Ticker

10/recent/ticker-posts

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibînin serlêdan kirin.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol, Raziye Ozturk û Emran Emekçî ji bo karibin hevdîtinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.  

Ji 25’ê Adara 2021’ê û vir ve agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  nayê wergirtin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar