Ticker

10/recent/ticker-posts

Hevşaredar û encûmenên Mexmûrê bi sondxwarinê dest bi xebatê kirin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Hevşaredar û ecnûmenên ku nû hatine hilbijartin li Komîteya Malbatên Şehîdan bi sondxwarinê dest bi kar û xwbatên dû salê pêş kirin.

Her du salan carekê li Wargeha hilbijartina şaredariyê çêdibe û hevşaredar û encûmenên nû tên hilbijartin. Îsal jî di 12’ê Nîsanê de hilbijartina hevşaredaran pêkhat û dû hevşaredar û heft encûm hatin hilbijartin. Beriya ku bi fermî dest bi xebatan bikin, bi beşdarbûna herdu hevşaredar û heft encûmenan, li saziya Malbatên şehîdan a Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi sondxwarinê dest bi kar û xebatên du salan hat kirin. Beriya ku sond bixwin ji aliyê hevşaredarê berê Bedran Pîran ve axaftinek hat kirin.

Video Player
00:00
04:02

Bedran Pîran di destpêka axaftinên xwe de serkeftin ji bo hevşaredar û encûmenên nûre xwest û got: “Çar sal çêbû ku me di şaredariyê de xebat da meşandin, bi taybet di van du salên dawî de bi hevalên xwe re ku dîsa bi dengên gel hatibûn hilbijartin karek hat meşandin. Di van çar salan de sê hevalên me yên kedkar bi taybet heval Nisret, heval Ebdulkerîm û heval Mihemed di encama nexweşiyekî giran de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber ku em di hizûra şehîdan de ne, em her sê hevalan bi rêzadarî bîrtînin. Di van çar salan de kedek hat dayîn, helbet dema mirov karekî dike kêm û kurtiyên wî jî derdikeve li rûxmê hemû kêmaniyan û rewşên tengaviyên li ser rêxistina me bi taybet li ser wargeha me jî karek hat meşandin. Ez bawerim kêm zêde me karî hinek kar li gorî quweta xwe bi hevalên xwe re bidin meşandin. Em sipasiya hemû xelkê wargehê dikin ku van çar salên derbazbûyî bi me re bûn alîkar. Em ji bo hevalên ku nû hatine hilbijartin serkeftinê dixwazin û tişta ku ji me bê xwestin wek hevalên beriya wan, em amadene ku bibin alîkar.”

Piştî axaftina Hevşaredarê berê Bedran Pîranî, Hevşaredar û encûmenên nû sond xwarin.

Yorum Gönder

0 Yorumlar