Wek tê zanîn tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 3 sal li pey xwe hişt û derbasî sala xwe ya 4’an bûye. Bê gûman ev tecrîd niha bi destê dewleta faşîst a Tirk tê pêkanîn, lê ne tenê dewleta Tirk, dewletên faşîst û hêzên global vê tecrîdê didin meşandin. Beriya ku komploya nevdewletî were pêkanîn, van hêz û dewletên faşîst, Rêber Apo xwendin û dîtin ku nêrînên Rêber Apo yên mezin li ser Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê heye. Van hêzan ev plan û projeyên Rêber Apo ji bo dîkdatorî û pergala xwe ya zilamsalarî wek astengiyek dîtin. Zanîn ku plan û projeyên Rêber Apo, wê tevahî pergala wan a qirêj têkbibe. Ji bo wê jî hemû hêzên hegemon dest dan destê hev û li dijî Rêber Apo, komployek bêbext dan destpêkirin. Rêber Apo ev rolê dewleta Tirk nirxandiye û bixwe gotiye, dewleta Tirk tenê rolê gardiyantî dileyîze!
Dewleta
Tirk, dewletekî barbar e. Tifaqa AKP-MHP ya ku ti pîvanên exlaqî nas nake, bi
kêfxweşiyek mezin, tecrîd û êşkenceyê li ser Rêber Apo didin meşandin. Tecrîd
bixwe bêmafî û dijî zagonên CPT ye. Lê mixabin di roja me ye îro de CPT bixwe
bûye saziya çavlêgirtina êşkenceyê. Dixwestin bi tecrîd û komployan Rêber Apo
ji gel bide dûrxistin. Ji bo wê jî gelek hewildanên jehrîkirin, şewat û rêbazên
dijî exlaqê mirovatiyê dan pêkanîn. Her wiha tecrîd li ser tecrîdê dan
girankirin. Lê dîsa jî ew plan û projeyên tifaqa qirêj a AKP-MHP’ê encam negirt
û ew bixwe tûne dibin. Bi girankirina tecrîdê re êrişên xwe yên li ser
Kurdistan û taybet jî Başûrê Kurdistan û Herêmên Parastina Medyayê dan
destpêkirin û xwestin ji wir serkeftinekî bidest bixin. Lê me dît ku li wir jî
nekarîn serbikevin û têkçûn.
Tecrîda li
ser Rêber Apo ne tenê ser Rêber Apo, li ser tevahî civaka Kurd û dostên Kurdan
e. Ji ber wê yekê em niha dibînin, li Rûsya û Ûkranya şere, li Filistîn û
Îsraîlê şer e, di navbera Îran, Ûrdun, Sûriye û her wekedin de şerek li ber
deriye û hemû jî sedemê xwe ji tecrîda heyî digire. Ji ber ku pergala heyî
dirize û nabe bersiv. Dema ku nabe bersiv di navbera hêzên hegemon de şer û
pevçûn derdikeve. Ev rewş di van rojên dawî de pir bi eşkere hat jiyankirin. Di
vir de diyar dibe ku pergalek ji cîhanê re lazime û ew jî encex Netewa
Demokratîk ango projeya Rêber Apo be. Me got, dîlgirtin û tecrîda li ser Rêber
Apo sedema şere û ger ev tecrîd bê şikandin û projeya Rêber Apo li her derê
bikeve meriyetê wê alozî û pirsgirêk bi dawî bibin.
Me dît ku
serhildan û têkoşîna gelê Kurd ya li dijî tecrîda ser Rêber Apo, bandorek mezin
li hilbijartinên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê kir. Gelê Kurd di 31’ê Adarê de
herikî ser sindoqan û derbeyek mezin li komploger û tecrîdkaran da. Dijmin ev
hêvî nedikir û matmayî ma, ji ber ku di mejiyê xwe de wan digot, êdî gelê Kurd
dest ji partî û Rêber Apo berdane. Lê me dît ku gelê me çawan kîna xwe ya li
hember tecrîda ser Rêber Apo, li ser sindoqan dan nîşandan. Her wiha serhildan
û têkoşîna ji bo parastina şaredariyan, hêjayî pîrozkirinê bû û ew
xwedîderketin, di heman demê de xwedîderketina li Rêber Apo bû. Ruhê ciwantî û
fedayî li Wan û tevahî Kurdistanê hat dîtin û dijmin bersivek mezin girt. Li
Kurdistanê feraseta AKP-MHP’ê winda kir. Axaftinek ya Şehîd Reşîd Serdar hebû
digot, emê ne tenê dijmin, sîbera dijmin jî ji Kurdistanê derbixin. Ciwan û
gelê Wanê ev yek kirin!
Dagirkerên
Kurdistanê bi salane dixwazin bi tecrîda li ser Rêber Apo, pêşxistina sîxûr,
fûhûş, medeyên hişber û her cûre xirabiyan, Kurdan têk bibin. Lê ev yek
pêknehat û ew bixwe têk çûn. Îro ji girtîgehan bigire heta Rojava, ji Ewropa
bigire heta Mexmûr û Bakurê Kurdistanê gelê Kurd bi dostên xwe ve li ser
linganin û xwedî li Rêber Apo derdikevin. Li Wanê xwedî li şaredarî derketin,
li Şirnexê dijî polîs û leşkerên tecawîzkar derketin û li Amedê xwedî li
girtîyan derketin, derbeyek mezine li dijî tecrîdê û ew ruh ruhê xwedî li Rêber
Apo derketinê ye. Divê ev ruh hîn zêdetir belav bibe û di sala pêşiya me de bi
azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo serkeftinê mîsoger û teqez bikin.
Elî
Bilehî
0 Yorumlar