Ticker

10/recent/ticker-posts

‘EZ LERIZÎN Û ÊŞA XWE JI BÎR NAKIM’

 


Mîna zincîrekê êşên jinan hev digirin û ji dayîkan derbazî keçên wan dibin. Di jiyan û çanda Kurdan de çiqasî berxwedana jinê hatibe ziman, ewqas zorî û êşên wan jî hatine hunandin. Her dayîkek Kurd êş, berxwedaniya xwe mîna mîrateyekê ji zarokên xwe re dihêle û dike malê civakê. Dayîka Miryem jî mîna dayîka xwe li hemberî hemû zoriyên jiyanê, xwe li ser lingan girtiye û rêya berxwedanê hildibijêre. Dayîka Miryem li gundê Gundikremo yê dikev quntara çiyayê Cûdî ji dayîk dibe. Di nava zozanên çiya yê Cûdî de zarokatiyek xweş û tijî kelecan rebaz dike. Ji sibê heta êvarî di nava zozan û gelêyên gund de bi listinê, çûyîna bêriyê, çûyîna ber kehrikan, çûyîna nav dehlan derbaz dike. Lê rastiyên jiyanê û êşên jiyanê hîn di temenê biçûk de rastî dayîka Miryem tê û bavê xwe winda dike. Dayîka Miryem di gotinên xwe de wiha kêliyên jiyana xwe bibîrdixe û dibêje: “Dema bavê min wefat kirî em biçûk bûn, dayîka me gelek zehmetî bi me ve didît. Em xwedî pez bûn li gundan kar zehmet bû. Malbata dayîka min jî ti kesekî wisa nebû ku alîkariya dayîka min bike. Dema birayê min û jinbira min ji hev heskir, birayê min yê mezin, xwişka min û zavayê min li min dixistin, gotin piştî ku birayê te ji vê keçikê heskiriye divê tû bibî berdel. Min hevjînê xwe nedîtibû bêyî xwesteka min ez zewicandim. Dema ez birim, zivistan bû min siwarê mehînê kirin, baranek gelek xweş dihat em di rêde şepirze bûn heta em gihiştin gundê Akêt. Bavê hevjînê min wefat kiribû, dayîka wî zewicî bû, 7 xwişk û bira bûn. Xwişka wan ya mezin jî gel birayê min zewicî. Hevjînê min ji min biçûktir bû xelkê her yekê gotinekî digot, digotin ev wê çawan di mal de rûne û van zarokan xwedî bike? Ez ji wan zarokan re hem bûm dayîk û hem jî bûm bav. Mamên wan gelek zilmî li me dikirin.”

Êş û janên dayîka Miryem vê carê di rêwîtiya penaberiyê de bi birsîbûn û ambargoyan re derbaz dibe. Weke ku ev cîhan bibêje hîna êş, jan û berxwedaniya dayîka Miryem jiyan bike maye, berê wê dide ser rêwîtiya penaberiyê. Dayîka Meryem destnîşa dike ku zorî û êrişên dijmin ew neçarî penaberiyê kirin û wiha got: “Piştî ku gundê me Akêt xirabû peyîz bû em çûn Şirnex, li wê derê em zivistanekê man. Hevjînê min milîs bû ji ber dewletê nediwêra bê gund qaçax bû. Hevjînê min got ‘Pêwîste hûn bên Silopiya’ em derbazî Silopyan bûn ji wir jî di sala 1994’an de em derbazî Başûrê Kurdistanê nava penaberan bûn. Wê demê ez dû canî bûm, jiyana me gelek nexweş bû, em perîşan bûn, hevjînê min li gel me ne dima. Dema em derbazî Geliyê Qiyametê bûn, zarokê min hemû biçûk bûn, sê heyîvan ambargo ket ser me, nan nebûn em bixwin. Wê demê yê zarokşîr bûya şûşeyek şekir dida wan. Bi wê şûşa şekir me sê heyîvan îdare kir. Em diçûn berû me dipijandin, me nanê nûka çêdikir bi wî awayî me jiyana xwe derbaz dikir heta em hatin Etrûş. Li Etrûş jî piştî demekê erzaq hat, hêdî hêdî em hinekî bi ser xwe ve hatin. Li Nînova kurê min nexweş bû, min pere nebû ez kurê xwe bibin Dihokê nexweşxanê. Wê demê em bi erebeyên NY diçûn, em 9 rojan di nexweşxaneyê de man li wir kurê min jiyana xwe ji dest da. Heta ez saxbim ez lerîzîn û êşa xwe ji bîr nakim. Ji tirs û êşa heyî qirika min zûha bibû. Me bi qehir û kul li ber xwe da heta em hatin van wargehan, heta niha jî em wê qehrê dikişinin. Dema em hatîn vê wargehê me xaniyên xwe bi kelpîçên herî çêdikir. Me ax û av ji germavê di anî, me li ber derî dikir kelpîç û me ji xwe re xanî çêdikir. Me ava balava xwe jî ne dirijand me dixist nava heriyê û dikir kelpîç. Di wê demê de tankên avê dihatin wargehê, heta me firek av ji xwe re digirt cilên me hemû diqetiya. Me bi kutekî firek av digirt û me vedixwar û pê serê zarokên xwe dişûşt. Wêdemê mekîneyên cilşûştinê nebûn, me bi dest cil dişûştin. Salên destpêkê dûpişk bi destê min ve da ez bi zorê gihandim nexweşxanê. Niha jiyan xweş bûye her kes bûye xwedî kar li vir.

Jiyan Pîran

 

Yorum Gönder

0 Yorumlar