredariyê her roj kar dikin, çopa wargehê davêjin û wiha
behsa zehmetiyên dikêşinin kir: “Ger hemûkes ber deriyê xwe paqij bikin, wê
tevahî bajar paqij bibe. Li ser vê yekê divê em girîngî bidin paqijiyê.
Xebatkarên me di bin germahiya zêde û derfetên kêm de wargehê paqij dikin. Em
minetdarê wanin. Paqijiya giştî dikin, kanal û cûyên avê paqij dikin. Lê di vê
hêlê de gelê me divê çopa xwe ne avêjin kanalan de, her wiha cû an jî kanalên
ber derê xwe paqij bigirin. Divê malbat ji zarokên xwe re bêjin, çopê xwe ne avêjin
erdê. Ev yek bê kirin emê kêfxweş bibin. Em wek şaredarî û gel dikarin bi hev
re wargeha xwe paqij bigirin, lê tenê ser pişta xebatkarên paqijiyê hiştin,
nabe!”
DI HER
ŞERT Û MERCÎ DE XIZMETA GEL DIKIN
Herî dawî
Sebrî Mijînî qala elektirîkê jî kir û diyarkir ku wargeh di hêla elektirîkê de
ji gelê Iraq û Herêma Kurdistanê bişanstirin û wiha dawî li axaftinên xwe anîn:
“Di giştî Iraq’ê de, elektirîka herî baş ya me ye. Li wargehê 12 saetan
elektirîka giştî heye û 9 saetan jî ya matorê heye. Di hêla elektirîkê de jî
çend daxwazên me ji gel hene, divê gelê me ampûlan di nava rojê de vemirînin.
Em dibînin di nava rojê de projektorên mezin vekirî tên hiştin. Ev nabe, ji
matorên me re jî nebaşin. Tişta ku hewcehî pê nebe, bila neyê vekirin. Rewşa
hewayê diyare û ji ber germahiya zêde, matorên me zehmetiyan dibînin. Bila gel di
vê mijarê de baldarbin. Wek giştî, xebat berdewame û em di her şert û mercî de
xizmeta gelê xwe dikin.”
0 Yorumlar