Bi ser êrişa li ser Herêma Mexmûrê re 10 sal derbas bûn, beriya 10 salan gerîlayên PKK’ê ji çiya daketin û bi hewara gelên Iraqê hatin. Gerîlayên azadiyê ji Şengal heya Kerkûkê rê li çeteyên DAIŞ’ê girtin û gelên Iraq û Herêma Kurdistanê ji DAIŞ’ê rizgarkirin. Tevî vê qehremaniya gerîlayên PKK’ê îro bi daxwaza dewleta Tirk-PDK’ê, Iraq çavê xwe li êrişên li ser Başûrê Kurdistanê digire.
Îro 10’emîn salvegera êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li ser herêma Mexmûrê ye. 10 sal beriya niha dema çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dabûn Hewlêrê û heta navçe û wargeha Mexmûrê hatibûn, gerîlayên HPG/YJA-STAR, li gel hêzên parastina wargehê berxwedanek mezin nîşan dabûn û cara yekem çete têk biribûn. Piştî 5 rojan Mesûd Barzanî çûbû wargehê û spasiya gerilayan kiribû.
Emê divê dosyaya xwe de behsa rastiya berxwedana gerîla û xelkê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya di sala 2014’an de, rola PKK’ê ya di parastina gelên Iraq û Herêma Kurdistanê de bikin.
DAIŞ
Roj bi roj DAIŞ li Suriye, Iraq û Başûrê Kurdistanê bi pêş ve diçû û komkujiyan pêktanî, metirsî her ku diçû zêdetir dibû. Divê çarçoveya êrişan de, çeteyên DAIŞ’ê berê xwe dan Herêma Mexmûr û ji wir jî dixwestin bikevin Hewlêrê. Bi vê re xelkê wargehê jî kete nava liv û tevgera parastinê. Xelkê wargehê wê demê ji PDK’ê û YNK’ê xwestin, li Mexmûrê bi hevre tevbigerin û dijî DAIŞ’ê li ber xwe bidin.
Xelkê Mexmûrê xwest fermandariyek hevbeş di navbera xelkê wargehê û pêşmergeyan de were avakirin û dijî DAIŞ’ê şer bikin. Lê PDK nêzî vê daxwazê nebû. Her ku diçû li herêmê tirsek mezin çêdibû, DAIŞ’ê Musilê girt, êrişî Şengal kir û komkujî pêkanî.
DAIŞ’ê berê xwe da Mexmûr
Bi metirsiyê re xelkê wargeha Mexmûrê li beramberî êrişek muthemel tedbîr girtin. Di çarçoveya van tedbîran de şêniyên wargehê di 6’ê Tebaxê de ji aliyê Hêzên Parastina Wargehê ve ji wargehê hatin derxistin.
Iraq û PDK derketin
Bi derxistina şêniyan re, komek xelkê wargehê ji bo rê li DAIŞ’ê bigrin, di wargehê de ma. Lê YNK, PDK û leşkerên Iraqê hemû ji herêmê derketin, bi vê re xelkê ji bo parastinê mayî, biryar dan ku derbikevin ser çiyayê Qereçox a Mexmûrê. Carek din xelkê wargehê ji PDK û YNK’ê xwestin dijî DAIŞ’ê hêzek ava bikin, lê carek din nêz nebûn.
Iraq reviya, gerîla bi hewarê hat
Dema ev metirsî çêbû, gerîlayên azadiyê berê xwe dan Mexmûrê. Di 7’ê Tebaxê de DAIŞ ket Mexmûra jêr, komek gerîla û hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê, li rexa wargehê ma bûn.
Cara yekem gerîla bû mertal
Dema ku DAIŞ hat, gerîlayên azadiyê û xelkê wargeha Mexmûrê li DAIŞ’ê xistin. Li nêzî wargehê 3 wesayîtên DAIŞ’ê hatin derbkirin. Piştî vê, PDK’ê dît gerîla û xelkê wargehê li hemberî DAIŞ’ê şer dike, ji ber ku DAIŞ tirsek mezin di nava wan de çêkiribû, kesê bawer nedikir wê berxwedanek dijî DAIŞ’ê çêbibe. Di rastiyê de cara yekem, DAIŞ li wir şikest û paş de reviyan.
Gerîla DAIŞ’ê şikand
Dema ku li Mexmûrê gerîlayên azadiyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerkirin û berxwedanek mezin dan nîşandan, DAIŞ şikest. Bi şikestinê re serokê PDK’ê Mesud Barzanî xwest gerîla bibîne.
Rojnamevan Denîz şehîd
Şer dewam dike, komek DAIŞ xwest bikeve çiya, nêzî çiya jî bibûn. Rojnamevana heqîqetê Denîz Firat li wir, bû hedefa çeteyên DAIŞ’ê û şehîd bû.
Berxwedana gerîla deng veda
Piştî wê gerîlayên azadiyê li DAIŞ’ê dan û 2 çete kuştin. Cenazeyê wan jî ket destê gerîla, dema ev xeber belav bû, ji Hewlêr û her derê bi sedan kes berê xwe dan çiyayê Qereçox. Ji ber kesê bawer nedikir, DAIŞ wê werin kuştin û cenaze bikevin destê wan.
PKK bû hêvî
Dema ev bûyer çêbû, êdî hewayek cûda di nava pêşmerge û xelkê Başûr de ava bû. Her kesê dît PKK’ê êrişa DAIŞ’ê şikand. Her kesê got, PKK dikare dijî DAIŞ’ê şer bike û PKK ji bo wan bû hêvî. Ji ber ku em dikarin bêjin, cara yekem li Başûr û Iraqê, êrişa DAIŞ’ê ji aliyê gerîla û xelkê Mexmûrê ve hate şikandin.
DAIŞ reviya
Dema DAIŞ’ê berxwedana gerîla dît, bi paş de çûn, ji ber ku ger çiyayê Qereçox ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiba girtin, wê Hewlêr jî ketiba destê wan de. Piştî berxwedana xelkê wargehê û gerîla, PDK’ê vê carê ji gerîla û xelkê wargehê re got ku hun çi dixwazin em amadene.
Îro Gerîla bi destê PDK’ê tên şehîd xistin
Di roja me ya îro de gerîlayên azadiyê yên ku xwe ji bo Başûrê Kurdistanê xwe kirin çeper, bi hevkariya PDK’ê li serê çiyayên Kurdistanê tên şehîdxistin.
Wargeha Mexmûra ku 30 salin penaber û ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker koç bûye, bi hevkariya PDK’ê dibin gef, êriş û ambargoyê deye.
Îro 10 sal bi ser êrişa çeteyên DAIŞ’ê re derbas bûn, piştî êrişê hewldanên valekirinê, gefên êrişên dewleta Tirk hê jî li ser wergehê dewam dikin. Piştî berxwedana xelkê Mexmûr ya dijî DAIŞ’ê û heya niha, gelek welatiyên Mexmûrê di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûne û gelek jî birîndar bûne. Tevî hemû êriş û gefan berxwedana şêniyên wargehê, ya dijî zilm, zordarî, hewldanên valekirin, teslîmgirtin û bê îradekirinê dewam dike.
Gerîlayên PKK’ê ku beriya 10 salan xwe ji bo gelên Iraqê kirtin mertal, îro di encama êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê de têne şehîdxistin. Ji ber ku PKK di nava gelên Iraqê de hatiye heskirin, dewleta Tirk tehemula vê nake û ji bo ku PKK’ê li Iraqê bixin lîsteya ‘terorê’ serî li hemû rê û rêbazan dide.
0 Yorumlar