Ticker

10/recent/ticker-posts

Bi helbestekê têkoşîna xwişka xwe ya şehîd vedibêje

Jina ciwan a bi navê Nazdar Sîdar diyarkir ku divê her ciwanek Kurd bi huner û keda xwe têkoşîna gerîlayên azadiyê li ser ziman zindî bihêle û wiha got: “Ez helbesta xwe diyarî hemû şehîdên Kurdistanê û bi taybetî jî diyarî xwişka xwe şehîd Azê Erdal dikim.”

Jiyan Pîran

Hunandin karê hest û heskirinê ye, her mirovek dikare hest û heskirina xwe bi şêwaz û sitîlek cûda ravebike û zindî bihêle. Gelek kesan bi çîrok, serpêhatî, destan, stiran, dariştin û helbestan hestên xwe yên heskirin, êş, bêrîkirin, xem û berxwedana ku tê jiyankirin anîne ziman.

Jina ciwan a bi navê Nazdar Sîdar ku 16 saliye û li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jiyan dike, bi hestên xwe yên bêrîkirin û heskirina xwe ya li hemberî xwişka xwe ya şehîd Azê Erdal ya ku di 3’ê Tebaxa 2022’an de li çiyayê Metîna gihiştî şahadetê, helbestek nivîsandiye. Jina Ciwan Nazdar Sîdar têkildarî helbesta xwe ji ajansa me re axivî.

Nazdar Sîdar di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser xwendina zimanê Kurdî ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê û wiha vedibêje: “Ez li wargehê ji dayîkbûme û niha jî di dibistanên wargehê de bi zimanê Kurdî dixwînim. Xwendina bi zimanê Kurdî ji bo me şanseke. Min dest bi nivîsandin helbestan kiriye û herî dawî jî min helbestek li ser jiyana xwişka xwe ya şehîd nivîsandiye. Ne tenê ev helbest, li ser 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo jî min helbest nivîsandiye. Min xwest bi helbestekê di kesayeta xwişka xwe de hemû şehîdên jin yên li Avaşîn, Metîna û Zapê li hemberî dagirkeriyê li berxwedayîn û gihiştîn şahadetê bibîrbînim. Xwişka min jî yek ji wan jinên têkoşer ya ku li çiyayê Metîna li hemberî dagirkeriyê têkoşîn kirî û gihiştî şahadetê bû. Ez helbesta xwe diyarî hemû şehîdên Kurdistanê û bi taybetî jî diyarî xwişka xwe şehîd Azê Erdal dikim. Bi alîkariya mamê xwe min karî ez vê helbestê binivîsim û hestên xwe yên li hemberî jinên têkoşer zindî bikim.”

Yek ji helbestên Nazdar Sîdar ku li ser xwişka xwe ya şehîd Azê Erdal nivîsî wiha ye:

Gula jîn û evînê

Gulek ji nav gulsorxwînên Gundikê Melê rabû.

Gulsorxwîna jînê, sebra li ber dilê dayîkan bû.

Gula evînê Kurdistan, evîna ked û cengê bû.

 

Kurdistan Sîdar 95’ li Geliyê Qiyametê ji dayîk dibe.

2012’an tevlî şoreşa Kurdistanê dibe.

Tebaxa 2022’an li Metînan şehîd dibe.

Ez gula jîn û evînê qet nadim malê dinê.

 

Kurdistanê warê jîn û evînê.

Min bi xwendina zimanê Kurdî re xwe ji nûve naskir.

Min bi sîroda netewî re bêhna azadiyê fam kir.

Min li nav şoreşê edalet û mafê jinê naskir.

 

Azê Erdal li ser rêya pismamê xwe Erdal soz da.

Gula jînê ji warê Nûh pêximber keçek canfeda.

Heftenîn, Zap û Metînan derbê mirinê li neyaran da.

Ez gula jîn û evînê qet nadim malê dinê.

 

Navê te Kurdistane evîna li ser hemû dilane.

Dil tev ketin xem û şînê ji ber evîna dilane.

Ez xwedî hêz û piştim canfedayê Kurd gerîlane.

 

Gula evînê canfedayê nav şoreşê bijarde.

Tim li nav kar û xebate, lehengek ji hêza taybete.

Ji bo azadiya Rêber Apo ez candikim xelate.

Ez gula jîn û evînê qet nadim malê dinê.”

Nazdar Sîdar di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî ciwanên Kurd kir ku xwedî li têkoşîna gerîlayên azadiya Kurdistanên ku niha li hemberî dagirkeriyê tê meşandin derbikevin û li hemberî vê dagirkeriyê bibin xwedî helwest. 

Yorum Gönder

0 Yorumlar