Ticker

10/recent/ticker-posts

Gerîlaya YJA-Star’ê Viyan Ozgur li Mexmûrê hat bîranîn

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Gerîlaya YJA-Star’ê Viyan Ozgur (Serkeftin Demîr) ku di 21’ê Nîsana 2023’an de li Zapê şehîd bibû di yekemîn salvegera xwe de hat bibîranîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Gerîlaya YJA-Star’ê Viyan Ozgur (Serkeftin Demîr) ku di 21’ê Nîsana 2023’an de li Zapê şehîd bibû di yekemîn salvegera xwe de bi merasîmekî hat bibîranîn.

Merasîm li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Azadiya Kurdistanên destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê malbata birayê Şehîd Viyan Ogur, Serbest Demîr axivî.

Serbest Demîr di destpêka axaftina xwe balkişand li ser wêrektiya şervanên azadiya Kurdistanê û wiha got: “Şehîd anîn ziman gelek zehmete ji ber ku mirov çiqas bîne ser ziman kêm dimîne. Asta wan asta herî bilinde ku em ne di wê astê de ne. Xeta wan, xeta wêrekî, hêz û bîrdoziyek welate. Ew di pleyên jor de li hemberî dijmin sing bi sing şer dikin. Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de mirovên azad şervanên PKK’ê û şehîdên PKK’ê ne. Ew bi dilsoziya xwe ya bi welat re têkoşînê dikin û xwe digihînin encama. Em wek malbata Şehîd Viyan Ozgur em soz didin emê şopdarên şehîd û şervanin bin.”

Her wiha Hevberdevka Komîteya Malbatên Şehîdan Saraya Marînos jî destnîşa kiri ku têkoşîna şehîd û şervanên azadiyên didin meşandin bi gotinan nayê ser ziman û wiha got: “Şehîdên me bîrdoziya me û xeta meye têkoşînê diyar dikin û em soz didin şehîdên xwe yên nemir emê heta dawî şopdarên wan bin.”

Herî dawî jî li ser jiyan û têkoşîna şehîd Viyan Ozgur sînevziyonek hat nîşandan.

Merasîm bi bilind kirina ‘Dirûşemeyên Şehîd Namirin’ û ‘Bijî Berxwedana Gerîla’ bi dawî bû.

Yorum Gönder

0 Yorumlar