Ticker

FERMANDARÊ SERDEMÊ: HEVAL EGÎD

Yek ji şahidê pêngava 15’ê Tebaxê ya sala 1984’an ku di pêşengtiya Heval Egîd de hatibû destpê kirin, Heval Selîm wiha qala wê pêvajoyê kir û got: “PKK’ê ji dewleta Tirk re got; êdî em li hemberî we ne û hakimyeta we li ser gelê xwe napejirînin.”

Jiyan Pîran


Beriya 40 salan li navçeya Dihê ya Bajarê Sêrtê di bin pêşengtiya fermandarê mezin Mehsum Korkmaz ango Heval Egîd de çalakiya destpêkê ya şerê çektdarî, di 15’ê Tebaxê de hat destpê kirin. Bi vê pêngavê re têkoşîna gelê Kurd gihişt asta şerê gelê şoreşgerî û pêvajoyek nû ya têkoşînê destpê kir.

Têkildarî vê mijarê û bi boneya 40’emîn salvegera pêngava şoreşgerî ya 15’ê Tebaxê, şahidê pêngava 15’ê Tebaxê Heval Selîm bersiva pirsên rojnameya me da.

Pêngava 15’ê Tebaxê çi guhertin di jiyana gelê Kurd de da çêkirin?

-Beriya pêngava 15’ê Tebaxê hertim dijmin êrişî gelê Kurd dikir. Lê bi pêngava 15’ê Tebaxê re gelê Kurd jî êrişî dijmin kir û PKK’ê ji dewleta Tirkre got; ‘Êdî em li hemberî we ne û em hakimyeta we li ser gelê xwe napejirînin.’ Me bi kelecan û hêviyek mezin dest bi vê pêngavê kir. Navê Dihê di dîroka cîhanê de tine bû. Piştî pêngava 15’ê Tebaxê êdî navê Dihê li tevahî cîhanê hat gotin û hat bihîstin. Piştî vê pêngavê gelê Kurd di gund û navçeyan de gerîlayên azadiyê bi tilîlî û çoşek mezin pêşwazî dikirin. Êdî ne ji bo me tenê, ji bo tevahî gelê Kurd pêvajoyek ya têkoşînê hatibû destpê kirin.

Gelo Heval Egîd fermandarek çawan bû û xwedî kijan taybetmendiyan bû?

-Çalakî li ser bingehê pîlanan tê çêkirin. Ji bo wê jî ya pêwîst keşfa cihê çalakiyê, îstixbarata rewşa heyî, naskirina hêza dijmin û di heman demê de naskirina hêza xwe ye. Di van hemû xalan de Heval Egîd xwedî kêrhatinek mezin bû. Her tişt di bin berpirsiyartiya wî de di hat meşandin û bixwe jî hemû pêngavên di hatin avêtin de keşif dikir. Ji bo wê jî her tim çalakiyên hevalê Egîd bi serkeftî encam dibûn. Ji gel hezdikir û li hemberî gel ti caran bê pîvanî û bê rêzî nedikir. Di heman demê de Heval Egîd di meşa xwe de hertim pêşengtî ji şervanên xwe re dikir. Di zanî wê li kûderê nerm nêz bibe û li kûderê jî wê hişk nêz bibe. Ji ber ku li cihê hişk pêwîst dike eger mirov nerm nêz bibe, wê zerer bide û li cihê ku nerm jî pêwîst dike eger tu hişk nêz bibî wê dîsa zerer bide. Ev taybetmendiyê wî di gelek aliyên jiyanê de jêre dibû alîkar.

Ji bo we 15’ê Tebaxê tê çi wateyê?

-15’ê Tebaxê ji bo min hertim wek cejnek ya ji nû ve ji dayîkbûnê ye. Ji ber ku beriya pêngava 15’ê Tebaxê em wek Kurd tine bûn. Heyîna me li gel dewleta Tirk ne bi qûrûşekê bû. Dû leşker dihatin gund, gundî giştî rût dikirin, gund dişewitandin û li gel didan, kesê ne dikarî li hemberî dewletê serê xwe bilind bike yan jî bibêje ez vê kiryara heyî na pejirînim, ji bo wê jî min biryara têkoşînê da.

Têkoşîna ku niha li Zap, Avaşîn û Metîna tê meşandin bingehê xwe ji ku digire?

-Niha dewleta Tirk bi hemû hêza xwe ya leşkerî, hêzên xwe yên taybet, sîha û bi balafirên xwe, dike û nake li hemberî gerîlayên azadiyê bi ser nakevin. Ev hêza gerîlayên azadiyê bingehê xwe ji Şahadeta Heval Heqî Karar, têkoşîna zîndanan û pêngava 15’ê Tebaxê digire.

Banga we ji bo gelê Kurd çiye?

-Dewleta Tirk ji bo PKK’ê tine bike û her çar parçeyên Kurdistanê dagir bike, di welatê xwe de seferberî ragihandiye. Ger dijmin li hemberî me seferberî dabe destpê kirin, divê wek gelê Kurd em jî têkoşînê bi ruhê xwe yê welatparêzî bidin berdewam kirin. Wek ku Rêbertî ji gotî; ‘Me bi ciwanî destpê kir, emê bi ciwanî bi serbikevin.’ Ji bo wê jî divê ciwanên me di nava refên têkoşînê de cihê xwe bigrin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar