Bersivên Gel:
-Rizandin e.
-Dagirkerî
ye.
-Binpêkirin
e.
-Desteserkirin
e.
-Mêtîngerî ye.
-Bê
rûmetkirin e.
-Guhertina
demografiyê ye.
-Tinekirina
çandan e.
-Talankirina
dewlemendiyan e.
-Destdirêjiya
li ser axê ye.
-Înkarkirina
îradeyê ye.
-Tişta
ku li Bakûr tê kirin e.
-Dewleta
Tirk e.
Îlhaq peyvekî Erebî ye û tê wateya bi xwe
ve girêdan, xistina nav ax û serweriya xwe. Îlhaq zêdetir têgehekî dewletî ye.
Dewletek an jî hêzek herêmî piştî axa ku di bin serweriya dewletek din an jî
hêzek din de dagir kir, bixe nav sînorên xwe û vê jî di qada navnetewî de bide
pejirandin wê çaxê îlhaqkirin tê gotin. Bi kurtî welatên ku bi awayek leşkerî
hatibin dagirkirin daxilî sînorên xwe kirine. Ji ber vê pêwîste bi dagirkeriyê ve
neyê tevlîhev kirin. Her dû têgeh jî di milê wate de pir nêzî hev tê dest
girtin, lê ji hev pir cuda ne. Dagirkerî gava destpêkê ye, îlhaqkirin gava
duyemîne. Her wekî din destura dagirkirinê di zagonên navnetewî de heger demkî
be tê dayîn. Lê ya îlhaqkirinê, dewletên cuda bipejirînin tê dayîn. Lewma
îlhaqkirin bi giştî kirina bin serweriya xwe ye.
Dagirkerî di lîteratura cîhanê de piranî
wek çalakiyek leşkerî tê dest girtin. Mêtîngerî jî herêmên hatine dagirkirin
mêtîne ango hemû dewlemendî û civakên wê erdnigariyê mijandine. Ji bo vê gelê
herêmê xistina di bin pençê qirkirina çandî de ye. Rêbertî di mijara
dagirkeriya ku li Kurdistanê hatiye pêkanîn de dibêje; “Li Kurdistanê dagirkerî
di hişmendî de tê pêkanîn. Heger di hişmendî de dagirkerî serwer bibe wê rizîna
civakî pêk were.” Yanî derveyî lîteratûra cîhanî rastiya dagirkeriyê hîn
yekpare digire dest.
Di vir de ya girîng mijara îlhaqkirine. Di
dîrokê de gelek mînakên îlhaqkirinê hene ku hêjayî gotine ne, lê ya herî şênber
li Kurdistanê tê dîtin. Hêzên desthilatdar ji serdema Ûrartûyan vir ve dixwazin
Kurdistanê îlhaqbikin. Hinekê wan ev pêk anîye jî. Lê ji ber berxwedana civaka Kurd
a dîrokî rastî têkçûnê hatine. Îlhaqkarê herî dawî jî dewleta Tirk a
dagirker-qirkere.
Dewleta Tirk ji avabûna komara xwe û vir
ve dixwaze erdnîgariya Kurdistanê giştî di bin navê, “Mîsak-î Mîlî” de îlhaq
bike. Yanî Kurdistan wek axa xwe dibîne. Lewma jê hayedare ku ev herêm
mifteyekî zêrîne û deriyê hemû deveran vedike. Nexasim jî vê ji bo domdariya
desthilat û dagirkeriya xwe nebe nabe dibîne. Nexwe çima ev 200 salin hewldana
vê herî zêde li Kurdistanê kiriye. Ne ku di dîroka xwe de cihên din îlhaq
nekiriye, girava Kibrisê dagirkirin û îlhaqkirin mînaka vê ya herî berbiçave.
Îro jî dixwaze her çar parçeya Kurdistanê û giştî Rojhilata Navîn îlhaq bike.
Ji bo Afganîstan, Somalî, Lîbya, Azerbeycanê bigirin, li Iraq, Suriye û Başûrê
Kurdistanê hewldanê vê dide û bi dagirkeriya leşkerî, polîtîk û aborî re
dixwaze îlhaqê pêkbîne. Dixwaze xwe bi îlhaqkirinê ve bigihîne projeya “Osmaniya
Nû”. Jixwe Osmanî jî bi îlhaqkirinê hatiye avakirin.
Dewleta Tirk ji ber ku îlhaqkere, cihê ku dikeviyê
tu car bernade. Lê dema cihekî digire dibêje, “em bi demkî ketinê.” Dagirkeriya
xwe eşkere nebe jî bi van gotinan qebûl dike, lê îlhaqkeriya xwe vedişêre. Ji
ber ku îlhaqkirin tê wateya mayîndebûnê dagirkerî, mêtîngerî û erdên xwe
berfirehkirinê. Cihên ku werin îlhaqkirin wê her di bin mêtîngeriyê de bimînin
û civakên heyî jî wê rastî qirikirinên çandî û fizîkî werin. Lewma pêwîste
mirov îlhaqkirinê bi dagirkeriyê ve tevlî hev neke û zanabûna giraniya wê de
be. Heger dewleta Tirk Kurdistanê îlhaq bike, wê di qirkirina Kurdan de jî
encamê ku dixwaze bigire. Lewma cihên ku dagirkiriye, êdî wê bibe erdên wî yên
mayînde û ev jî wê bihêle ku armanca xwe bi hêsanî pêkbîne.
Li dijî îlhaqkeriya dewlata Tirk a
dagirker-qirker derketin, wê hemû plan û bernameya dewleta Tirk serûbin bike. Li
hember îlhaqkeriya dewleta Tirk a dagirker berxwedayîn tekane rêya têkbirina wî
ye.

0 Yorumlar