Şêniyên Mexmûrê pêngava 15’yê Tebaxê destpêkê li Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan, gerîlayên serê çiyan û tevahî gelê Kurd yên welatparêz pîroz kirin û diyar kirin ku yekane rêya çareserkirina pirsgirêkên gelê Kurd, Tirkiye û Rojhilata Navîn, fikir û felsefeya Rêber Apo ye.
Xurbet Tallî
15’yê Tebaxê ku weke vejîna gelê Kurd tê pênasekirin, her sal li her cihê ku Kurd lê dijîn vê rojê hem pîroz dikin û hem jî soza têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkeriyê nû dikin. Têkildarî vê mijarê şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji Rojnews re axivîn.
‘Bi navê biratiya îslamê xapandin’
Mamosta Xelîl Kara destpêkê di kesayeta şehîdên meha Tebaxê de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Ji bo em girîngiya 15’yê Tebaxê bizanibin, divê em destpêkê li beriya 15’yê Tebaxê binêrin ka rewşa Kurdan çawa bû. Dewleta Tirk beriya avabûna komarê demek dirêj bi welatên cîranên xwe re di nava şeran de bû. Li kêleka wan Kurd hebûn bi navê biratiya îslamê, parastina ol û welatê xwe xapand û bi xwe re xistin nava wan şeran. Li rûxmê ewqas bedelên ku Kurdan di bin navê misilmantiyê de dabûn jî, lê ti maf ji bo wan nehat naskirin. Wek hişmendiya niha ya AKP-MHP ku dibêje yek al, yek gel û yek welat, wê demê jî bi heman hişmendiyê her tiştê ku bi navê Kurd înkar dikir.”
‘Baweriyek mezin da hemû gelên herêmê’
Mamosta Xelîl di axafatinên xwe de da zanîn ku ev faşîzma dewleta Tirk ne tenê li himberî gelê Kurd, li himberî hemû pêkhateyên li Tirkiye yên weke Ermenî, Suryanî bû û wiha domand: “Dewletekî ku bi temamî xwe li ser hîmê mêtîngerî û faşîzmê avakiriye. Rêbertî jî di wan demên ku kom û rêxistinên şoreşgerî dixwestin li himberî vê faşîzmê derbikevin, di nava lêgerînekê de bû. Rêbertî bi vê hişmendiyê bi komek hevalên xwe re dest bi têkoşînê dike. Di sala 1977’an de hevalê Heqî Karer ji aliyê kontrayan ve tê şehîdxistin, ji bo bersivdayîna vê Rêber Apo di sala 1978’an de partiya PKK’ê di damezirîne û soza ku dayî şehîdan, vê rêxistinê mezin bike û bigihîne serkeftinê ye. Di wan deman de gelek êrişên hovane li ser komên şoreşger û tevgera Apoyî çêbûn. Ev têkoşîn berdewam kir heta gihişt astek wisa ku Rêbertî wê demê got: ‘Ev rewşa li Kurdistanê heyî, encex ev bi têkoşînek çekdarî were şikandin û em bigihijin serkeftinê.’ Bi vê hişmendiyê lêgerîn çêdibin, bi derfetên pir kêm heval bi komên biçûk demekê hatin perwerdekirin. Piştî ku derbazî Bakurê Kurdistanê dibin, di 15’yê Tebaxa 1984’an de di bin fermandariya Heval Egîd de li Eruh û Şemzdînan şerê çekdarî hat destpêkirin.”
Mamosta Xelîl Kara diyar kir ku piştî 15’yê Tebaxê êdî gelê Kurd gotin em hene, her wiha baweriyek mezin da hemû gelên herêmê jî û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Mirov dikare bêje yekane rêya çareserkirina pirsgirêka Kurd, Tirkiye û Rojhilata Navîn fikir û felsefeya Rêber Apo ye.”
‘Rojek ya mîladê ye’
Her wiha Endama Melîsa Îştar Cemîla Repinî jî salvegera 15’yê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gerîlayên serê çiyan û tevahî gelê Kurd yê welatparêz pîroz kir û wiha axivî: “15’yê Tebaxê ji bo me weke rojek ya mîladê ye. Beriya 15’yê Tebaxê rewşa gelê Kurd, ciwan û jinên Kurd di astekî pir xirab de bû, mirov dikare bêje di rewşekî mirî de bû. Eger ne bi saya 15’yê Tebaxê bûya, wê gelê Kurd nebûya ango ne ziman, ne çand, ne heyîn, tiştek li holê nebû. Bi pêngava 15’yê Tebaxê ya 1984’an a bi pêşengiya fermandarê nemir Heval Egîd re hatî avêtin û şûnde gelê Kurd êdî şiyar bû. Bi guleya yekemîn gelê Kurd xwe naskir.”
‘Bi pêngava 15’ê Tebaxê re Kurdbûn xwedî hê û artêşbûna jin avabû’
Cemîle Repinî da zanîn ku beriya pêngava 15’ê Tebaxê ji ber ku dewleta Tirk digotin ‘me gelê Kurd li Agiriyê binbeton kiriye’, ji ber wê gelê Kurd gelek hatibû tirsandin, heta ku Kurdan nedikarî rasterast bêjin em Kurdin jî û wiha domand: “Lê piştî pêngava 15’yê Tebaxê û şûnde êdî Kurd bûn xwedî hêz, partî û artêşbûna jin avabû. Jin jî êdî beşdarî vê şoreşê bûn û gotin em jî hene û em dikarin xwe biparêzin. Mirov dikare bêje 15’yê Tebaxê cejnekî herî bingehîn ya gelê Kurde. Raste me gelek bedelên giran dan, lê me dijminê xwe aniye astek wisa ku êdî nikare ji tirsan xew bike. Banga min ji bo hemû gelê Kurd bi taybet ji bo jinan ewe ku destê xwe bidin hev, ji niha û şûnde yekîtiya xwe çêbikin, xwe tevlî xebatan bikin. Em piştgiriya gerîlayên xwe bikin û Rêbertiya xwe azad bikin.”
0 Yorumlar