Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi meşekî girseyî komkujiya 9’ê Çileya 2013’an ya li Parîsê ku têde sê jinên pêşeng Sara, Rojbîn û Ronahî hatibûn qetilkirin, şermezar kirin.
Şêniyên Wargeha Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û destbi meşekî girseyî kirin. Armanca meşa gelê wargehê, şermezarkirina komkujiya 9’ê Çileya 2013’an ya li paytexta Fransa Parîsê ku têde sê jinên pêşeng Sara, Rojbîn û Ronahî hatibûn şehîdxistin bû.
Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî meşiyan. Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û jinên pêşeng yên ku di komkujiya 9’ê Çile 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’yan de hatine şehîdxistin hatibûn berzkirin. Her wiha pankartên bi nivîsa ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Emê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî tevahî komkujiyan zelal bikin’, ‘Emê bi têkoşîna Sarayan jin û jiyanê azad bikin’ hatin hilgirtin. Gel li ber avahiya NY rawestiya û li wir daxuyaniyek ji aliyê Endama Kordînasyoma Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve hat dayîn.
Fadîle Tok di destpêka axaftina xwe de şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîranî û wiha pêde çû: “Komkujiyên ku li Parîsê pêkhatin em hêzên çetewar, hêzên komploger şermezar dikin. Çawa ku di 3’ê Çileya 2013’an de hevdîtin bi Rêber Apo re hat kirin, ji aliyê dewleta dagirker ve hat gotin ku wê muzakere were pêşxistin lê di 9’ê Çileyê de bi komkujiya ku li Parîsê pêkanî xwestin derberyekê li fikrê Rêber Apo bidin û projeyên ku Rêber Apo pêşxistî bide xirabkirin bû ji ber wê muzakere di nîvî de hiştin. Lê divê em vêya baş bizanin ku heval Sara bi hêrs û kîna ku li Dêrsimê hatibû kirin li bajar û çiyayên Kurdistanê bost bi bost geriya û tekoşîn da meşandin. Di heman demê de li zindana Amedê jî tif li rûyê dijmin kir û got ku hun nikarin hebûn, vîn û azadiya me tine bikin û hun nikarin me bi komkujiyan xilas bikin. Ji ber wê em îro dibînin li çiyayên azad şagirtên wê jina leheng, wê xwedawenda jina azad li ser şopa wê dimeşin. Her wiha em dikarin bêjin heval Fîdan jî ji bo rastkirina dîroka gelê Kurd ya ku hatibû berevajîkirin kar û xebat dida meşandin. Bi wê ve girêdayî Heval Leyla jî weke ciwanekî yê civakê, civakê bi hêz û zindî dikir û pêşengtî ji ciwanan re dikir di wê komkujiya parîsê de hatin şehîdxistin. Wê li hemberî van komkujiyan, van komplogeran, van dagirkeran û ji tecrîda girankirî re bersivdayîna me cûda be.
Banga me ji tevahî cîhanê û gelê Kurd re heye wê berxwedana me li gorî tûnelên şer be, wê li gorî berxwedana zindanan be, wê li gorî berxwedana Rêber Apo be. Ji bo em bibin layîqê şehîdên wek Amarayan, Rûkenan û tevahî şehîdan bin, ji derveyî vê ti rêyek din ya me nîne. wek gelê Kurd tifaq û çareserî didestê me bixwe de ye, emê yekîtiya xwe çêbikin û serbikevin.”
Meş bi dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.
0 Yorumlar